Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Rojava beşdarî konferansa cîhanî ya jinan li Bogotayê bûn

18/02/2026
in JIN
A A
Jinên Rojava beşdarî konferansa cîhanî ya jinan li Bogotayê bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Bêrîvan Xalid tekez kir ku beşdariya şandeya Rojava li ser pêşkêşkirina ezmûna rêxistinkirina jinan li herêmê bû û wiha got: “konferans derfeteke girîng ji bo danûstendina rasterast bi çalakvanên ji Amerîkaya Latîn û Ewropayê bû.”

Tevgerên jinan ên ji Abya Yala û Kurdistanê, di navbera 11-15’ê Sibatê de di “1. Konferansa Tora Jinên Pêşerojê Ava dikin” de gihîştine hev û gaveke dîrokî avêtin. Di konferansê de ku bi sedan jinên ji Haîtî, Kolombiya, Ekvador, Meksîka, Wallmapu, Qullasuyo marka, Şîlî û Kurdistanê beşdar bûn.

Konferansa Cîhanî ya Jinan ku li Bogotayê Kolombiyayê hate lidarxistin di pêşveçûna çalakiya femînîst a navneteweyî de qonaxek girîng nîşan da. Ev ne tenê ji ber beşdariya berfireh a zêdetirî 400 delegeyan ji parzemînan,lê di heman demê de ji ber xwezaya nîqaşan jî bo ku li ser avakirina torên hevgirtinê yên sînor derbaskiriye û danûstandina ezmûnên rêxistinî di navbera tevgerên femînîst, gelên xwecihî û tevgerên civakî de bûn. Konferansê çalakvan û rêxistinên femînîst ji Amerîkaya Latîn, Ewropa, Kurdistan û herêmên din anî cem hev, astek bilind a hişmendiyê di derbarê girîngiya çalakiya hevkariyê de di rûbirûbûna krîzên siyasî, civakî û aborî de nîşan da ku rasterast bandorê li jiyana jinan dikin. Konferans dikare wekî platformek siyasî û rêxistinî were nirxandin ku hewl dide ji qonaxek hevgirtina sembolîk ber bi avakirina mekanîzmayên hevrêziya pratîkî di navbera tevgerên femînîst ên cîhanê de ve biçe.

Rûniştinên analîtîk li ser teşhîskirina pirsgirêkên hevpar ên ku jin pê re rû bi rû dimînin, wek şîdeta li ser bingeha zayendî, polîtîkayên xizankirin, dûrxistinê û bandora şerên çekdarî herwiha ji bilî pirsgirêkên têkildarî polîtîkayên aborî yên cîhanî ku rasterast bandorê li rewşa jinan dikin. Yek ji xalên girîng ên konferansê ew bû ku cîhek fireh ji ezmûnên gelên xwecihî û tevgerên femînîst ên bingehîn re hişt, ku rê da danûstandina ezmûnên pratîkî li ser rêxistinkirina civakê, aboriya hevkar û parastina civakê.

Cûrbecûriya beşdaran, ji Amerîkaya Latîn bigire heta Kurdistan û Ewropayê herwiha beşdarî dewlemendkirina nîqaşan û balkişandina ser wekhevîyên di navbera têkoşînên jinan li herêmên cuda de, tevî şert û mercên siyasî û çandî yên cuda bû ku ev yek jî îhtîmala avakirina torên hevkarîyê yên domdar ên ku dikarin di pêşerojê de projeyên hevbeş pêş bixin zêde dike. Ezmûna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî yek ji ezmûnên ku di konferansê de bi awayekî zelal balkişandin ser, bi taybetî di warên rêxistinkirina jinan a serbixwe, saziyên parastina civakê, perwerde û aboriya kooperatîf de derket pêş.

