Gulîstan Xalid
Di her serdemeke dîroka mirovahiyê de demên tarî hatine jiyan kirin. Serdemên tarî ji bo mirovahiyê demên dijwar in, dema ku zanîn, aramî, aborî û avahiya siyasî hemî di heman demê de hildiweşin. Sedemên sereke yên derketina holê ya van serdeman bi gelemperî hilweşîna siyasî, şer, krîzên aborî, nexweşî, paşketina çandî û wêranbûna ahangiyên civakî ne. ew demên tarî ku bûne sedemên zilmê, cehaletê, bê edaletiyê û êşên giran ku birînên kûr di dil, ruh û mejiyên mirovatiyê de dane vekirin. Lê di her serdemê de hin kes hebûne ku riya xelasiyê dane nîşandan û ev kes ji jiyana asayî wêdetir, ne tenê ji bo gelê xwe, lê ji bo mirovahiyê jî bûne ronahî. Ji lewma hebûna wan kesan êdî tenê ew kes an hawirdoreke teng têkildar nake, gelek, mirovatiyek û serdemekê bi xwe re vejîn dikin. Di vê serdema me de jî keseke ku bi têkoşîneke demdirêj xwe ava kir û bi xwe re mirovahiyê ava dike heye, ew Rêbereke ku ne ji rêzê ye. Rêberê ku em qala wî dikin navê ronahîyek wisa ye. Ev Rêber, ku tevahiya jiyana xwe ji bo têkoşîna rastî û azadiyê seferber kiriye, ne tenê Rêberê gel e, lê di heman demê de afirînerê ramanên mezin ji bo mirovahiyê ye.
Elbette em qala Rêber Apo dikin. Pir nivîs hatine nivîsandin û pênase ji bo Rêber Apo hatine kirin, lê dema ku em di şexsê geleke ku bi xwe re mirovatiya azad ji tûnebûnê anî hebûnê û encamên roja îro ku di ronahiya felsefeya Rêber Apo de di vê têkoşînê de hatiye pêşxistin dibînin, em dighêne wê baweriyê ku hêjaye her wext qala kesayet, ked, têkoşîn, berxwedanî û felsefeya kûr ya Rêber Apo bikin. Komplo û neheqiyên hêzên desthilatdar yê navneteweyî ku ev 27 sal Rêber Apo xistine zindanê, bi salan ji azadiya wî ya fîzîkî bêpar hiştin. Lê ruh û hişê wî qet teslîm nebû; berevajî vê, heta di nava tariyê de jî, wî têkoşîn berdewam kir ku ev rengê têkoşîna herî zehmete, têkoşîna fikrî ku pê asoyên nû, ramanên rastîn û xweşik afirand. Salên zindanê berde ku nikarîbû vê îradeya mezin bişkîne, salên di zindanê de ramanên Rêber Apo kûrtir kirin û veguherand şehrezayiya gerdûnî.
Rêber Apo ne tenê Rêberek afirîner û zû dihizire, lê di heman demê bê ku dev ji rêgez û felsefeya azadiyê berde û ji wan tavîzan bide nîşan dan, di siyasetê de nerm, lîstokên heyî têk dibe û bi hemleyên ku kes ne li bende bûye şekil dide qonaxên dîrokê. Elbette ji bo ku mirov vê asta xwe avakirina li gel Rêber Apo bi hemû aliyan ve feam bike gereke mirov baş diyalektîka pêşketina Rêber Apo ya ku ji zaroktiya wî ve heya roja me ya îro hatiye vekole.
Ramanên Rêber Apo dilê bi mîlyonan kesan vekir; ew bû evîn, hêvî, berxwedan û şehrezayiyek. Mirovahî di kesayetiya Rêber Apo de guherî; têgihîştina wê ya azadî, edalet û rastiyê di veguherînek radîkal re derbas kir. Sira vê hêza Rêber Apo di rastiya wî ya hilberînê de ye, bêyî ku hêza xwe winda bike, di tariyê de jî ronahiyê diafirîne. Ji ber vê yekê Rêber Apo ne tenê ji bo gelê xwe, ji bo hemû mirovahiyê dibe Ronahî. Jiyan û têkoşîna Rêber Apo çîrokeke bê dawî ya ronahiyê ye ku ji tariyê derdikeve; Rêber Apo manîfestoyeke berxwedanê, hêvî û mirovahiyê ye.






