Solîn Mihemed/ Qamişlo
Bi hezaran çîrokên koçberan ên bi xemgînî, kul û êş hene ku di her koçberiyekê de zehmetiyeke jiyanî dîtine. Yek ji wan çîrokan a Binefiş Cimo ku li kêlek zehmetiyên koçberiyê, êşa sê zarokên xwe yên şehîd dikşîne.
Xelkên Efrînê çar car in ku ji cih û warê xwe koçber bûn û di her cihekî ku koçber dibûn, zehmetiyek dikişandin. Serpêhateya dayîka koçber dema li gundê Tirindê yê li bajarê Efrînê de sê zarokên wê di teqînê de şehîd bûn û kurekî wê jî astengdar bû. Wê di jiyana xwe de gelek xemgînî û zehmetî dîtine. Ji ber koçberiya wan jî, lê kêfxweş e ku kurekî wê li gel wê maye.
Çîroka dayikeke koçber

Dayikek koçber bi navê Binefiş Cimo ku ji gundê Tirindê yê bajarê Efrînê ye. Ew jineke ku temenê wê 48 salî ye. Xwedî malbateke ku ji şeş kesan pêktê. Tenê çar zarokên wê sê kur û keçek hebûn. Hevjînê wê jineke din anî û ew jî bû xwedî du zarok. Ew destpêkê li gundên Tirindê yê li bajarê Efrînê diman û weke her maleke xizan jiyan dikirin. Dema ku li Efrînê şer çêbû, li pêşiya mala wan teqînek çêbû û di wê teqinê de sê zarokên wê şehîd bûn û kurekî wê jî astengdar bû. Di şer de ew koçberî gundê Şehbayê bûn. Di jiyaneke zehmet de derbas bûn. Wê gelekî xemgînî dît. Ew her tim jiyana xwe wek her dayikekê ku parçeyek xwe daye bi girî û xemgînî derbas dike.
Piştî koçberiya wan li Şehbayê, 6 salan li wir jiyan kirin. Wan 6 salan li Şehbayê jiyaneke zehmet ya koçberiyê jiyan dikirin. Her tim dixwestin ku vegerin gundê xwe yê Tirindê lê dema ku zarokên wê dihatin bala wê ew xemgîn dibû û nedixwest ku vegere. Paşê dema ku careke din li Şehbayê şer çêbû wan berê xwe da bajarê Reqayê. Li Reqayî cihê xwe di dibistanan de girtin. Ji ber tu kesî wan li bajarê Reqayî tune bû ew di dibistanan de man. Di dibistanên bajarê Reqayê de salekê tê de jiyan kirin. Lê belê ew ne bi jiyana ku tê de jiyan dikir difkirî, ew bi zarokên xwe yên şehîd difikirî.
Xemgîniya her koçberekî
Her tim bi dilekî xemgîn bi kurê xwe yê mayî re şah dibû û dixwest ku rewşa wî baş be. Lê ji ber şezaya ku ketî serê kurê wê û lingê wî yê asteng digot: “Ji ber vê rewşa kurê min jî ez kêfxweş im ku ev kurê min li ba min ma.” Jiyana wan hemû bi koçberiyê û xemgîniyê derbas bû. Lê tevî wiha jî hemû zehmetiyên jiyanê jî li ber xwe didan.
Dema ku di vê demê de êrişên hikumeta demkî û DAIŞ’ ê li ser bajarê Reqayê çêbûn. Careke din koçber bûn û berê xwe dan bajarê Qamişlo. Ji ber ku erebeya wan tune bû ew bi dilekî tirs li bajarê Reqayê man û dixwestin weke her kesî ku berê xwe didan qadên bi ewle ew jî hewil didan bi şêwazekî xwe bighinin wan qadan, ku zerer negihêje wan. Ew bi dilekî tirs li wir dimînin heya ku dibe roja din û hinek wan bi xwe re tînin. Dîsa hatin di dibisanên Qamişlo de bicih bûn. Niha li bajarê Qamişlo dimîne û dibêje ew tiştekî naxwaze, lê dixwaze kurê wê baş bibe. Di jiyana xwe de ji destpêka li gundê Tirindê heya niha li bajarê Qamişlo, bi hemû zor û zehmetiyan re rû bi rû hatin. Tevî vê êşa di dilê wê de ew bendewara vegera li Efrînê, vegera gundê xwe ye yê ku tê de kezeba wê hate şewtandin.






