Ehmed Hesen
Ji êrîşên 6’ê çileyê yên li ser Taxa Şêxmeqsûd û heya 10’ê sibatê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriye gelek guhertin û rûdan qewimîn, HTŞ’ê li dijî civaka kurd şerê qirkirina etnîkî da destpêkirin û armanc ew bû ku hebûna civaka kurd ji holê rake, di heman demê de ya herî xirab ew bû ku gelê ereb li dijî kurdan da sorkirin û hewla şerkirina kurd û ereban xist rojeva xwe ya esasî, di serî de di kesayeta rêber Apo de rê li ber vê şerê civakî ya Kurd û Ereban hat girtin, destwerdana rêbertî ya ji Îmralî careke din rihê çareseriya demokratîk derxist pêş. Armanca bingehîn a van êrîşan ew bû ku civakan li dijî hev bidin sorkirin, dewleta Tirk bi riya HTŞ Rojava dagir bike û xeta mîsaq û milî veke, di heman demê de hevgirtina civakî parçe bike, ya ku rê li ber vê qirkirinê girt peradîgma entegrasyona demokratîk a rêber Apo ye, ji ber ev peradîgma li şûna cudakariyê yekîtiyê, li şûna parçekirinê yekbûnê, li şûna paşguhkirinê pirrengiyê û li şûna neteweperestiyê pirnetewbûnê esas digire û azadiya civakî diparêze. Ger ku entegrasyona demokratîk hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li Rojavayê wê weke peradîgmayeke çareseriyê were bingehgirtin, wê rê li ber qeyranên mezin û parçebûna xaka Sûriye û Turkiyeyê were girtin, ji ber ku hêza aqilê civakî dikare li ber sînorên şer û qirkirinê bibe benda çareseriyê. Lê feraseta ku bi mejiyê Colanî û Erdoxan tê meşandin berovajî vê yekê nîşan dide, Erdoxan û hikûmeta AKP-MHP’ê bi armanca tesfiyekirina doza kurdan nêzî pirsgirêka kurd dibin, di heman demê de Colanî bi feraseta avakirina dewleta Îslamperest a xîlafetê li pirsgirêkên pêkhateyan dinêre, ango her du jî wê yekê dikin ku civaka kurd ji civakên din biqetînin û dawî lê bînin.
Komkujiyên li Şêxmeqsûd û dorpêça li Kobanê qewimîn vê yekê piştrast dikin. Lewma jî çendîn behsa çareserî û diyalogan were kirin jî, feraseta cudakariya civakan neyê guhertin zehmet e ku entegrasyona demokratîk were bicihanîn. Yên ku vê guhertinê pêk bînin û çarenûsa azadiya xwe diyar bikin jî etnîk û civaka Sûrî yê ye, divê civaka Sûrî bi Kurd û Ermenên xwe, bi Ereb û Çerkezên xwe vê barê bicihanîna jiyana hevbeş hilgirin û rê nedin destwerdanên ji derve taybet ên dewleta Tirk û berjewendiyên wê.
Weke encam ji bo avakirina sîstemeke pirreng peradîgma civaka demokratîk dikare bibe riya herî sereke ya dawîanîna li qeyranên ku civakên Sûriye û Rojhilata Navîn jiyan dikin, ji ber ku di nava xwe de kakilê azadiya etnîkî, bîrdozî û zayendî bingeh digire. Her wiha ji bo pêşxistina sîstemeke ku bi azadiya hemû pêkhateyên Sûriye re li hev dike dikare bibe mînaka herî serkeftî.