Şandeya Kongre Star ji Rojava beşdarî gelek rûniştin û komxebatan bû, pêşkêşiyek berfireh li ser pêşketina tevgera jinan li Rojava di salên borî de û zehmetiyên ku ew di şert û mercên siyasî û ewlehiyê yên aloz ên herêmê de pê re rû bi rû dimînin pêşkêş kirin. Li gorî nirxandina giştî ya beşdarvanan, dikare were gotin ku hebûna şandeya Rojava beşdarî veguhestina ezmûnek pratîkî ya cuda ji gelek ezmûnên din ên femînîst bû, ji ber ku beşdarbûn ne tenê bi pêşkêşkirina daxwazên siyasî ve sînordar bû, lê di heman demê de ravekirina modelên rêxistinî yên heyî di warên rêveberiya xweser û saziyên civakî de jî dihewîne, ku bala gelek beşdaran kişandan, xwestekê xwe anîn ziman ku li ser hûrguliyên vê ezmûnê û îhtîmala sûdwergirtina ji wê li welatên xwe fêr bibin.

Di vê çarçoveyê de nûnera Kongre Star Bêrîvan Xalid ji Rojnameya me re axivî.

‘‘konferans derfeteke girîng ji bo danûstendinê bû’’

Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku beşdariya şandeya Rojava li ser pêşkêşkirina ezmûna rêxistinkirina jinan li herêmê bû û wiha got: “Di dema rûniştin û komxebatan de, me li ser pergala Kongreya Star, mekanîzmayên rêxistinkirina jinan di civakê de, ji bilî ezmûnên têkildarî parastina civakê, xweparastinê û saziyên jinan ên li herêmê herwiha komxebatek taybet li ser şîroveya Jîneolojî hate pêşkêş kir. Armanca sereke ew bû ku ezmûna pratîkî ya jinên Rojava veguhezînin tevgerên femînîst ên cîhanî û derfetek ji bo diyalogê li ser rêbazên pêşxistina van ezmûnan û danûstandina pisporiyê peyda bikin. konferans derfeteke girîng ji bo danûstendina rasterast bi çalakvanên ji Amerîkaya Latîn û Ewropayê re peyda kir gelek beşdaran eleqeyek mezin nîşanî ezmûna rêxistinî ya jinan li Rojava dan.”

‘‘Nîqaş veguherînin pêşniyarên çalak’’

Bêrîvan Xalid diyar kir ku yek ji xalên erênî yên konferansê ew bû ku li ser xebatên pratîkî sekinîn û wiha pê de çû: “Nerîn li ser projeyên aborî yên femînîst, bernameyên perwerdeyê di warên medyayê û rêxistinkirina civakê de hatin guhertin, ji bilî nîqaşkirina pêşniyarên ji bo pêşxistina torên hevrêziya navneteweyî di navbera tevgerên femînîst de. Ji perspektîfeke nirxandinê ve, konferans dikare wekî gaveke girîng di pêşvebirina çalakiya femînîst a cîhanî de were hesibandin, bi taybet anîna gelek tevgerên femînîst û civakî cem hev a di qadeke hevpar de ji bo diyalog û plansaziyê bû. Herwiha bal hat kişandin li ser ezmûnên pratîkî, li şûna nîqaşa tenê teorîk, hêzek sereke bû ku alîkarî kir ku nîqaşan veguherînin pêşniyarên çalak.

Beşdarvana di konferansê de nîşan didin ku meyleke mezin ber bi avakirina torên femînîst ên navneteweyî yên bêtir rêxistinkirî ve diçe ku dikarin insiyatîva hevbeş di perwerde, hişyarkirin, medyayê, piştgiriya yasayî û aborî ya jinan de hevrêz bikin. Hebûna xurt a tevgerên femînîst ji deverên pevçûnê, di nav de Kurdistan jî, meyleke zelal ber bi xurtkirina rola jinan di pêvajoyên avakirina aştiyê û civakên demokratîk de nîşan dide.”

