Esma Mistefa
Tacîz û tecawiza cinsî di girtîgehan de li gelek welatên cîhanê mijareke mirovî û mafên mirovan a pir hesas e. Bi gelemperî, gelek rapor hene nîşan didin ku girtiyên jin li hin welatan rastî şîdeta cinsî û tecawizê tên û piraniya van bûyeran nayên ragihandin an jî ji hêla rayedaran ve têne veşartin.
Meseleya tecawiza di girtîgehan de mijareke hesas û girîng e ku ji saziyên mafê mirovan ên navneteweyî tê xwestin ku li ser rawestin. Ev bi taybetî ji bo girtiyên jin. Mixabin, gelek girtiyên jin di nav girtîgehan de rastî tecawiz û tacîza cinsî tên. Ev dikare ji aliyê girtiyên din an jî ji aliyê karmendên girtîgehê ve were kirin. Rewşa heyî dibe ku ji welatekî bo welatekî cûda bibe, lê hejmarek meylên cîhanî hene ku asta pirsgirêkê nîşan didin. Ev tê wê wateyê ku ev diyarde ango sûcek di hundirê sûcekê de; di hundir girtîgehên li cîhanê de tên kirin.
Me xwest vê carê di lêkolînên xwe de em vê mijarê birgin dest. Ji ber ev diyarde û sûc hema bêje di hemû girtîgehên dewletan de li ser jin tê kirin, di vir de em ê ji bîr nekin ku ev destdirêjî ango dema ku bi xwestek tê kirin dibe bêexlaqî; ev yek di nava xortan de jî tê kirin. Di gelek girtîgehên giştî yên zilaman de, ev yek pirî caran him bi dilxwazî him jî bi zorê tê kirin. Lê belê li ser jinan herî zêde bi zorê tê kirin û hê jî tê domandin. Bi taybetî di welatên ku xwe herî pêşketî û demokrat dibînin de ev yek pêş dikeve. Mixabin jin di cihên herî girtî û ya ku tê de dadwerî tê pêk anîn û ji bo misogeriya dadweriyê tên pênasekirin de; jin rastî van nêzîkatiyan tên. Ne tenê rasterast jin rastî vê yekê tên, di dema lêpisînê de jin rastî destdirêjiya cinsî tên û pirî caran da ku îfadeya xwe bi awayê ku ew dixwazin bê dayîn vê yekê didin meşandin.
just detention international (JDI)
Just Detention International (JDI) rêxistineke bêqezenc e ku di sala 1980’î de hatiye damezrandin û armanca wê ew e ku li dijî şideta cinsî li girtîgeh û navendên sererastkirinê yên li çaraliyê cîhanê şer bike. Ev rêxistin bi taybetî balê dikişîne ser parastina girtiyên jin û mêr ji tacîza cinsî û tecawizê di nav sîstemên girtîgehan de. Di armancên wan de tê diyarkirin ku mafê wan heye da ku zextê li ser hikumetên dewletan bikin, dewletên ku diyardeyên tacîza cinsî û tecawiz lê zêde tên kirin.
Ji bo vê di zextkirina li ser polîtîkayên DYA’yê de, JDI’yê roleke girîng di piştgiriya “Qanûna Parastina Girtiyan” (PREA) de lîst ku di sala 2003’an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat derxistin. Armanca vê qanûnê pêşîgirtina li şideta cinsî li girtîgehên DYA’yê ye. Herwiha standardên ji bo pêşîgirtina li tacîza cinsî û tecawizê di girtîgehan de destnîşan dike. Ji bilî xebata xwe li Dewletên Yekbûyî, ev rêxistin çalakiyên xwe berfireh dike bo gelek welatên din ên ku di sîstemên girtîgehên xwe de bi pirsgirêkên wiha re rû bi rû ne.
Dema em serlêdana li xebat û lêkolînên vê rêxistinê bikin, em ê bibînin ku di gelek waran de xebatekî pir berfireh daye meşandin, li gorî raporên hatine amadekirin. Lê belê pirs li vir e; çima heyanî niha ev diyarde bi awayekê pir hêsan di nava hin girtîgehên cîhanê de tê kirin û bi taybet li ser jin?
