Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Sûriyê di bin barê bihabûnê de pêşwaziya Remezanê dikin

18/02/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Gelê Sûriyê di bin barê bihabûnê de pêşwaziya Remezanê dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Di bazara Sûriyê de pêleke ji bihabûna madeyên sereke yên xwarinê bi nêzîkbûna meha Remezanê derketiye holê, ev yek jî ji salekê bo saleke din barê welatiyan girantir dike, nemaze di çarçoveya rewşa jiyanî ya zehmet de ku Sûriyê bi giştî tê de derbas dibe.

Bi nêzîkbûna meha Remezanê, zextên aborî li ser malbatên Sûrî yên ku hêza wan a kirînê sînorkirî ye zêde dibe. Bi taybet di çarçoveya pêla bilindbûna bebiçav a pêwistiyên xwarinê ya bilez di bazara Sûriyê de, ku şahidiyê pêleke bilindbûnê di bihayên sebze, fêkî û pêwistiyên din yên xwarinê de bûye, bi rêjeyeke bêhemapa ku gihaştiye rêjeya ji sedî 100, ku bi vê yekê hemû pêşbîniyên fermî yên aramiya bihayê destnîşan kiribû, pir zêdetir û derbas kiriye.

Di nava aloziya ku Sûriyê tê de derbas dibe, welatiyên Sûrî xwe di navbera qelsbûna qudreta kirînê û îstîsmarkirina baziragnan dibînin, di nava windabûneke tam ya çavdêriya temwînê ku hiştiye barê malbatan di meha Remezanê de girantir bike.

Serdanên rojane a malbatan ji bo bazarê veghuriye ezmûnekê li hember qidreta wan a kirîna pêwistiyên sereke yên xwarinê, ji ber ku lîsteya pêwistiyên meha Remezanê li şûna ku bibe rêûresmeke civakî ya naskirî bûye bareke aborî ya zêde.

Bazarên Sûriyê, li Şamê bi taybet rastiyek aborî bi bilindbûna nirxan ve ferz kiriye, lewma tê xuya kirin ku hemû madeyên xwarinê herwiha kelûpelên bingehîn bi nêzîkbûna meha Remezanê ya pîroz şahidiyê bihabûnê bûne.

Bihayên xwarin û mûnetê

Li gorî agahiyên ku ji hin malperan  hatin girtin, tê xuyakirin ku madeyên sereke yên xwarinê ku li ser sifreya her malbatekê heye, rêjeyên bêhempa tomar kiriye.

Genim: Kîloya Savarê gihaştiye 85 lîreya nû ya Sûrî, lê bihaya savara pakêtkirî 95 lîreya nû ye. Li aliyekî din bihayê Birincê bûye bareke zêdetir ku kîloya “Birinca Golden” gihaştiye 135 lîre û ya pakêtkirî 145 lîre. Di heman demê de Birinca “Basmati” li ser lîsteya herî biha ye ku kîloya wê gihaştiye 180 lîre û ya pakêtkirî 190 lîreya Sûrî. Makeron bihayê wê gihîştiye 112 lîre, di bazarê de ya herî bi şok kîloya Firîkê ye ku bihayê wê gihaşt 300 lîre, herwiha onsek ji guza hindê 250 lîre û kîloya rûn 240 lîreya Sûrî ye.

 Madeyê temwîn û konservekirî bênavber zêde dibe

Kêmasiya budceyê ne tenê li ser genim sekinî, lê lîsteyek dirêj ji pêdiviyên sereke yên xwarinê jî di nav xwe de girt:

Vexwarin û şekir: Bihayê kîloyek Metê gihaşt 560 lîreyan, kîloyek şekir bi 72 lîreyan, di heman demê de kîloyek nîsk bi bihayê 250 lîreyan tomar kiriye.

Rûn: Qûtiyek rûnê “Ona” bi 230 lîreyan e, lê bihayê lîtreyek zeyta zeytûnê yê herêmî gihîşt 750 lîreyan.

Kelûpelên konservekirî: Bihayê qûtiyek Sardînan gihaşt 90 lîreyan, qûtiyek Ton gihaşt 120 lîreyan û qûtiyek Martedêla (bi giraniya 400 gram) gihîşt 80 lîreyan.

Bihayên şêranî û pêdiviyên din bi awayekî berbiçav zêde bûne; kîloyek Helawê bi 450 lîre, kîloyek nîska pelçiqandî 130 lîre û nîska ji bo Micedera jî 180 lîre ye.

Xerckirina rojane: Çayê û Qehwe

Heta bi rêûresmên bêhnvedanê ji bihabûnê bandor bûye, bihaya kîloya Qehwê bi 1300 lîreyan û onseke Çayê bi 250 lîreya nû hatiye tomar kirin.

