Stêrk Mihemed
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji 2015’an de li hember DAIŞ’ê şerdike û tevahî Rojhilata navîn jî hêzên herî xeternek parast. QSD’ê ji bo tevahî pêkhateyên li Sûriyê bû hêviya jiyenek bi rumet.
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Piştî têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê û ji ber firehiya qadên şer Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku YPG û YPJ’ê stûnên wê yên bingehînin, hat damezrandin. Bi dirêjiya 10 salan QSD’ê gelek serkeftin û guhertinên mezin di qada leşkerî û siyasî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkanîn. Herwiha piştî avabûna QSD’ê di 2015’ê an de bi awayekî fermî QSD’ê bû hevalbenda koalîsyonê Navneteweyî ku bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Di heman demê de di hin operasyonên li dijî DAIŞ’ê bi piştevaniya koalîsyonê Navneteweyî dihatin pêkanîn.
Hemleyên Hêzên Sûriya Demokratîk
Di nav hemleyên herî girîng ên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji destpêka damezrandina xwe heta îro dane destpêkirin ev in:
1- Hemleya rizgarkirina Holê, yekemîn hemleya leşkerî bû ku Hêzên Sûriya Demokratîk dest pê kiribû.
2- Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqa û Tebqa
Di demekê de ku Reqa û Tebqa di nava qeyran û komkujiyan de jiyan dikirin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ew ji mirinê rizgarkirin. DAIŞ’ê Reqa kiribû paytexta DAIŞ’ê û xwe têde berfireh û mezin dikir. QSD’ê ev plana wan têkbir û cîhan ji çeteyên herî xeter rizgar kir.
22’ê Adara 2017’an, hêzên QSD’ê yekemcar bi desteka hêzên koalîsyonê ji hewayê ve xwe danîn rojavayê Tebqayê ku li aliyê din ê Çemê Firatê ye. Şervanan di destpêkê de berê xwe dan Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê û roja 26’ê Adarê balafirgeh rizgar kirin. Piştre di 6’ê Nîsanê de gundên Safsafah û Îbadê ji çeteyan paqij kirin. Bi rizgarkirina herdu gundan re şervanên QSD’ê derdora Tebqa û Bendava Tebqayê dorpêçkirin. Roja 10’ê Gulana 2017’an, di roja 50’î ya operasyonê de navena Tebqayê û Bendava Tebqayê (Firat) bi temamî hatin rizgarkirin.
Li gel dijberiya dewleta Tirk ku bi dîplomasî û gefan hewlda hêzên YPG û YPJ tevlî Pêngava Xezeba Firatê nebin, lê belê hêzên QSD’ê yên bi pêşengiya YPG û YPJ’ê di asta pêşengiyê de cihê xwe di hemû qonaxên pêngavê de girtin û serketina Reqayê diyarî gelan û jinan kirin.
3-Hemleya Xezeba Xabûrê
Hêzên Sûriya Demokratîk di Sibata 2016’an de hemleyeke nû di bin navê “Xezeba Xabûrê” de ji bo rizgarkirina bajarokê “El-Şedadê” û başûrê wê dan destpêkirin. Gundê bajarê Hesekê, armanca sereke ya hemleya rizgarkirina bajarê stratejîk “El-Şeddadê bû”.
4- Hemleya rizgarkirina Minbicê û gundewarên wê
Operasyona “Destgirkirina Firatê”çend mehan hat rawestandin, Hêzên Sûriya Demokratîk amadekariya operasyoneke mezin ji bo rizgarkirina bajarê Reqê ji çeteyên DAIŞ’ê dikir. Ji ber wê yekê di 2’ê Hezîrana 2015’an de dest bi operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê hate kirin. 25’ê Kanûna Pêşîn a sala 2015’an pêngava rizgarkina bajarê Minbicê li ser erdê hate destpêkirin. Di 15’ê Tebaxa 2016’an de rizgarkirina tevahî bajarê Minbicê hate ragihandin.
operesyona ‘Mirovî û Ewlehiyê
Kampa Holê yek ji kampên herî xeter ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ku bi hezaran ji malbetên DAIŞ’ di nava xwe digirtin. Kampa hole ku bi hezaran ji jin û zarokên DAIŞ’ê tevî şaneyên veşatî tê de diman xeteriya vê kampê ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, lê belê li ser tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn bû. Ev kamp ku di bin çavdêriya hêza QSD’ê de dima. Di vê kampê de malbetên DAIŞ’ê ji bo domandina hişmendiya Îslamî ya DAIŞ’ê gelek bûyerên ne rawa dikirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPG, YPJ û QSD’ê bi salan dikarîbûn ku cîhanî ji terorîstê biparêzê û ji bo parastian hermên gelek şehîd li vê kampê hatin dayîn.
Herwiha ji misogerkirina ewlehiyê di hundir herêmê de û parastina tevahî Rojhilata Navîn ji DAIŞ’ê gelek Operasyon di hundir kampê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ’ê li Kampa Holê hatibû destpêkirin. Gelek opresyon di bin navê “Mirovî û Ewlehiyê” de hatin destpêkirin. Armanca operasyonê qelskirina hucreyên DAIŞ’ê, eşkerekirina şaneyên veşartî û baştirkirina rewşa mirovî ya di kampê de bû. Ev operasyon wekî pêngaveke girîng ji bo ewlekariya kampa Holê û herêmê hate dîtin. Lê piştî êrişa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin û çeteyên hikumeta demkî êrişî ser kampa Holê kirin ku bi saleye hêza QSD’ê parastina cîhanê ji xeteriya vê kampê dike, dema ku hikumeta demkî eriş ser kir û kete bin kamtrola wan de gelek çeteyên DAIŞ’ê ji kampê derketin û metirsiya vê jî geleke.
