Dilyar Cizîrê
Gelê kurd û bi serkêşiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhertineke dîrokî, afirandin. Di Rojhilata Navîn ku jêdereke sereke ya aboriya cîhanê ye û dinavenda berjewendiyên hêzên hegemon de ye. Modela Netewa Demokratîk ji bo çareserî û azadiya gelan piratîze kirin. Ev bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an de ronî dît û ket piratîkê. Di ezmûna 14 salan a modela Netewa Demokratîk de serkeftina xeta aştî û biratiyê xwe da der. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî kurt û kêmasiyan karîbû di nava agirê nakokiya hêzên hegemon ên navdewletî de, gavên mezin, pêk bîne. Ev jî ne li gorî berjewndiya hêzên serdest ên hegemon bû. Ne dixwestin gelê Sûriyê bi aştî, biratî û wekhevî bi hev re jiyan bike.
Pirsgirêkên xwe çareser bikin. Heger kirin, tê wateya tu karê hêzên serdest di herêmê de tuneye. Ji lewma li dijî Rêveberiya Xweser û hêza wê ya leşkerî komployek mezin dan meşandin. Ev komploya piralî û berdewam bi itfaqa di navbera Hikûmeta HTŞ’ê û Îsraîlê ya di 6’ê Çile de li Parîsê bi serkêşiya DYA’yê pêk hat, zêdetir hate aşkerekirin. Ji vir ve êrişa li dijî taxên kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate destpêkirin. Di vê êrişê de rola serkêşiyê ji Dewleta Tirk û Erebistana Siûdiyê re hate dayîn. Qeter, Ordin û hin welatên din ên ereban di nava plana dijber de cih girtin. Hemû cûreyên piştgiriya leşkerî û istxbaratî dan dewleta Tirk û çeteyên wê. Her çendî di bin navê Artêşa Sûriyê êriş pêk anîn. Ê êriş bi rê ve dibir artêşa Tirk bû.
Piştî Helebê êrişên xwe dewam kirin û di herêmên Rêveberiya Xweser ên piraniya nifûsa wan erebin dewam kirin. Di herêmên wekî Tebqa, Reqa, Dêra Zorê xwestin şerê heyî veguherînin şerê kurd û ereban. Hêzên QSD’ê ji bo rê li ber şerekî wiha bigrin, biryara vekişîna ji wan herêman da. Lê êrişkaran di wir de jî êrişên xwe dewam kir. Di Dêrhafir de û di dema hêza QSD’ê xwe paş de vedikişand, êrişên herî dijwar pêk anîn. Lê dema şer giha meydana Rojava dengeyên şer hatin guhertin û şervanan derbeyên giran li êrişkaran xistin. Di encamê de ew anîn peymana 29’ê Çile û gavên niha têne avêtin. Beşdarbûna nûnerên Rojava di Kongereya navdewletî ya Miyûnixê jî berdewama wê ye.
Di vê meh û nîvê de mirov baş dibîne, çawa hegemoniya cîhanê komplo li dijî Netewa Demokratîk û çareseriya li ser esasê hevgirtina civakî pêk anîn. Ji ber serkeftina vê sîstemê têkçûyîna berjewendî û hegemoniya wane. Heta ji wan were jî dê rê nedin gelê herêmê bi xwe rêveberiya xwe bikin. Bi taybet jî li Sûriyê ku xwedî cihekî stratejîk û jêdera aboriyê ye. Modela li Sûriyê serwer bibe, dê yek ser bandora xwe li cîhana ereban û tevahî Rojhilata Navîn bike. Ji ber wê jî dixwazin sîstema xwe ya netewperest, serwer bikin. Ev jî tê wateya dê kawis û aloziya di herêmê de dewam bike. Aloziyên niha di herêmên Sûriyê de ji rojên destpêkê ve nîşan dide.






