Ronahî Sadûn/Qamişlo
Gelê Kurd li hemberî zor û zilma desthilatdaran agirê şoreşê gur kirin, berdêlên giranbuha dan û serî ne çimandin. Îro jî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya Ku gelê Kurd bo doza xwe lidarxistinbûn rûbirûyî metirsiyên mezin in, ji ber ji her alî ve plan li ser têkçûna wê ve tên meşandin, lê yekîtiya Kurdan wê rê li ber vê yekê girt û serkeftinê tacîdar kir.
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê dest pê kir û bi gel û şervanên Kurd li tevahî Rojavayê Kurdistanê pêlên wê belav bû. Ev dîrok nayê wateya ku beriya wê yekîtiya Kurdan ne bû, lê bi pêlên şoreşê re yekiti hevgirtina kurdan xortir bû. Lê di vê dîrokê de Kurd li hemberî sîstema desthilatdar a Sûriyê rabûn ser piyan û êdî dest pê kirin ku wan ji warê xwe derxînin û zilama wan bidin şikandin. Herwiha Şoreşa Rojava di bingehê xwe de, şoreşeke civakî bû ku jinê pêşengtî jêre kir. Di heman demê de ew rêya ber bi guhertinên salan ji hişmendî, desthilatdarî, jiyanî û hwd…e. Lewma di nava van salên dûr û dirêj yên şoreşê ne, gelek guhertin û veguhertin pêk hatine ku li Rojava sîstema rêvebirênê bi rêjeya sed ji sedî guherî ye, sîstema hevserokatî, wekheviya zayendî û pêkhatiye lê tê jiyankirin, têgehên nijadperestî, netewperestî, zayendperestî ji holê hatine rakirin. Ev jî destkeftineke mezin a ku bi berdêlên giranbuha heta roja îro hatiye.
Çima şoreşa Rojava?
Şoreşa Rojava bi îradeya gelekî ku doza mafê xwe dikir derket pêş, ne ku gelê Kurd doza axên gelên dîtir dikir. Di nava vê şoreşê de keç û xortên Kurd hêza xwe ya YPG û YPJ’ê dan avakirin, da ku bergeriyê li ber xak, namûs û welatê xwe bikin. Bi salan û heya roja îro jî van şervanan “Gel û herêma” xwe ji hemû êriş û qirkirina diparastin. Herwiha di encama keda şervanên Kurd û şervanên pêkhateyên din de, serkeftineke ku di dîroka giştî cîhanê de nehatiye jiyankirin pêk hat, serkeftin jî ew bû ku şervanên YPG, YPJ û QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê yên di cîhanê de naskirî ne bi hovitiya xwe, têk birin. Şervanên Kurd bi hêza xwe ya hevgirtî li hemberî hemû şert û mercên hatin jiyankirin û heya îro jî tên jiyankirin li ber xwe didin, tevî ku di gelek aliyan de cîhan hemû li hemberî wan bûne yek jî, lê gel û şervanên Kurd ne tenê DAIŞ têk dibe, her kes û dewletên ku destdirêjiyê li ser mafê wan bike wê wan têk bibe, ji ber ew amade ne ji bo parastin welatê xwe her tiştî bikin.
Encamên Şoreşê
Şoreşê rê li ber avakirina Sîstemek Xweser a Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya jinê vekir. Bi şoreşê re, îradeya gelên herêmê ji Kurd, ereb, Suryan, Tirkmen û hwd… hat xurtkirin. Di heman demê de Yekîneyên Parastina Gel û Jinê (YPG û YPJ)’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê serkeftinên mezin bidest xistin û tevahiya bajar û deverên ketibûn bin destê çeteyan de rizgar kirin. Herwiha bi ewlehiya herêmê re, aramî û ewlehiya cîhanî piştî têkbirina DAIŞ’ê misoger kirin. Li kêlek vê yekê rola jinan di hemû qadên jiyanê de mîna siyasî, leşkerî, rêveberî, civakî û hwd… de wekhev hat pejirandin. Ya girîng jî perwerdeya bi zimanê dayikê Kurdî, Erebî, Suryanî di dibistanan de bû mafeke bingehîn ên xwendekaran. Li kêrleka van jî gelê Rojava sîstema xwe ya birêxistinkirinê xurt kirin, di warê xweparastinê de xwe perwerde kirin û Şerê Gelê Şoreşgerî bingeh girtin. Jinên Kurd di Şoreşa Rojava de bûne sembola azadî û rûmetê, dîrokê ji nû ve diafirînin, sînoran dişkînin û pêşerojeke azad ji bo hemû gelê Kurd û jinên cîhanê ava dikin.
