Leyla Amûdê
22’ê Sibata 1999’an li Rojhilatê Kurdistanê li dijî Komploya Navneteweyî Kurd derketin kolan û qadan. Xwepêşandan, meş, mitîng û çalakî veguherîn serhildanên pir berfireh û deng vedan. Gelê Kurd bi hêrs û kîn berê xwe da sînorên dewleta Tirk û bertekên xwe dan raberkirin. Komploya Navneteweyî û komploger şermezar û rûreş kirin. Bi rojan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li kolan û qadan çalakiyên protestoyî li dar xistin û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re nîşan dan. Gelek welatparêzan li Rojhilatê Kurdistanê jî agir berdane canê xwe.
Kesî wiha texmîn jî nedikir ku wê gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi vî awayî rabe serhildanan. Ew helwesta wan ji tevahî gelê Kurd ê li parçeyên din ên Kurdistanê re bû cihê hurmet û qîmetdayînê. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên ji derveyî welat girêdan û hezkirina xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kirin. Hîn jî ew ruh berdewam dike. Gelê Kurd îro li her devera Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser lingan e û doza guhertina pergalê dikin.
Bi rastî mirov nikare bibêje pergala Îranê Îslamî ye. Ji ber ti pîvan û rêgezên Îslama pêxember Muhammed li cem wan tineye. Mirov pir ji wan meleyên weke keftaran hêrs dibe û ji dilê mirov tê ku mirov ji wan re bibêje, ‘rûreş û munafiq.’ Ji ber ew weke zebaniyên dojeha sor in. Ji wan re tenê dikare bê gotin, ‘dirinde û hovên rûreş.’ Bi rastî mirov ji wan re her çi bibêje wê li wan were. Ji ber despot, tundrew û kujerên kastîk in, her têgeh û leqebên xerab li wan tê.
Ew şaman û rahibên şerxwaz ên Îranî hîn li ser çanda, Sargon, Hamûrabî, Firewn û Nemrûdan tevger dikin û Xemeneyî hewl dide xwe bike Daryûsê hemdemî. Meydanê li gelan dixwîne. Lê ji dewletên sermayeparêz re jî serî ditewînin û dibêjin, “Diyalog ji şer û pevçûnan bi xêrtir e.” Tekez sedema vê jî tirsa wan a ji DYA û Îsraîlê ye. Lê wê Îran tirsa xwe ya ji gel çawa bike? Wê wijdanê xwe çawa rihet bike û çawa dê gelê xwe bi rê ve bibe gelo? Ma bi darê zorê gel têne rêvebirin? Ji yên bi darê zorê tên rêvebirin re ma mirov dikare bêje gel? Li gorî nêrîna min ji yên bi darê zorê tên rêvebirin re mirov dikare bêje, ‘keriyên sewalan.’ Xelkên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi serhildanên xwe hewl didin ji pergala despot re bêjin, “Em mirov in û em ne razî ne hûn me bi darê zorê rê ve bibin û darve bikin.
Li gorî bîlançoyên herî dawiyê yên mafên mirovan tê gotin ku di nav 17 rojan de 300 mirov hatine darvekirin. Hemû mafên mirovan têne binpêkirin. 30 jinên çalakvan wenda ne û binemalên wan haj li wan nînin. Li hemberî kiryarên wiha bi rengekî xwezayî wê jin, ciwan û tevahî gel bertekên xwe raber bikin, wê doza rizgarî û azadiya xwe bikin. Qet wijdanê mele û şamanên Îranê nîne. Pir hişk bi ser xelkê de diçin, hema wan ketûber qetil dikin. Pêwîst e pergal pir baş bizane ku wê gel hew bêdeng bibin. Wê desthilata zalim nikaribe ji xezeba gel xelas bibe. Niha di van kêliyan de jî mirov li nav kolanên bajaran têne kuştin. Her kes dizane ku xelkên serhildêr sivîl in û doza mafê xwe yê xwezayî dikin.
Jin, ciwan û hemû gel bi dirûşmên xwe azadî, wekhevî û edaletê dixwazin. Lê pergal bi çekan bersiva wan dida. Zêdetirî 7 hezar mirov li nava xiyaban û kolanan hatin qetilkirin. Wijdanê mirov hew tehemûl dike. Wan Nemrûdên serdema nû mirovên sivîl bi rengekî pir hovane qetil kirin û weke kujerên kastîk bi mencelan serê mirovan jêkirin, destê xwe kirin xwîna wan. Rêbazên wan ên dermirovî ji bo tirsandina xelkê ne. Divê were zanîn ku xelkên welat êdî zilm û zordariyê qebûl nakin û dawiyê li pergala tundrew ya Îranê bînin.
Tekez wê hemû pergalên dîktator û tundrew têk biçin. Wê weke çiyayên ji qeşayê hilweşin û wê li şûna wan pergala demokratîk û azadîxwaz were avakirin. Divê mirov pirs bike, “Gelo çima xelkên Îranê ji bazarê ango ji sûkê dest bi serhildanê kirin û nexasim jî li bajarê mezin Tehranê?” Tehran paytexta Îranê ye. Xwepêşandan ji wir dest pê kirin û l her aliyêwelêt belav bûn. Xelkên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwe gihandin fikir û ramanên azadîxwaz. Tekez wê têkoşîna wan heya rizgariya ji pergala meleyan wê berdewam bike.
Me hemûyan jî di serî de dît bê dirûşmên gel çawa bilind dibûn û dengê wan olan dida. Her wiha gelan îşaret bi têkçûna Xemeneyî dikirin û banga guhertina pergala despot ya meleyan dikirin. Niha jî em dibînin ku herî zêde êrîş li ser gelê Kurd têne kirin. Parêzvanên pergalê bi çekan êrîşî ciwanên Kurd kirin û bi sedan ji wan kuştin. Ev jî nîşaneya ku gelê Kurd ji wan serhildanan re pêşengî kirine. Ez nêzîkatiyên hovane û tundrew yên dewleta Îran şermezar û rûreş dikim. Ez jî bi gelê xwe yê Kurd û gelên Îranê re dengê xwe bilind dikim û dibêjim, bimire pergala paşverû ya Îranê.
Ez wan tundrew û zebaniyên dirinde rûreş û şermezar dikim. Wê serkeftin tekez ya gelê Kurd û gelên azadîxwaz be. Ez ruhê şehîdên dilşad silav dikim. Şehîd namirin, wê her ji bo me pêşeng û serkêş bin. Ez şehîdên rûmetê yên sala 1999’an jî jî bi bîr tînim û bejna xwe li beramberî mezinahî û pîroziya wan ditewînim. Soza xwe ji wan re nû dikim. Em li ser ronahiya wan ber bi serkeftinê ve dimeşin.






