Ronahî Sadûn
Di 29’ê Çileyê navbera hikumeta Colanî û QSD’ê de lihevkirinek pêk hat, di wê rêkeftinê de yek ji bendên sereke rakirina dorpêçê li ser bajarê Kobanê ye, lê hîna dorpêç dewam dike û rewşa Kobanê di hemû aliyan de her diçe aloztir dibe, bi taybet ji aliyê mirovî ve.
Komên hikumeta demkî ya Sûriyê ji 23’ê Çileyê ve bajarê Kobanê dorpêç kirine û rê nadin alîkarî derbasî herêmê bibe. Ji ber dorpêçê derman, şîrê zarokan, madeyên xurekê, sotemenî û pêdiviyên din ên jiyanî gelekî kêm bûne û rewşa mirovî girantir bûye.
Bi ser êşa koçberiyê de dorpêç
Tevî dorpêçê zêdetirî 200 hezar koçberên ku ji ber şer reviyane li Kobanê li nêzî 70 cihan bi cih bûne. Ev koçber bi ser êşa koçberiyê de, êşa dorpêçê dikşîne ku derdê wan hîn giratir bûye.
Divê bi awayekî lezgîn derî vebin û derman derbasî Kobanê bibe
Rakirina dorpêçê û vekirina deriyan ji bo derbaskirina dermanan ji Kobanê re, bi awayekî lezgîn pêwîst e. Li gelek nexweşxane û dermanxaneyan derman gelekî kêmên û gelek derman nayên peydakirin û ji ber vê sedemê gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin. Berdewama vê rewşa trajedîk a ku jiyana sivîlan, bi taybet jî zarok, nexweş û kesên bitemen dixe xeteriyê. Pêdiviyên bijîşkî û derman li navendên tenduristiyê diqedin. Piraniya dikanan vala bûne û hatine girtin. Jiyana rojane bi zor û zehmetiyeke mezin derbas dibe.
Kobanê neket û nakeve
Dorpêçkirina Kobanê sûcek li dijî mirovahiyê ye û binpêkirina qanûnên mirovî ya navneteweyî ye. Kobanê ku bûbû semboleke cîhanî ya berxwedana li dijî terorê, îro kirin kaxezeke siyasî ya zextê û tê cezakirin. Dorpêçkirin toleke xeternak li dijî îradeya gelê ku di refa yekemîn a ku cîhan ji rêxitina DAIŞ’ê parast. Lê Kobana berxwedêr li hemberî êrişên çeteyên hov neket, niha jî li hemberî êrişên çeteyên girêdayî dagirkeriya tirk, wê tucaran nekeve.
Lihevkirin pêk hatiye, lê dorpêç dewam dike
Niha tevî ku lihevkirin di navbera hikumeta Colanî û hêzên Sûriya Demorkatîk QSD’ê di 29’ê Çileyê de pêk hatiye û di wê lihevkirinê de yek ji bendên serek e rakirina dorpêça li ser Kobanê ye. Lê heya niha dorpêç dewam dike û rewş bêtir aloztir dibe. Hikumeta demkî ya Sûriyê bi rengekî cidî nêzî mijara rakirina dorpêçê û hin mijarên din nabe û derengiyê dixe pêkanîna wêde. Ev yek ne tenê bandorê li ser rewşa Kobanê dike, lê ev bi xwe bandorê li lihevkirinê jî dike.
Di çarçoveya pêkanîna peymana 29’ê Çileyê de jî gelek hevdîtin di navbera şandeyên Rêveberiya Kobanê û hikumeta demkî de pêk hatin. Tevî ku rakirina dorpêçê di hevdîtinan de hatin nîqaşkirin, lê hikumeta demkî heya niha tu gav di vî alî de neavêtine.
Cîhan hemû deyndarê Kobanê ye, divê ew ji bo Kobanê rabin
Îro erka cîhanê ye ku deyînê Kobanê vegerîne û xwe bêdeng neke, ji ber di 2014’an de keç û xortên Kobanê di ber cîhanê giştî de berxwedanî kirin û canê xwe feda kirin. Cîhan deyndarê Kobanê ye, ger di rojên herî zehmet de ew deyînê Kobanê venegerîn in, gelo ewe kengî vegerînin, tenê ev ne deyneke jî, lê ev mafekî mirovî yê hemû cîhanê ye ku ji wan tê xwestin pê rabin û Kobanê ji dorpêçê xelas bikin.