Rola ciwanan di şoreşê de
Rola ciwanan di Şoreşa Rojava de wekî pêşeng, parêzvan û avakerên civakake nû bû. Bi taybet ciwanên Kurd û pêkhateyên dîtir di nava Şoreşa Rojava de dînamîkên sereke ne. Herwiha ew ji bo pêşxistin û serxistina şoreşê roleke pir girîng lîstin û li ser vê bingehê jî rola wan tê berdewamkirin. Ciwan di qadên rêxistinî, bîrdozî, dîplomasî, hunerî û parastinê de çalak in, bi taybet jinên ciwan di nava şoreşê de rola pêşengiyê dilîzin û têkoşîneke bilin didin meşandin. Ciwan di parastina destkeftiyên şoreşê û ewlehiya herêmê de bi çalak û beşdar in. Lewma em dikarin bêjin ciwan bingehê şoreşê ne û bi xebatên xwe re şoreşê ber bi serkeftinê ve dibin.
Li Rojava îro şoreş gahiştiye çi astê
Di hundirê Şoreşa Rojava de gelek şoreşên din hatin lidarixstin, îro jî şoreş derbasî qonaxeke nû bûye. Bi guhertin û geşedanên li herêmê têne jiyankirin, ruhê şoreşê hîn xurtir û çalaktir bûye. Ji ber hikumeta demkî ya Şamê ku bûye saleke li ser desthilatdariyê ye, bi hêzên cîhanî re berê xwe da vê şoreşê û xwestin şoreşê têk bibin û gelê Kurd bi tunekirina sedsala 21’emîn re derbas bike. Lê hemû dinya dizane ku gelê Kurd heya niha dev ji mafê xwe bernedaye û bernade. Heya niha li hemberî tu hêzan serî netewandî ye û berxwedanekî bêhempa nîşan dide. Berxwedana gelê Kurd di avakirina saziyan de û berxwedana hêza YPG û YPJ’ê berxwedanekî efsûnî ye. Şoreşa îro li Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê Kurd tiştekî pir hêja û watedar e. Ji ber xwe bi xwe rêvebirin ji bo gelê Kurd xeyala bi sedê sala ye. Her çiqasî li hemberî vê şoreşê şer bê kirin jî, lê tekez wê bi yekbûna gelê Kurd têk biçe, wekî ku îro ev yek hat jiyankirin.
Parastina destkeftiyên Rojava, parastina Kurdistanê ye
Rewşa heyî ya li Rojava ne tenê qeyraneke herêmî ye, rûbirûbûneke dîrokî ya ‘hebûn û tunebûnê’ ya gelê Kurd e. Êrişên li dijî destkeftiyên Şoreşa Rojava ew êrişên rasterast ên li ser hebûn, rûmet û mafên rewa yên neteweya Kurd e. Lewma heta ku Kurd nebin yek dê li Kurdistan û Rojhilata Navîn bê parastin bimînin. Parastina destkeftiyên Rojava, parastina hêviya hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ji bo wê ger ku Kurd weke netewek nebin yek deng, yek helwest û yek rêxistin, ew ê di nav Rojhilata Navîn de di bin metirsiyê qirkirinê de bimînin. Lewra pêwîst e ruhê yekîtiyê yê li her çar aliyên Kurdistanê ji bo Rojava derket holê, bê parastin û her dem bi wî ruhî têkoşîn bê meşandin. Niha jî di encama her tiştê ku tê kirin, berxwedana hebûn û rûmetê li seranserî Rojavayê Kurdistanê tê domandin. Şerê Gelê Şoreşgerî di asteke bilinde ketiyê meriyetê ku gel bi şervanên xwe re bi şev û roj parastinê dikin.