Bi sedan ji malbetên DAIŞ’ê ku destê wan di kuştin, komkujî û bûyerên dijmirovî de hene di nava vê kampê de cihê xwe digirtin niha jî piştî ku hikumta demkî a Sûriyê ew kamp kir bin kontrola xwe û gotin emê cîhanê biparêzin hatine berdan. Piştî ku QSD’ê ji van herêman vekşîn û hikumeta demkî ya Sûriyê hat ev çeteyên DAIŞ’ê hatin berdan daxwaza wan dîsa careke din DAIŞ’ê li Rojhilata navîn û bi taybet li Sûriyê vejîn bikin. Niha jî planek wisa heye ku dîsa û careke din piştî ku QSD’ê Rojhilata navîn ji DAIŞ û qirkirinê xelas kir wan çeteyan careke din bînin ortê û wan li seranserî cîhanê belab bikin.
Rola jinê di van operesyonan de girîng bû
Ji destpêka Şoreşa Rojava de jinê di her qadê û operesyonê de roleke pêşeng û sereke dilîst. Di tevahî opresyonên ku QSD’ê tê re derbas bûye bi piştevaniya YPJ’ê bû. Li Reqa di demekê de ku jin dibûn qurbaniya zihniyeta DAIŞ’ê YPJ’ê bû hêviya jiyanek bi rumetm ji jinên Ereb re. Hêza jina Kurd û şervanên YPJ’ê bi taybet li tevahî cîhanê bandoreke mezin kir. YPJ’ê hemû jinên Rojhilata Navîn ji zihneyata DAIŞ’ê ya paşverû rizgar kir. Tililiyên şervanên YPJ’ê ji DAIŞ’ê tirs bû. Ew ji hêza jinê ditirsîn û li xwe qebûlnedikirin ku li ser destê jinê werin kuştin. Lê şervanên YPJ’ê ew têkbirin, mînaka herî mezin li Kobanê bû û fermandarê nemir Arîn Mêrkane ku xwe di DAIŞ teqand. Niha jî bi hezaran li ser şopa Arîn Mêrkan dimeşin û rêya wê ya têkbirina DAIŞ’ê berdewam dikin.
QSD’ê hêviya gelan e
Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) ku piştî şerê Kobanê a li dijî DAIŞ’ê hate damezrandin ku piştevaniya xwe ji hêzên YPJ û YPG’ê girt. Avabûna QSD’ê destpêkek nû ji bo şer û têkbirina DAIŞ’ê bû. QSD’ê ji destpêka damezrandinê heya roja me ya îro bû nimûne ji hemû pêkhateyan re, di nava xwe hemû pêkhate girtin. QSD’ê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xelasbûna ji DAIŞ’ê bû mînaka herî mezin Reqa bû ku bibû paytexta DAIŞ’ê, hemû gelê Reqa di nava talan û komkujiyekê de jiyandikirin. Herwiha jiyana jinan bi taybet di nava tarîtiyê de bû, serjêkirin, parçekirina laş, revandin û bi sedan awayê kiryaran li Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrzor dihatin kirin. YPJ’ê û QSD’ê ew gel rizgarkirin, ji tarîtiyê anîn ronahiyê û jiyanek birumet ji wan re afirinadin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi şerê xwe ya li hember DAIŞ’ê ne tenê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qirkirin û komkojiyê xelas kir, lê belê Rojhilata navîn û tevahî aliyên Kurdistanê parast û li pêşiya qirkirina mirovahiyê ji DAIŞ’ê girt û digire. QSD’ê bi fermandar, rêveberî û şervanên xwe ev zêdetirî 10 sala ne di nava têkoşîn û berxwedaniyê de ye. QSD’ê bûye mertala parastinê ji tevahî gel û pêkhateyê di Sûriyê de Kurd, Ereb, Ermen, Aşûr, Ciho û Siryan. Ev tevahî pêkhate cihê xwe di nava herêmên di bin parastina QSD’ê de digirin û mafê hemû pêkhateyan tê parastin herwiha hemû pêkhate cihê di nava hêzên QSD’ê de digirin.
QSD’ê ne tenê li hemerî DAIŞ’ê şer kir, lê belê li hember dewleta Tirk a dagirker ku hemû çeteyên DAIŞ’ê piştevaniya xwe ji dewleta Tirk digirin şer kir. Hemû pêlan û êrişên ku li Sûriyê dihatin meşandin destê dewleta Tirk têde hebû ku hertim di nava hewildan û planan de ye da ku hebûna gelê Kurd tune bike, lê belê QSD’ê ji bo parastina gelan hertim di nava tevgerê de bû û hemû planên qirkirinê ku li ser gelê Kurd dihat kirin dişkand û heya niha jî QSD’ê bi vê armancê berdewam dike. Herwiha heya vê kêliyê planên qirkirinê yê ku dewleta Tirk hewildide li ser gelê Kurd bide meşandin û dîsa DAIŞ’ê vejîn bike dişkîne û ji bo parastina gelê xwe hertim di nava hewildan û çareseriyê de ne. QSD’ê bû dengê hemû pêkhateyan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji bo gelan avabûn û vejînbûna ji nû ve piştî hewildanê qirkirinê bû.
Li beramberî hemû êrişan û hewildana tunekirina hebûna gelan, gelek şehîd û berdêlên giran QSD’ê dan da ku destkeftî û nasnameya pêkhateyab biparêze. Ji destpêka şoreşê û heya roja me ya îro li hemberî dagirkeriya tirk û çeteyên DAIŞ’ê zêdetirî 12 hezar şehîd û 20 hezar birîndar hatine dayîn herwiha di nava wan de zêdetirî 5 hezar şehîd ji pêkhateyên Ereb in.






