Ronahî Sadûn/Tirbêspiyê
Şêniyên Tirbespiyê ku ji bo kolan û bajarê xwe parastinê dikin diyar kirin ku wan tabûrên xwe yên gel ava kirin û bi şev û roj nobetê digrin. Herwiha şêniyan anîn ziman ku ew ji bo her rewşê amade ne û gotin, “Soza me soza şehîd Ziyad e, em axa xwe bernadin.”
Komploya ku bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin, parçeyek ji pêvajoya guherîna Rojhilata Navîn e. Ji bo wê jî gelê Rojava bi rûdana vê rewşa dawî re ya ku hebûna wan di qirkirinê de derbas bikra, rabûn ser piyan. Ne tenê hêzên leşkerî meydana çengê girtin, lê gel jî xwe avêtiye meydanê û li kêleka şervanên xwe di çeperên parastinê de girtin e.
Kurd hemû li pişta Rojava ne
Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat roj û şeva xwe kirine yek ku li Rojava gel çek hildaye û nobetdare, li Rojhilat xwepêşandane, li Bakur çalakvane, li Başûr piştgirvane û li derveyî welat dengbêje, gelê Kurd niha wisa dike ji bo Rojavayê Kurdistanê, gotina gel jî ew e “Rojava ne bi tenê ye” “Gelê Kurd hene û wê hebin” “Kes nikare me tune bike” Ev silogan li hemberî hêza dinyayê ya ku xwe li hemberî hemû hovîtiyên bi serê Kurdan de tê kirin, bêdeng dike, bersiva herî xurt e.
Berdêl girane lê serkeftin û parastin jî hêjaye
Her çiqasî tiştê ku li Rojavayê Kurdistanê hat jiyankirin zor be jî, lê di encamê de yekbûn û yekîtiya gelê Kurd ên ku di nava sînoran de hatine parçekirin û ji hev dûrkirin, derket holê. Gelê Kurd bi yekbûna xwe hêza xwe nîşanî dijmin kir ku Kurd ne gelekî bindestiyê li ser xwe bipejirîne û ew bibe lîstoka hêzan, lê ew gelekî lehenge û di wê oxirê de bi hezaran berdêl daye.
Derbarê derketina gel ji bo parastina bajarên xwe, şêniyên Tirbespiyê Ednan Şiblî û Xalid Hisên ji Rojnameya me re axivîn.
‘Gel parastina xwe dike’

Xalid Hisên diyar kir ku komployeke li ser gelê Kurd hat çêkirin û wiha got: “Ez ji bajarê Tirbespiyê komîna şehîd Kazim Mehmûd im. Ev komploya li ser Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin, ne tenê Rojava armanc girt, lê ev komplo li ser her çar parçeyê Kurdistanê bû. Li hemberî vê komployê Rêveberiya Xweser seferberî ragihand û gel tevahî tevlî seferberiyê bû, da ku parastina bajar û kolanên xwe bikin. Gelê Tirbespiyê jî tabûrên xwe ava kirin. Tabûra taxa me jî hejmara wê 28 kes in, me bi navê şehîd Ehmed Hêmin ragihand û ev zêdeyî 15 rojên bi şev û roj em nobetê digirin. Herwiha dema me tabûra xwe ava kir, ne ku kesekî bang li me kir an jî ev daxwazî ji me kirin, lê em bi xwe li hev kom bûn û me çek rakir, ji ber ev erkekî sereke ya hemû gelê li vir jiyan dike.”
‘Gelê Kurd ku pişta hev bigirin kes nikare wan bişkîne’
Xalid Hisên axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo parastina Rojava dayîk, zarok, jin û xortên Kurd hemû li ser piyan e û em ê li ser piyan jî bimînin. Ji ber ku me soza mirinê wekî şehîd Ziyad Heleb daye ku em dev ji xaka xwe bernadin. Dema em Kurd hemû piştgiriya hev bikin, kes nikare me bişkîne, me ev yek di Rojava de dît ku çawa yekbûna me planên dijmin têk bir. Di dawiyê de jî ez silavên xwe ji hemû kesên ku heya niha li ber xwe didin dişînin û wan silav dikin.”
‘Em ji bo her rewşeke awerte amade ne’

Ednan Şiblî jî anî ziman ku ew ji bo hemû rewşên awarte amade ne got: “Parastina me ji bo parastina destkeftiyên şoreşa me. Di heman demê de ev hişyarbûna me, ji bo parastina ewlehiya civakê ye. Li ser wê bingehê jî em wekî xort û ciwanên Tirbespiyê ji roja ragihandina seferberiyê û heya niha, hemû derdikevin kolanan û parastinê dikin. Em ji rewşa niha re û çi rewşên ku li pêşiya me werin amade ne. Ji ber heger em xwe neparêzin, wê herêma me rastî êriş û tevlîheviyê were, ji ber wekî tê zanîn hîna jî şaneyên veşartî li herêmê tev digerin û ev yek metirsiyê ava dike. Lewma em ê bi hemû hewldanên xwe planên ku li ser bajarê me tên kirin, bi berxwedan û têkoşîna xwe vala derxînin.”






