Kemal Necim
Di hefteya borî de li Şamê pêşangeha Pirtûkan a Şamê hat lidarxistin. Lidarxistina pêşangehê bi xwe ne bûyerke balkêş ya nû bû, lê tişta nû di pêşngeha îsal de ew bû ku qaşo beşekî bi navê Beşa Kurdî hebû. Ji xwe wek rotîn û protokol, di pêşangehan de tiştekî wilo nayê kirin, ango nayê gotin ev beşê pirtûkên bi filan zimanî ne yan ên filan neteweyê ne, ev kategoriyeke wiha li pirtûkxaneyan tê bikaranîn, lê li pêşangeha tişta asayî ew e ku weşanxane beşdar bibin, êdî ew weşanxane dibe ku bi çi zimanî bin.
Ji xwe beşê kurdî li pêşangehê tiştekî wilo qels û kêm bû ku xuya bû tenê ji bo propagandayê bû ku desthilata Şamê dixwaze xwe li pêş raya giştî nîşan bide ku êdî kurdan nas dike. Li wî beşî weke ku yekî kurd ê nêzîkî desthilatê çend pirtûkên ku li ba wî hene anîne û danîne ser maseya beşê kurdî. Ya rastî pirtûkên ku carê nivîskarê kurd Salihê Heydo li maseya xwe ya li pêşangeha şehîd Herekol a li Qamişlo datîne ji pirtûkên beşa kurdî ya pêşangeha şamê zêdetir bûn.
Armanca desthilatê pir eşkeer û diyar bû û xuyaye ku hin rewşenbîrên kurd ên belengaz jî bûn amûrên wê armancê û çand, ziman, weşangeriya kurdî û afrênerî û dahênana bi zimanê kurdî ewqas qels û lawaz nîşan dan. Tevî ku her kes dizane ku di 15 salên dawiyê li Rojava bi hezaran berhemên bi zimanê Kurdî hatine çapkirin û weşandin û çend weşanxaneyên çalak hene ku salane bi sedan pirtûkan diweşînin.
Li Pêşangeha Pirtûkan a Şamê û veqetandina beşekî ji bo pirtûkên kurdî, hevdemî rewşeke pir aloz û hestyar de pêk hat. Li Rojava hîna rewşa seferberî heye, hîna şûnamayên şerekî dijwar ku rû da li erdê ye, hîna sûc û kiryarên hovane yên hêzên desthilata şamê di rojeva xelkê de ne, her roj nasnameyên şehîdên nû têne eşkerekirin, bi deh hezaran koçber di stargehan de ne, bajarê Kobanê di bin dorpêçeke giran a hêzên Şamê de ye. Di van şert û mercan de vekirina beşekî bo pirtûkên kurdî li Şamê bûye weke pêkenokeke reş û hewldaneke ji bo rewakirina kuştin û birçîkirina kurdan.
Ev reftar û hewldana qels a desthilata Şamê ya ji bo biçûkxistin û kêmkirina nasnameya çandî ya kurdan, ji hêla derdorên nivîskar û rewşenbîrên kurd ve nehat pejirandin. Lê tevî wilo jî hin rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd bûn amûra vê pêkenoka reş.
Hin rewşenbîrên, qaşo kurd, hemû nirx û pîvanên kurdbûnê û mirovbûnê binpê kirin û weke mêvan berê xwe dan wê pêşangehê û pirtûkên xwe yên ku bi zimanê Erebî, ne Kurdî, nivîsîbûn imze kirin. Wan rewşenbîr û siyasetmedaran hemû rexne û şermezarî paşguh kirin û bi awayekî pir arzan bûn amûr û alava rewakirina komkujiyan û spîkirina rûyê desthilata Şamê ya ku heta niha bi awayekî destûrî zimanê kurdan nas nake.
Di rewşeke wiha de mirov dikare tenê navekî li wan nivîskar û rewşenbîrên ku xwe avêtin ber lingên desthilata şamê bike, ew jî ew kesên “belengaz” in.