Hin welatên herî zêde ku lê tacîz û tecawiza cinsî pêktê
Li gorî raporên mafên mirovan û bîlancoyên rêxistinên wekî Human Rights Watch û Amnesty International (Rêxistina Efuya navdewletî), hin ji welatên herî zêde ku jinên girtî rastî tacîza cinsî an tecawizê lê tên, em dikarin wiha rêz bikin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, yek ji rêjeyên herî bilind ên şideta cinsî di girtîgehên wan de heye, di nav de tacîz û tecawiz. Li gorî raporên Ofîsa Mafê Mirovan a DYA’yê û Bernameya Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Tacîza Cinsî li Girtîgehan (PREA), girtiyên jin ên li girtîgehên DYA’yê pir caran ji hêla gardiyan û girtiyên din ve rastî şîdeta cinsî tên. Jinên li girtîgehên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pir caran rastî îstîsmara cinsî û destdirêjiyê tên.
Li Brezîlyayê, zindanên qerebalix û nebûna ewlehiyê girtiyên jin bêtir di bin xetereya istîsmara cinsî de ne. Gelek girtiyên jin ji aliyê gardiyanên zindanê an girtiyên din ve rastî êrîşê tên. Wekî din, sepandina qels a qanûnê tê wê wateyê ku gelek ji van bûyeran nayên ragihandin.
Li Rûsyayê, tevî qanûnên li dijî destdirêjiya cinsî di girtîgehan de, girtiyên jin hîn jî rastî istîsmarê ji aliyê gardiyan û girtiyên din ve tên. Carinan hikûmeta Rûsyayê tê tawanbarkirin ku ji bo sînordarkirina van istîsmaran têrê nake.
Li Tirkiyê di girtîgehdan de bi pirsgirêkên giran re rû bi rû dimînin, di nav de tacîza cinsî û tundûtûjî. Rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku girtiyên jin bi rêkûpêk rastî êrîşa cinsî tên û xemsariyeke cidî ya çavdêriyê li ser tevgerên gardiyanan heye.
Girtîgehên Misrê şahidê dozên tundûtûjiya cinsî li dijî girtiyên jin in, nemaze ji ber nebûna şefafiyet û çavdêriyê. Her çend ti amarên rast tune bin jî, rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku girtiyên jin bi rêkûpêk rastî tecawiz û tacîzê tên, ji ber ku tu parastineke girtiyan li holê tuneye.
Zindanên Meksîkayê ji bo girtiyên jin wekî hawîrdorek xeternak têne hesibandin, ku di şert û mercên ne ewle de têne girtin û ji hêla gardiyan û girtiyên din ve bi gefên tundûtûjiya cinsî yên zêde re rû bi rû dimînin. Meksîka yek ji wan welatan e ku di çareserkirina vê diyardeyê de xwedê roleke gelek lawaz e.
Li Siûdiyê, hin rapor hene ku nîşan didin li girtîgehên Siûdî bûyerên tacîza cinsî û tecawizê hene. Ji ber nebûna şefafiyet û hesabpirsîna bi bandor, zehmet e ku mirov bi awayekî tekez mezinahiya pirsgirêkê bizanibe.
Ji ber rewşa ewlehî û aborî ya li Afganistanê, girtiyên jin û mêr di girtîgehan de di şert û mercên dijwar de dijîn. Gelek raport hene ku jinên di girtîgehan de rastî istîsmara cinsî û şîdetê tên.
Jinên ne zewicî dihatin tecawizkirin da ku nekevin Bihuştê; Îran.. Gelo çawa dibe?
Em werin Îranê bi taybet, tecawiza ji aliyê lêpirsîner û gardiyanên zindanan ve di zindanên rejîma melayan de, da ku girtiyên jin neçar bikin ku teslîm bibin, ev yek bûye tiştekî asayî û sîstematîk. Ev cure îşkencê wekî amoreke bi bandor di hikumetên dîktator de tê bikaranîn û hîn jî ev rêbaz tê berdewamkirin. Hikumeta melayan ji ber xwezaya xwe ya li dijî jinan ku di hemû waran de cudekariyê pêk tîne, mixabin di îşkenceyê de jî li dijî jinan cudakariyê dike.
Gelo ev çawa pêk tê? Ev rejîma faşîst zayenda jinan bi tundî û bi rengekî hovane îşkenceyê di zindanêde dide meşandin û dema ku rastî berxwedan an jî serîrakirina wan tê, ji bo perçiqandina wan serî li îşkenceya cinsî dide. Mixabin jin careke din di cihê herî teng de bi zayendîbûna xwe tê îşkencekirin.
Herwiha li Hind û Kolompiyayê rewşa jin di girtîgehan de gelek zehmete û dişibe rewşa kiryarên ku li ser jin di dewletên ku me anîne ser ziman de.
