Cûdî Cizîr
Her çiqas di dîrokê de berdêla xwedîderketina li kedê bi dilêşî be jî di encama wan berdêlan de serkeftin û guhertinên dîrokî çêbûne. Îro di dab û nêrîtên civakê de guhertin rû didin. Lê belê li hember van guhertinan astengiyên paşverû, kuştin, êş û jan jî pêş dikevin. Ev bingehê xwe ji ku derê digire? Bêguman ji hişmendiya paşverû û newekheviya bi sedê salan e di nav civakê de hene û çavkaniya xwe ji wê digire. Di têkiliyên civakê de newekhevî destpêkê ji bindestîbûna jinê û desthilatiya zilam tê. Di jiyana mirovan de bûyerên derketine holê bêguman girîng in û di dema xwe de bandor kirine. Pêwîst e mirov di wextê wê de bigire dest, lê pê ve aliqî nemîne. Bûyer tenê nikare dîrokê îfade bike, ji ber ku teng dimîne.
Jin û ciwan pêwîst e hîn zêdetir tevlî têkoşînê bibin. Ji ber potansiyeleke pir mezin a jin û ciwanan heye. Eger ciwan ji bo mafên jinan têkoşîn bikin wê polîtîkayên emperyalîzmê yên li ser jinê bêbandor bikin. Felsefeya Rêber Apo îro li tevahiya Rojhilata Navîn bûye navenda têkoşîna demokratîk û azadiyê. Jin kulîlkên bihara qirnê bîst û yekê ye. Ji bo vê jin û ciwan bi kûrahiya dilê xwe mîna kulîlkên berfîn li hemberî kevneşopiyan serî radikin. Jin ji bo mafê xwe divê bibin rêwiyên azadiyê. Ji ber vê yekê guhertin û veguhertin bi zîhniyeteke nû ji bo civakê pêwîstiyek e. Yên guhertin û veguhertinên nûjen pêş bixin, bi taybet jin û ciwan in. Xwedîderketina li nasnameya jinê xwedîderketina li mafê xwe ye. Jin afirînera kedê ye. Bi taybetî sembola yekemîn ya kedê ye. Jin her tim avakera jiyanê ye. Mirovahî di dergûşa jinê de mezin bûye. Keda wê gelek mezin û dîrokî ye. Lewma dibe serkêşa jiyana nû. Di cîhanê de bi pêşketina zanist û teknîkê re di metodên têkoşînan de gelek guhertin çêbûne. Di demeke herî girîng de ji bo afirandina jiyaneke azad a ji gelê Kurd re gelek têkoşîn, berxwedan û nûbûn pêş ketin.
Bi ruhekî civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya xurt mirov xwe li beramberî xeta Rêber Apo berspirsiyar bibîne gelekî girîng e. Di bin her şert û mercî de divê mirov berjewendiyên gelê Kurd, jinan û mirovatiya bindest fêm bike. Dema mirov van mijaran digre dest bêhtir pirs û nakokî bi mirov re çêdibin. Gelo jin û gelên bindest wê bi çi awayî karibin xwe ji zext û zordariya serdestan biparêzin? Her tim pergala desthilatdar xwestiye jin û Kurdan ji holê rake, yan jî jinan ji xwe re bike xulam. Pergala serwer hewl dide jinan di tarîtiya dîrokê de winda bike û ji pêşengiyê qut bike. Lê belê dîsa jî li hemberî hemû astengî û keleman têkoşîna jinan didome û hêvî ti caran naşikin.
Jin bûye ruhê têkoşîna Apoyî; lewma jî jin êdî gihane asta zanebûna hebûn û pêşeroja xwe. Li dijî bindestî û zordestiyê gelek jin bûne ronahî û çirûskên agirê berxwedanê. Êdî jin baweriya xwe bi wê ronahiyê tînin. Ev jî bisaya Rêber Apo ye. Ti caran zarokên Rojê xwe ji ber tîna tîrêjên ku ji axê re bûne çavkaniya jiyanê nadin alî. Di dîrokê de ya yekemîn ku ji civakbûnê re rêvebertî kiriye jin e. Jin zanyar û pêkhênera jiyanê ye. Ya yekem car tişt afirandine jin bi xwe ye. Di nava çirûskên agir de xwestibûn jiyanekî nû bidin afirandin. Jina têkoşer û Apoyî bi dilê xwe yê zêrîn, bi asîmanên şîn, bi hêviyên rojên geş, çalakiya jiyana nû av da.
Pêwîst e jin tîrêjên azadiyê yên ronahiyê hembêz bike. Ji bo jin tişta herî girîng, biryara têkoşînê ye. Bi baweriyeke bi rûmet û fikreke azad wê jin bi hêza Rêber Apo bibe meşaleya azadiyê. Şoreşger wêrek û fedakarin. Ji lewra jî divê palpişt û mîraseke mirov hebe. Divê berxwedaneke mirov ji xwe re kiribe hêz hebe da ku coş bigire. Têkoşîna me ya rizgariya neteweyî ya di pêşengiya Rêber Apo de dê di demeke herî kurt de bighêje serkeftinê!