‘‘Formên nû yên hevkariyê û rêxistinkirina hevbeş’’

Nûnera Kongre Star Bêrîvan xalid axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qonaxa din pêdivî bi xurtkirina ragihandinê di navbera tevgerên femînîst ên beşdar de û xebata ji bo veguherandina pêşniyarên ku ji konferansê derketine ji bo bernameyên hevbeş heye. Tiştê herî girîng ku konferansê bi dest xist vekirina kanalên ragihandinê yên rasterast di navbera jinên ji herêmên cûda de bû, ku dikarin di pêşerojê de bingeha torên hevkariyê yên rastîn çêbikin. Bi gelemperî, Konferansa Jinan a Cîhanî li Bogotayê dikare wekî gaveke girîng ber bi pêşxistina çalakiya femînîst a navneteweyî ve were nirxandin, ne tenê ji ber mezinahiya beşdarbûnê, lê di heman demê de ji ber xwezaya wê ya rêxistinî jî, ku li ser avakirina torên hevgirtina pratîkî û danûstandina ezmûnên sepandî disekine, ku girîngiyek taybetî dide wê di qonaxek de ku jinên li çar aliyên cîhanê bi pirsgirêkên siyasî û civakî yên zêde re rû bi rû dimînin ku hewceyê formên nû yên hevkariyê û rêxistinkirina hevbeş hebin.”

Di encam û deklarasyonê konfransê de wiha hat gotin:

Di navbera 11 û 15’ê Sibatê de, ev ax şahidiya biryareke dîrokî kir. Bi beşdarbûna delegeyên ji Abyad Yala û Kurdistanê, û herwiha hemû heval û xwişkên ku beşek ji vê pêvajoyê bûn lê nekarîn beşdarî konferansê bibin, me nîqaş kir ku em ê çawa pêşeroja xwe ava bikin.

‘‘Îro û li vê derê Şehîdên me bi me re ne’’

Berta Cáceres, Julia Chuñil, Alina Sánchez, Bety Cariño, Sakine Cansız, û gelek hevalên din ên ku ji bo ji nû ve keskkirin û xemilandina axê şer kirin û di vê dozê de jiyana xwe ji dest dan, hemû jinên ku em navê wan nabêjin lê ji bo zindî hiştina hêviyê li berxwedan, îro li vir bi me re bûn.

‘‘Em bi biryar in ku li berxwebidin’’

Konfederalîzma, ku ji Kurdistanê derdikeve û di pêvajoyên di nav axa me de kok digire, me bihêz dike. Ew rêyên nû vedike û amûrên nû pêşkêş dike. Em bi biryar in ku li berxwebidin, bijîn û hêzên xwe rêxistin bikin. Em li kêleka gel û jinên ku li çaraliyê cîhanê li ber baviksalariyê, kapîtalîzmê, kolonyalîzmê û desthilatdariyê li ber xwe didin radiwestin.

‘‘Em ê pêşniyarên xwe yên li dijî pergala mirinê kûrtir bikin’’

Me li ser tenduristî, perwerde, jineolojîya jinan, zanist û zanîn, konfederalîzma demokratîk, xweparastina beden-erd, huner û çand, ragihandin û aboriyê nîqaş kir. Me dît ku di van waran de ezmûn û pêşniyarên me yên li ser cîhanên gengaz hene, ku ev îro rastiyên hêvîdar in. Em ê nîqaş û ezmûnên di van waran de parve bikin û pêşniyarên xwe yên li dijî pergala mirinê kûrtir bikin.

‘‘Ev rêwîtiyek dirêj e’’

Bi konferansa xwe, me ji Abya Yala gaveke din avêt di avakirina vê torê de: “Tora Jinên ku Pêşerojê Diçînin.” Ev tor li seranserê cîhanê tê avakirin û armanc dike ku bi hev re ber bi xewnên me ve bimeşe. Ev rêwîtiyek dirêj e, lê gava ku em bi hev re, bi girêdanê, xurtkirina ramana xwe, nêzîkkirina pratîkên xwe, kok avêtina li ser axa xwe û bi awayekî rêxistinkirî yêkbin û bi hevre bin emê qezenç bikin.

Jin Jiyan Azadî

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.