Idrîs Henan
Di navenda keteber a kirîza li herêmê de, bi lezîna bûyeran û geşedanên kêlî bi kêlî re, bi zanebûn û plan, şêwazê fikirîna li ser hîmên rexnewar tê sabotekirin û rê li ber avantajên ku pêşeroja vî welatî bi tezên demokratîk vedikin, tê girtin. Bi tabloya heyî û pratîka hêzan re, diyar e şerekî pir xeternak ku ji yê leşkerî jî werantir e, tê meşandin. Şerekî di bingeha xwe de li ser alavên ragihandinê û deklarasyonên siyasî tê birêvebirin û organîzekirin. Di armanca vî şerî de jî, têkbirina projeyên demokratîk ên birêxistinkirina civakê, derbkirina hêmanên pirengî û qelendina karakterê hemwelatîbûna azad heye.
Ev şer li gorî hinek daxwazên desteserkirinê tê birêvebirin û dîzayinkirin. Di serî de hewldan heye li Sûriyê keriyekî hemwelatiyan ava bikin! Ango; li pey wê ne ku nasnameya neteweyî ya Sûriyê di yek dirûvê de kom bikin û civakê di kapasîteya yek modela bloka rêolî de homojen bikin û wisa jî bineyên ramyarî, neteweyî û olî yên pirengiya civakî û siyasî li Sûriyê bê wate bihêlin û hemû rêyên hemwelatîbûna azad entegreyî çirava desthilata tundrew bikin.
Bi vî awayî tablo xêzkirin û ferzkirina şêwazê qebe yê destpotiyê, di cewher de, realîte û heqîqeta nasnameya Sûriyê hedef digire û projeyên hegemoniyê yên desteserkirina şiyanên welêt ên aborî û stratejîk meşrûkirin e. Her wiha çi projyên altirnatîf jî hebin, bê mane dikin û dûrî xalên qebûlkirina hevbeşî û pêkvejiyanê dixin ku terzekî çors ê birêxistinkirina ji jor ve li ser civakê tivî dikin. Bi vî terzî re jî şerekî navbera mentelîteya hegemonî, dervehiştin, dûrxistin û desteserkirina vînê û mentelîteya jiyana hevbeş û birêvebirina demokratîk de derdixînin. Ango bê`itîbarkirina pirengî û bêmanekirina hemlwelatbûna azad e.
Divê kesên ku îro ji aliyê navenda hegemoniyê ve li Şamê hatine tayînkirin, dîroka Sûriyê baş bixwînin û ji rola Kurdan di avakirina wê de jî haydar bin. Ne tenê li Sûriyê, ti kesek nikare rol û esera Kurdan li herêmê înkar bike, ne jî dikare têkoşîna wan a li hemberî terorê binixumîne ku îroj cîhanek tev li xwe mikur tê ku bi xêra têkoşîna Kurdan a azadî û serxwebûnê nav aşîtiyê de jiyan dikin. Ji xwe ev name pir zelal li Miyonixê bi vexwandina serkirdeyên Rojava re diyar bû.
Divê Şam têbigihêje jî ku înkarkirina îradeya Kurd nayê wê wateyê dê karibin wê yekê bikin û Kurdan înkar bikin. Her wiha pêwîste daxwaza Kurdan a entegrasyona demokratîk jî weke derfetekê ji bona xwe bibîne ku nikare di nav çend fermanan de doza gelekî ya azadî û serxwebûnê vebirîne. Divê li gorî pîvanên aqilane nêzî fedekariya gelên Sûriyê bibe û bi wê rastiyê re jî li hev bike ku bi tenê û bi wan şêwazên xapînok nikare Sûriyê bibe welatê hemû pêkhateyên wê. Li vir tiştek bi navê hemwelatîbûnê namîne. Yê dimîne jî, kole û koledarî ye.
Hemwelatîbûna li ser bingehên ziman, bawerî, netew û ideolojiyê were binavkirin, hemniştimanî nîn e. Dema ku mirov nikaribe bi ziman, reng, fikir û baweriya xwe, xwe îfade bike, wê çaxê ferzkirina aliyekî li ser aliyê dîtir e. Ew jî ti pîvanekî hemniştimaniyê pêk nîne, berovajî wê yekê; kedîkirin, qirkirina pirengiya çandî û têkbirina nasnameya hemwelatîbûna azad e.






