Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hevdîtinên şandeya Rojava li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê di çapemeniya cîhanê de ne

18/02/2026
in CîHAN
A A
Hevdîtinên şandeya Rojava li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê di çapemeniya cîhanê de ne
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Di medyaya Amerîka, Ewropa, Rûsya û Ereban de nûçeyên derbarê beşdariya şandeya Rojava naveroka hevdîtinan, peyamên dîplomatîk û bandorên wê yên li ser Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi çarçoveyên cuda hatin nirxandin.

Hevdîtinên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ahmed yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt.

‘Di mîmariya ewlehiyê pêşketina rola hêzên Kurd’

Ajansên nûçeyan ên Amerîkayê pêşveçûn zêdetir bi perspektîfa ewlehî û hevkariya leşkerî nirxandin. Reûtersê derbarê hevdîtinên di konferansê de hatine kirin wekî pêşketina rola hêzên Kurdî di mîmariya ewlehiya navneteweyî de nirxand û ev hevdîtin wekî “têkiliyên dîplomatîk ên krîtîk ku paşeroja hevkariya li dijî DAIŞ’ê diyar dikin” bi nav kir. Assocîated Pressê jî hevdîtinên Abdî û Ahmed yên bi berpirsên Ewropa û DYA’yê wekî nîqaş li ser “Rêxistinên ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa girtîyên DAIŞê” pênase kir.

The Guardîan: Kurd zêdetir derdikevin pêş

Çapemeniya Ewropayê, beşdarî zêdetir ji aliyê meşrûtiyeta dîplomatîk û temsîla siyasî ya Kurdan ve hate şîrovekirin. Rojnameya The Guardian a Brîtanyayê bal kişand ser hevdîtinên konferansê, têkiliyên bi serokên Ewropayê re û ev yek wekî, “zêdebûna xuyabûna aktorên Kurd di muzakereyên paşeroja Sûriyeyê de” nirxand.

‘Kurd li platformên navneteweyî ne’

Di çapemeniya Rûsyayê de jî beşdariya konferansê bi zimanekî zêdetir jeopolîtîk û hişyartir girt dest. Di nûçe û şîroveyên RIA Novostî û TASS’ê de bal zêdetir ne li ser kesayetî, lê li ser encamên teşedarî hate dayîn. Di analizên Rûsyayê de wateya hevdîtinan wiha tê şîrovekirin: “Bi van hevdîtinan cih girtina Kurdan a di nav teşedariya nû ya Sûriyê de, di platformên navneteweyî de tê nîqaşkirin.” Herwiha hevdîtin wekî hewildana DYA’yê ya parastina qada bandora xwe hate pênasekirin.

 ‘Mînaka dîplomasiya bilind’

Çapemeniya Ereban jî zêdetir li ser aliyê dîplomasiya herêmî û normalîzasyona bi Şamê re hate rawestîn. Al Arabiya, hevdîtin wekî, “Mînakek dîplomasiya bilind ku kêm tê dîtin, di navbera DYA, Sûriye û QSD’ê çê bû” pênase kir.

‘Siyaseta piştî şer tê mûzakerekirin’

Al Jazeerayê trafîka dîplomasiyê ya li paşperdeya konferansê vegot û ev pêvajo mîna, “Hevdîtinên ewlehiyê yên piralî ku tê de teşedariya piştî şer a Sûriyê tê muzakerekirin” bi nav kir. Ajansa herêmî Shafaq News jî bal kişand ser peyamên Şamê û pêvajoya entegrasyonê bi gotina, “Domandina muzakereyên li ser tevlêbûna gav bi gav a QSD’ê di sazûmaniya dewletê de” ragihand.

‘Rewabûna Kurdan zêdetir bû’

Di nirxandinên hevbeş ên çapemeniya navneteweyî de û bi taybetî çapemeniya Ewropayê de beşdariya asta temsîla Kurdî li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ne tenê wekî pêşveçûnek protokolî, wekî bilindbûna meşrûîyeta Kurdan a di qada navneteweyî û mijarek stratejîk a girêdayî paşeroja şerê Sûriyeyê, mîmariya ewlehiyê û hevsengiya hêzên herêmî hate nirxandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.