Raportên Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser tecawiza li ser girtiyên jin. Di wê raporê de ji bo jinên girtî û sûcên ku ji bona wê hatibû giritn hatin eşkere kirin.
Ev îtîrafa eşkere ya tecawiza sîstematîk a keçan di girtîgehan de ji hêla gardiyan û celadan ve ne tenê bi demek kurt ve sînordar e. Ev yek ji îfadeyên şahidan û delîlên ku qurbaniyan bi xwe li pey xwe hiştine ku li ser cil û bergên wan an jî beşên laşê wan berî darvekirinê hatine nivîsandin, diyar e. An jî di dema serdanên gardiyanan bo malbatên girtiyên jin de; ku girtiyên siyasî yên jin ji 1981’an û pê ve rastî tecawizê hatine.
Di hin rewşan de, girtiyên jin ji tirsa tecawizê xwekuştin û hin ji wan ji ber tecawiza gardiyanan hişê xwe winda kirin. Lêkolîner û gardiyanên zindanê berî darvekirinê tecawizî wan dikirin da ku pêşî li keçên bakir bigirin ku nekevin bihuştê. Tecawiza cinsî ne tenê bi keçan ve sînordar bû, lê hemû girtiyên jin, ji ciwanan bigire heya jinên pîr ku bi berdewamî rastî vê muameleya hovane û nemirovane dihatin, digirte nava xwe.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber di nava Rêjîma Îranê de Zewaca Demkî heye ev yek bi rojan bi mehan jî tê kirin, angu ji bo pêkanîna ajoyên xwe yên cinsî bi awayekî rewa vê yekê bi her jinekê re dikarin bikin. Di rêze lêkolîna me de diyar bû ku di girtîgehan de piştî darvekirina sûcdarê belgeyên zewacê ji hin malbatan re ji aliyê rêveberiya girtîgehê re hatine dayîn, bi kurtasî berya ku jin were darvekirin tê tecawizkirin. Herwiha hin jinên ducanî hatine tecawizkirin û darvekirin.
Awayê pêşîgirtinê û nebûna parastina girtiyan
Pêşîgirtina li tecawizê li girtîgehan gengaz e. Ev cure êriş encama polîtîkayên xirab, pêkanînên xeternak û nebûna berpirsiyariyê di nav karmendên girtîgehê de ye. Gelek girtîgeh bi girtina tedbîrên bingehîn ji bo parastina girtiyan dikarin pêşî li tecawizê bigirin.
Xurtkirina qanûn û polîtîkayan, yek ji rêbazên sereke ji bo bidawîkirina tacîza cinsî li girtîgehan, derxistina qanûnên hişk ê ku her kiryareke tacîzê, çi ji hêla girtiyên din ve be, çi ji hêla karmendên girtîgehê ve dibe. Di vê çarçoveyê de, qanûnên wekî Qanûna Parastina Girtiyan (PREA li Dewletên Yekbûyî) roleke wan a serke heye ji ber ew dikarin di hemû saziyên sererastkirinê de ango girtîgehan de hawîrdorek bê tundûtûjî û tacîzê bidin avakirin. Herwiha perwerdeya berdewam ji bo karmendên girtîgehê, peydakirina makanîzmeyên ragihdandina tacîzê, misogerkirina veqetandina girtiyên ku rastî tacîzê tên ji yên din, piştgiriya pîskolojîk ji girtiyan re û şopandina berdewam ji rewşa jin di girtîgehan de.
Ji bo berpirsên girtîgehê pir girîng e ku tekez bikin mijara destdirêjiya cinsî, çi ji hêla karmend û gardiyanan ve be, çi ji hêla girtiyan ve be, mijarek cidî ye û nayê tehemulkirin. Wekî din, divê ji qurbaniyan re rêyên ewle hebin da ku bûyerên tecawizê yên li ser wan ango bûne şahidê wê bînin ziman û belge bikin, bêyî ku rastî gefan an kiryarên din werin. Ji ber ku gelek qurbanî ji ber sedemên tirsê bi taybet ji gardiyanan ve. Herwiha di hundir girtîgehê de; nikarin bûyerê û sûcên ku li ser wan tên kirin bînin ziman an jî ragihênin. Helbet ev yek jî ji qelsbûn û tunebûna rola ewlehiya jiyana girtiyan di zîndanê de tê ku bi vê awayî girtî garantiya jiyana xwe nakin û nikarin werin parastin, di encam de dibin qurbanên van bûyeran û bê deng dimînin.






