Leyla Amûdê
Ziman çavkaniya zîhnî, ruhî û hestî ye. Dema em qala girîngiya zimanê dayikê dikin mebesta me ew e ku em li wateya wê binêrin û wer gavên xwe biavêjin. Kesên di dema xwendin, nivîsandin, axaftin, guhdarkirin, temaşekirin û heta ponijandina xwe de zimanên biyanî esas digirin û zimanê xwe hilnabijêrin, wê nikaribin ji bêwatebûnê jî rizgar bibin. Ziman, wate û hişmendiya mirov bi xwe ye. Dema mirov li ser bingehê ziman û hûrgiliyên wê lêkolînan dike, mirov hîn baştir dibîne ku ne tenê weke amûrekî hevdu fêmkirin û peyivînê ye; di heman demê de bingehê avahiya mirov a zîhnî, hestî û ruhî jî dide nîşandan. Di çavên mêtinger û dagirkeran de ziman tenê weke amûrekî ji hevdu fêmkirinê tê nirxandin û ji wê pê de ti nirxekî cuda jêre nayê dayîn.
Ji roja ku mirovahiyê dest bi hevdu fêmkirinê kiriye û bi zimanê sîmgeyî daxwaz û fikrên xwe bi hevdu re parve dikin heya niha gelek ziman, zarava, devok û bindevokên her gelekî pêş ketine. Mirovan hewl dane bi vê yekê bikevin cîhana hest û ramanên hevdu. Her wiha gelek gel û civakan di vê mijarê de dewlemendiyeke mezin jî ava kirine û karîne di warê wêjeya zimanê xwe de jî pêşde biçin. Lê gelek netewe û civak jî di warê çandî de rastî qirkirinên mezin hatine û nekarîne zimanê xwe pêş bixin. Ji aliyê dagirker û mêtingeran ve ji rûpelên dîrokê hatine paqijkirin. Gelê Kurd jî yek ji wan gelan e ku bi taybet di vê sedsala dawiyê de rastî qirkirinên herî hovane hatiye, ziman û nasnameya wan jî hatiye înkarkirin. Dagirkeran her hewl dane wan ji holê rakin. Hewldanên wan gelê Kurd aniye asta ji xwebûnê derkeve.
Ji destpêka pêşketina ziman û heya roja me ya îro her neteweyek bi ziman û nasnameya xwe heye. Ziman bi rengekî pozîtîf ji hevdu cuda bûne. Ji bo têkiliya di navbera neteweyan de jî pêş bikeve, her hewl dane zimanê hevdu fêr bibin an jî bi rêya wergêran danûstendin kirine. Dagirker û mêtingeran her hewl dane Kurdan ji nasname, ziman, çand û xwebûna wan dûr bixin. Nehiştin ku Kurd bi çanda xwe bijîn û xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê yek ji gelên herî qedîm û xwedî çandeke dewlemend e. Bi taybet jî êrîş birin ser çand û zimanê Kurdan da ku wan di nav xwe de bihelînin û bikin yên xwe.
Dagirkeran ew siyaseta xwe li her parçeyekî Kurdistanê pêk anîn. Gelê Kurd anîn rewşa ku ziman û çanda xwe bi darê zorê ji bîr bike, fêrî ziman û çanda wan bibe. Dagirkeran li kêleka bişaftinê, qirkirina fizîkî jî pêk dianîn. Gelê Kurd jî li hemberî wê pergala bişaftin û qirkirinê her tim li ber xwe daye. Heya ji dest hatiye xwe parastiye. Hem zimanê xwe yê Kurdî û zaravayên xwe yên Kurmancî, Soranî, Dimilkî, Kelhorî, Hewramî, Lorî û Lekî, hem jî hevok û bindevokên herêmî parastine. Lê belê di sedsala 21’ê de hîn jî civak bi wan pergalên qirkirinê re rûbirû ne.
Bi qasî êrîşên dagirkeran û destarê hêrandina çanda mirovan a ji aliyê mêtingeran ve ku tê gerandin, eger mirov li hemberî vê yekê helwest raber neke, têkoşîn neke û serî li doza rizgariyê nede, pir xeter e. Ev dibe sedema mirov ji bo mêtinger bigihêjin armanca xwe ji wan re zemîn çêdike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di parêznameyên xwe de bi awayekî pir zelal dide diyarkirin ku divê mirov li ser vê xalê bisekine. Rêbertî dibêje, “Têgîna ziman têkiliya xwe pir xurt bi têgîna çandê re heye. Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Mirov dikare ziman di çarçoveyeke teng de weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zîhniyet, exlaq, his û fikra estetîk-zanista xweşikbûnê ye ku civakê bi dest xistiye.
Ziman hebûna nasnameyî û hişmendî ya wate û hisê ya serwextbûyî ye. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwedî sedema bihêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketina jiyanê ye. Civakek çiqasî zimanê xwe yê dayikê pêşde biribe, ewqasî jî asta xwe jiyanê pêşde biriye. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe, ketibe bin per û baskên zimanên din, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. Eşkere ye ku civakên xwedî vê rastiyê bin wê jiyaneke wan a manedar a zîhniyetê, exlaq û estetîkê nebe. Heya wê ji holê rabin. Wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin. Civakên wate, exlaq û estetîka xwe ji dest bidin, nirxên wan ên civakî û saziyane jî bi tenê ji bo nirxên mêtinkaran dibin madeya xam a bikaranînê.”
Di vê çarçoveyê de weke gelê Kurd jî çiqasî em xwedî li zimanê xwe derkevin, biparêzin û pêş bixin, em ê ewqasî karin bibin civakek pêşketî. Wê asta me ya jiyanê jî bilind bibe. Bi vî awayî em ê hem bikarin bi awayekî exlaqî, xweşik û bi wate bijîn, hem jî em ê bikarin ji gelên din ên bindest re jî bibin mînak. Her ferdekî Kurd divê xwe di ber pêşxistina zimanê dayikê de berpirsyar bibîne. Naxwe wê ti caran nekaribe xwe ji bêexlaqî, kirêtî û bêwatebûnê rizgar bike.
Gelek caran hinek kes dibêjin, “Ez bi Tirkî, Farsî yan jî Erebî baştir fêm dikim.” Ew kesên di xwendin, nivîsandin, axaftin, guhdarkirin, temaşekirin û heta ponijandina xwe de zimanên biyanî esas digirin û zimanê xwe hilnabijêrin, wê nekaribin ji bêwatebûnê jî rizgar bibin. Çiqas ji zimanê xwe dûr bikevin, wê ewqasî ji çand, exlaq, xweşikî û wateya xwe ya civakî jî dûr bikevin. Kes yan jî komên bi vî rengî wê ti caran neyên hezkirin jî. Li ser bingehê parastina zimanê Kurdî, di mijara pêşxistina zimanê dayikê û çanda xwe de divê em hemû xwe berpirsyar bibînin. Pêwîst e em nehêlin ti kes destê xwe dirêjî zimanê me bike.
Her wiha divê em di warê wêjeya Kurdî de jî xwe bigihînin asta bikarin hêjayî çanda xwe ya hezaran salan bibin. Ez careke din 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li her kesî, pîroz dikim. Werin em ziman û çanda xwe pêş bixin da ku em zimanê xwe azad bikin û ji hilandinê rizgar bikin. Roj roja vegera li ziman û çanda xwe ye. Divê were zanîn ku zimanê me hebûna me ye.