Bi vê sînaryoya bi êş û zehmet, amadekirinên meha Remezana pîroz ji rêûresmên civakî yê bi şad veghurî hevkêşiyeke aborî ya pir tevlihev, ku welatî xwe di navbera daxwazên vejînkirina rêûresmên meha pîroz û nikarîna qidreta wan ya kirînê, dibînin, di çarçoveya bilindbûna bihayan ku bûye astengiyek di peydakirina hêsantirîn pêwistiyên lazim.

Kivark û fasûlî di asta jorîn de ne… Sebze û fêkî di bazarên Şamê de bilindbûneke nû tomar kiriye

Di bazarên Şamê de ji ber pêla nû ya bilindbûna nirxên pêwistiyên xwarinê ku bandor li piraniya cureyên bingehîn ên sebze û fêkiyan kir, rewşek tevliheviyê derketiye holê. Bihayên ku bi berdewamî bilind dibin, lîsteya kirîna asayî ya welatiyan kiriye fikar da ku xwarinên xwe yên bingehîn peyda bikin.

Hate xuyakirin ku bihayên sebzeyên bingehîn astên bilidn tomar kiriye, bihayên wan wiha ne:

Cûreyên ku bihayên wan yên herî bilind ev in: Kîvark di lîsteya herî bilind de ye kîloya wê bi 750 lîre ye, piştre wê Fasûliyên kesk tê ku bi bihayê 250 lîre tê frotin û Bazêla 240 lîre tomar kiriye.

Sebzeyên bingehîn: Bihayê kîloyek Bacan 100 lîre ye, lê bihaya Kartol û Pîvazan aramî tê de heye ku di bihaya 60 lîre sekinî ye.

Xirtik û Bacanê Reş kîloya wan bi 120 lîreyan ne, Fûlên kesk gihaşt 150 lîre di heman demê de Pîvaz û Lehane bihayên wan di astên di navbera 40 – 60 lîreyan de ye.

Bihayê fêkiyan

Bihayên fêkiyan ji vê sînaryoyê dûrneketiye, lê ew jî hejmareke bilidn tomar kiriye ku bandorekê li ser welatiyan zêde kiriye:

Sêv kîloya wê bi 150 lîre ye, Birtiqal 120 lîre, Gezer 70 lîre û Şewender 40 lîreyan.

Bihayên goşt

Li gorî daneyên meydanî yên li bazarên gelêrî û bihayên ku li ser medyaya civakî hatine weşandin, bihayên goştê sor di lîsteya xwarinên herî biha de ne, ku ew hêza kirînê ya piraniya malbatan derbas kiriye.

Ji bo gelek malbatan, bihayê goştê sor bi hemû cûreyên wê di navbera 140 û 180 hezarî de ye.

Bihayê goştê mirîşkan di navbera 22 hezar heya 49 hezaran e.

Bihayên gotş ji deverekê bo ya din tê guhertin herwiha ji firoşgehekê bo firoşgeheke din di heman bazarê de, ev yek nebûna lêvegereke bihayê ya zelal nîşan dide.

Sedemên bilindbûna bihayê di meha Remezanê de:

Aborînas dibînin ku di meha Remezanê de bi gelemperî ji ber zêdebûna daxwaza xwarinê û zêdebûna xerckirina malbatan bihayên pêwistiyên xwarinê zêde dibin.

Di nav van sedeman de, meha Remezanê wekî demsala bazirganî tê hesibandin ku tê de tevgera firotanê zêde dibe, ji bilî vê yekê biryarên qedexekirina derbaskirina hin cureyên sebze, fêkî û mirîşkên cemidî, ku bû sedema zêdebûna girêdayîbûna bi berhemên herêmî, lewma di encamê de bihayên pêwistiyan bilindtir dibin. Di heman demê de yek ji sedeman guhertinên bilez a bihayên Serfê, bilindbûna lêçûna veguhestin û enerjiyê, zêdebûna daxwazên demsalî berî Remezanê, qelsbûna hilberîna herêmî ya hin berheman di encama bilindbûna lêçûna pêwistiyên çandiniyê û bilindbûna bihayên derbasbûna berhemên cîhanî bi taybet Zeyt û Şekir.

Sal bi sal qelsbûnek berbiçav di qidreta kirînê de tê destnîşan kirin:

Ji sedî 80 û 150 di hin pêwistiyên bingehîn yên meha Remzanê de bilindûna bihayan hatiye destnîşan kirin. Pisporên di vî warî de destnîşan dikin ku mûçeya navînî, ku par nêzîkî ji sedî 50’ê pêdiviyên meha pîroz pêk dianî, niha bi zorê ji sedî 20 pêk tîne.

Tiştê ku em li ser refikên sebze û fêkiyan li parêzgehên Sûriyê dibînin ne tenê mijara bilindbûna bihayan e; lê ew nîşaneya aloziyeke aborî ya berdewam e ku rastiyeke dijwar li ser gel ferz dike. Tevî vê yekê, gelê Sûriyê israr dikin ku xwe bi pêdiviyên jiyana xwe ya rojane ve girêbidin, hewl didin ku dahata xwe ya sînordar bi lêçûnên jiyanê yên her ku diçe zêde dibin re hevseng bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.