Ayşa Silêman / Dêrik
Hevseroka Heyva Sor Newroz Hesen diyar kir ku ji roja seferberî li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin, Heyva Sor di nav tevgerê de ye û bi hemû hêza xwe hewil dide barê koçberiyê li ser koçberan sivik bike.
Li seranserî Rojavayê Kurdistanê gefên êrişan pêktên û dewletên hegemon dixwazin hebûna gelê Kurd ji holê rakin, lewma êrişkaran dest danîn ser gelek mal û milkên gelê Kurd, Kurd jî neçar bûn di vê rewşa zehmet de koçber bibin û rastî gelek nexweşî, êş û azaran werin. Lewma li seranserî cîhanê gelê Kurd rabûn ser piyan û destek dan gelê Kurd li Rojava, ji bo wan alîkarî rêkirin û bi riya Heyva Sor a Kurd li koçberan alîkarî hatin belav kirin û heya niha jî di hemû milî de destekdayînê didin koçberan.
Di derbarê kar û xebatên Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê Hevseroka Heyva Sor Newroz Hesen ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji bo koçberan Heyva Sor her dinav tevgerê de ye’
Newroz Hesen da zanîn ku dema êriş li ser Rojavayê Kurdistanê rûdan û gelê Kurd koçber bûn Heyva Sor erk girt ser milê xwe ku destek bide koçberan û wiha got: “Dema koçberan berê xwe dan bajarê Dêrikê li dibistan û mizgeftan bicih bûn me wek gava destpêkê hin pêdiviyên sereke ji wan re peyda kirin. Di heman demê de me embolansê xwe kirin tevgerê da ku di xizmeta koçberan de bin û li kêlek wê kilînîka me ya gerok jî her amade bû ji bo rewşên awarte ji ber ku avhewa gelek zor bû zarok rastî gelek nexweşiyên giran dihatin. Herwiha dema Komeleya Xêrxaziya Berzanî alîkarî ji bo koçberan rê kirin têkilî bi Heyva Sor re kirin û bi riya me derbasî Rojava bûn û serlêdana koçberan kirin û di hemû milî de destek dan koçberan. Di heman demê de gelek zarokên piçûk hebûn hewceyî şîr bûn, lewma me pêwîstî dît ku şîr ji van zarokan re peyda bikin û li ser wan belav bikin. Li kêlek alîkariyê embolansê me şev û roj di xizmetê de ne û dem bi dem serlêdana koçberan dikin û çi rewşên ewarte derkevin koçber têkliyê bi me re dikin.”
‘Heyva Sor hertim li kêleka Gel e’
Newroz Hesen axaftinên xwe wiha domand: “Şêniyên bajarê Dêrikê û Rêvebriya Xweser jî ji bo destekdayîna koçberan, gelek alîkarî pêşkêşî wan kirin û heya niha jî dikin. Herwiha Heyva Sor derbasî xetên gundan jî bû û koçberên li wir dimînin bi wan re bûn alîkar. Lê kêlek alîkariyan Heyva Sor sotemenî jî li koçberan belav kir da ku di vê zivistanê de rewşa wan zehmetir nebe û nexweşiyên wan girantir nebin. Di heman demê de jî me berê xwe da deriyê Sêmalka jî ji ber ku gelek destên alîkariyê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûn, lewam ew alîkarî radestî Heyva Sor dibûn û me li koçberên li Dêrik, Qamişlo û Hesekê belav dikirin. Mîqdarek derman jî ji gelê me yê Başûr gihiştin nav destê me, em gelek serbilind in ku ew bi vê rolê radibin û êşa koçberan hîs dikin. Herwiha şandeyek bijîşk jî ji Başûrê Kurdistanê bi riya Desteya Tenduristî û Heyva Sor derbasî Rojava bûn û serlêdana koçberan kirin û pêdivî di milê derman de ji wan re peyda kirin û gelek kes hebûn hewceyê emeliyatan bûn û ew bijîşk bi erkê xwe rabûn. Em wek Heyva Sor a Kurd hertim li kêlek gelê xwe ne, em ê careke din alîkariyê belav bikin û çi kesê hewceyê emeliyatan yan kesên ku hewceyî milên pirotezî bin em navê wan tomar dikin da ku em bi wan re bibin alîkar. Em hêvîdarin herkes alîkariyê bide koçberan û spasiya herkesî dikin ku destê alîkariyê dayî Heyva Sor û gelê Rojava, em bi hêvîne bi vê destekdayînê berdewam bin heya ku ev rewş bidawî bibe.”






