Ayşa Silêman/ Dêrik
Mamoste û rêveberên dibistanan li bajarê Dêrikê bi daxuyaniyekî roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li hemû gelê kurd pîroz kirin û soza berdewamkirina perwerdeya zimanê kurdî dan.
Mamoste û rêveberên dibistanan li bajarê Dêrikê bi daxuyaniyekî roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li hemû gelê kurd pîroz kirin û soza berdewamkirina perwerdeya zimanê kurdî dan. Daxuyanî bi amadebûna hemû endamên Saziyên Rêveberiya Xweser li pêşiya desteya Perwerdê hat dayîn.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser hemû kesên ku di ber ziman de ked dane û şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anîn. Herweha tevahîya gelên ku ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê tê dikoşin silav kirin. Ji salekê zêdetir e ku Sûrîyê bi temamî, Rojavayê Kurdistanê jî di nav de, derbasî qonaxeke nû bûye. Ji wan mijarên sereke yên vê qonaxê, mijara zimanê kurdî ye ku li ser maseya danûstandinanê û cihê wî, di Sûrîyaya nû de tê guftûgokirin. Di vê çarçoveyê de, girîng e ku em biryarnameya 13’yê mehê a hikumeta Demkî, Ehmed El-Şeri, bi bîr bixin. Bi vê biryarnameyê, cara pêşîn e ku di dîroka Sûriyeyê de, zimanê kurdî qonaxa tunedîtinê derbas dike û bi awayekî fermî tê naskirin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her çiqas ji aliyê sembolîk ve gaveke erênî bê nirxandin jî, lê ev biryarnameye, mafên zimanî yên gelê kurd misoger nake. Ji ber ku wekî destkeftîyeke mayînde bê parastin, pêwîst e zimanê kurdî wekî “zimanê fermî” di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin. Lewra zimanê gelê kurd ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, ji wê çendê mezintir e ku wekî “zimanekî niştimanî” bê pênasekirin ku heftane bi tenê du saetên dersa bijarte jê re bên veqetandin û pê re jî çend çalakiyên çandî.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo misogerkirina mafên ziman yên rewa û parastina destkeftîyê şoreşa zimanî ya Rojavayê Kurdistanê, em ê bi hemû hêza xwe û ji her hêlê ve kar û xebatên xwe bidomînin û li doza zimanê kurdî, wekî dozeke neteweyî ya pîroz, xwedî derkevin. Ji bo bicihanîna vê armancê, em ji gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û dîyasporayê jî hêvî dikin ku doza zimanê kurdî, wekî dozeke miletî û neteweyî bide pêş û bi her awayî, xwedî lê derbikeve.”






