Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Azadiya Rêber Apo mijareke serekeye di rojeva çapemeniya cîhanî de

18/02/2026
in CîHAN
A A
Azadiya Rêber Apo mijareke serekeye di rojeva çapemeniya cîhanî de
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Komploya navnteweyî ne tenê li dijî Rêber Apo bû, lê belê gelê Kurd û projeya aşitî û civaka demkukratîk hedef digre. Di heman demê de armanc ew bû ku her hewildaneke ji bo avakirina rêyeke demokratîk di navbera pêkhateyan de têk bibe.

27 sal li ser komploya navnetewî li ser Rêber Apo re derbasbûn. Di destpêka sala 1998’an de li dijî Rêber Apo komployeke navneteweyî bi serkêşiya NATO’yê hate destpêkirin û di 15’ê Sibata 1999’an de hate revandin û radestî dewleta tirk hate kirin, vê komployê ne tenê şexsê Rêber Apo hedef girt, lê belê gelê Kurd bi giştî di kesayeta Rêber Apo de hate hedefgirtin. Di heman demê de armanca komployê ew bû ku her hewildaneke ji bo avakirina rêyeke demokratîk li ser bingeha biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyan de were valederxistin.

Li her deverê azadiya Rêber Apo tê xwestin

Li Hindistanê komek ji welatiyên Hindistanê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê çalakiyek pêk anîn. Çalakiya şermezarkirinê li paytexta Hindistanê Delhiyê hat li dar xistin, tê de pankarta,“Ji Rêberê gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan re mafê hêviyê xwestin. Mandelayê Rojhilata Navîn ev 27 sale di girtîgeha Tirkiyê de dîl tê girtin”.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan anîn ziman. Herwiha li ser pankartê ligel wêneya Mohandas Karamçand Gandhî wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate hildan. Endamê Parlementoya Hindistanê yê berê Aneel Prasad Hegde jî axaftinek kir, tê de komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.

Ji Îspanya banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî

Sendîkayên cuda yên li Îspanya û herêmên wê yên xweser, beriya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke hevpar weşand û daxwaza serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan û naskirina statuya siyasî û civakî ya gelê Kurd kir. Di daxuyaniyê de îmzeya sendîkayên ji Îspanya, Welatê Bask, Galîstya, Katalonya, Astûryas û Giravên Kanaryayê cih girt.

Saziyên îmzekar diyar kirin ku ji bo dabînkirina aştî û stabîlîzasyonê li Rojhilata Navîn, azadiya Rêber Apo “lezgîn û pêwîst e” û banga serbestberdana wî ya tavilê kirin.

Di daxuyaniya hevpar de hat gotin: “Em sendîke, pabendbûna xwe ya bi piştgirî û dadwerî dubare dikin; em bang li hemû sazî û hikûmetên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin serbestberdana Abdullah Ocalan û naskirina mafên gelê Kurd.”

Sendîkayên îmzekar ev in: Konfederasyona Sendîkayan a Komîsyonên Karkeran – CCOO, Konfederasyona Navsendîkayî – CI, Konfederasyona Giştî ya Karkeran – CGT, Konfederasyona Navsendîkayî ya Galîstya – CIG, Kolektîfa Karkerên Yekbûyî – CUT, Herikîna Sendîkayî ya Çep a Astûryas – CSI, Piştgiriya Karkerên Bask – ELA, Konfederasyona Sendîkayî ya Çep – ESK SINDIKATUA, Navsendîkayî ya Alternatîf a Katalonya – IAC, Navsendîkayî ya Astûryas – INAST, Navsendîkayî ya Valensiya, La Intersindical (Katalonya), Komîteyên Neteweperest ên Karkeran – LAB, Tevgera Karkeran a Giravên Kanaryayê – MTC, Rêxistina Sendîkayî ya Karkerên Aragon – OSTA, Konfederasyona Piştgiriya Karkeran.

Di çapemeniya cîhanî de Azadiya Rêber Apo di rojevê de ye

Ajansên Agence France Presse (AFP), MediaPart û 20 Minutes ên Fransayê, çalakiyên protestoyî yên di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê hatin lidarxistin kirin manşeta xwe. Di nûçeya bi sernavê “Bi hezaran çalakvan li Strasbourgê ji bo berdana Abdullah Ocalan hatin gel hev” de bal kişand ser daxwaza çalakvanan a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û statuya Rojava.

Stasyona radyoyê ya bi navê Radio Onda d’Urto ya Îtalyayê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Kurdistan: Abdullah Ocalan berdin, Rojava biparêze” de hate gotin ku li gelek bajarên Îtalyayê çalakiyên protestoyî hatine lidarxistin. Di nûçeyê de hate gotin ku her sal Kurdên ku 15’ê Sibatê weke “Roja reş” dibînin, li Ewropa û çar aliyên cîhanê çalakiyan li dar dixin. Hat diyarkirin ku êrişên li dijî Rojava jî di salvegera komployê de hatine kirin.

Agenzia Nazionale Stampa Associata (ANSA) a navenda wê Îtalya jî çalakiyên protestoyî yên li Îtalyayê derxist pêş û got: “Pirsgirêk, êrişên qirkirinê ên li dijî Kurdan e.” Ajansa nûçeyan a navenda wê Îtalya Pressenza’yê jî protesto bi sernavê “Milano, careke din ji bo Rojava û Abdullah Ocalan li qada ye” parve kir. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Abdullah Ocalan, tevî şert û mercên giran ên girtîgehê jî hêj rê nîşanî gelê xwe dide. Gelek ê ji wî hez dike û daxwaza azadiya wî dike heye. Her çend weke ku li Tirkiyê her tişt baş xuya bike jî, pêvajo disekine; hêdî pêşketina pêvajoya aştiyê, diwestîne.” Platforma medyayê ya aydê Reutersê, Reuters Connectê jî çalakiyên li Qamişlo derxist pêş û bi sernavê “Kurdên Sûriyê, li Qamişlo bi daxwaza berdana rêberê xwe Abdullah Ocalan meşê li dar dixe” parve kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.