Solîn Mihemed/ Qamişlo
Desteya Perwerdeyê ji bo 21’ ê Sibatê roja zimanê dayikê ya Cîhanî li bajarê Qamişlo meşek lidar xist.
Di 21’ ê Sibatê roja zimanê dayikê ya Cîhanî de, Desteya Perwerdeyê li bajarê Qamişlo meşek lidar xist. Di meşê de endamên Desteya Perwerdeyê, Mamoste û xwendekar beşdar bûn. Herwiha di meşê de bi siloganên ‘Bê Ziman Jiyan Nabe’ hatin berzkirin.

Meş ji çerxereya Ekaş dest pê kir û li pêşiya dibistana Yekîtiya Mamosteyên Cizîrê veguherî mîtingê. Dema ku veguherî mîtingê Desteya Perwerdeyê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de roja zimanê dayikê pîroz kir. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li gelê kurd û hemû gelên cîhanê pîroz be. Di vê boneyê de em hemû kesên ku di ber ziman de ked dane û şehîd bûne bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Herwiha tevahiya gelên ku ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê tê dikoşin silav dikin.”
Daxuyanî wiha hat berdewam kirin:”Ji salekê zêdetir e ku Sûriye bi temamî û Rojavayê Kurdistanê jî di nav de, derbasî qonaxeke nû bûye. Ji wan mijarên sereke yên vê qonaxê, yek jê mijara zimanê kurdî ye, ku li ser maseya danûstandinan e û cihê wê di Sûriyeya nû de tê giftûgokirin. Di vê çarçoveyê de, girîng e ku em biryarnameya 13’emîn a Serokê Sûriyeyê yê Demkî, Ehmed El-Şeri, bibîr bixin.
Bi vê biryarnameyê, cara pêşîn e ku di dîroka Sûriyeyê de, zimanê Kurdî qonaxa tunedîtinê derbas dike û bi awayekî fermî tê naskirin. Her çiqas ji aliyê sembolîk û dîrokî ve gaveke erênî bê nirxandin jî, lê ev biryarnameya wan, mafên ziman yên gelê Kurd misoger nake. Ji bo ku wekî destkeftîyeke mayînde bê parastin, pêwîst e zimanê kurdî wekî “Zimanê Fermî” di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin.”
Daxuyanî wiha bidawî bû:”Ji bo misogerkirina mafên ziman yên rewa û parastina destkeftîyên şoreşa ziman ya Rojavayê Kurdistanê, em ê bi hemû hêza xwe û ji her hêlê ve kar û xebatên xwe bidomînin û li doza zimanê kurdî, wekî dozeke neteweyî ya pîroz, xwedî lê derkevin. Ji bo bicihanîna vê armancê, em ji gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistanê û dîyasporayê jî hêvî dikin ku doza zimanê kurdî, wekî dozeke miletî û neteweyî bide pêş û bi her awayî, xwedê lê derbikevin.

Di dawiya meşê de xwendekaran stranên Kurdî gotin.






