Ayşa Silêman/ Dêrik
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêber Apo pêk hatibû ket sala 27’an, gelê Kurd bi berxwedanî û yekbûna xwe ya ku li ser bingehê felsefeya Rêber Apo avakiriye, wê kompiloyê têk binin.
Di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi pilanên navneteweyî û kompiloyeke qirêj Rêber Apo dîl girtin û xwestin piroje û pilanên wî bişkînin. Lê gelê kurd bi têkoşîneke bê hempa felsefeya Rêber Apo berdewam kirin û xeta azadiyê bernedan, lewma dewletên hegemonîk careka din dixwazin bi rê û resmên nû kompiloyê li ser gelê kurd pêk bînin û wan di qirkirinan re derbas bikin.
Di derbarê kompiloya navnetewî ya ku li dijî Rêber Apo pêk hatî Endama Rêxistina jinê Macîda Ehmed û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Raxîda Xelîl ji Rojnameya me re axivî.
‘Bi rêbazên nû dixwazin kompiloyê careka din pêk bînin’

Endama Rêxistina jinê Macîda Ehmed da zanîn ku kompiloya sala 1999’an ku li dijî Rêber Apo pêk hatî û kompiloya ku îro li ser gelê kurd pêk tê bi hev re girêdayî ne û wiha got: “Ji sala 1999’an ve heya roja îro gelê kurd hemû kiryar û kompiloyên dagirkeran vala derxistine. Hertim dixwazin di nav kurd û ereban de tevlîheviyan derxe û di bin navê dînê islamê DAIŞ perwerde kirin û dîn li ber çavê herkesî reş kirin lê ev pilan jî têk çûn. Yekîtiya civakê rê li pêşiya hemû pilanan girtin û bi yekîtıya xwe hebûna xwe isbat kirin. Di heman demê de ev nêzî mehekî ye bi rê û rêbazên nû komployeke din li ser gelê kurd pêk tînin û dixwazin bi lîstokên qirêj gelê kurd qir bikin. Tevî hemû êriş û pilanên ku rû didin û dorpêca li ser gelê Kobanê pêk tê jî lê hemû dewletên cîhanê xwe li hemberî van qetlîaman bêdeng dikin. Li kêlek wê bi riya ragihandinê dixwazin şerê nefsî pêk bînin li ser gelê kurd xwestin ku bivan êrişan îradeya gel bişkînin. Em jin bi taybet bi israrin ku çawa ev 15 salan me felsefeya Rêber Apo da meşandin, em ê berdewam bikin heya ku ev kompiloya qirêj bişkînin û Rêber Apo fîzîkî azad bibe. Di dema niha de pêwîste em bêtir xwe di milê zihnî de xwe pêş bixin û piştgiriya hêzên xwe bikin.”
‘Tu kes nikare gelê kurd têk bibe’

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Raxîda Xelîl anî ziman ku ew li ser navê hemû jinên cîhanê kompiloya navnetewî şermezar dikin û wiha got: “Di şexsê Rêber Apo de kompilo pêk anîn da ku hêza gelê kurd bişkînin. Lê Rêber Apo bi têkoşîn û berxwedaniyeke mezin û bi pêşengtiya jinê karî vê kompiloyê vala derxe. Niha jî dewletên hegemon careke din komplioyeke din li ser gelê kurd pêk bînin û wan tune bikin. Lê gelê kurd li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bingehekî xurt avakirine û hemû lîstokên dijmin fam kirine lewma ne bi hesanî dijmin dikare gav bavêje di welatê me de. Herkesî hêrsa gelê kurd dît çawa daketin qadan û sekna xwe nîşan dan, bi taybet jina kurd rihê fedekariyê li gel wê nûjen bû û cihê xwe li kêlek şervanan girtin û soza berxwedaniyê nû kirin. Em wek jinên kurd soz didin heya ku Rêber Apo azad nebe em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê berdewam bikin. Tu kes nikare gelê Rojava têk bibe û wê gelê kurd li herçar parçeyên Kurdistanê li ser piyan be heya ku mafê gelê kurd bidest bixe.”






