Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Menuya Komplogeran

18/02/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

6’ê Çileyê dema  pêla êrişên HTŞ û çeteyan ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest pê kir û piştre xwestin li tevahiya Rojava belav bikin, komploya navneteweyî derbasî qonaxeke nû dibû.

Piştî êriş û berxwedana deh rojan, 16’ê Çileyê çete li Deyr Hafirê bûn û dixwestin van êrişên xwe li seranserê Rojava belavbikin. Di demek wiha de QSD’ê biryar da ku wê ji heremê vekişin, derbasî Rojhilatê Firatê bibin. Di demek wiha de 18’ê Çileyê li Hewlerê civînek di navbera Amerîka û Kurdan de pêk hat. Peymanek ku ji 12 xalan pêk dihat li ser masê bû. Di kêliyên ku ev peyman dihat nirxandin de, xebera ku li Deyr Hafirê komkujiyan dest pê kiriye hat. Hêzên HTŞ’ê li gor lihevkirinê tevnedigeriyan.

19’ê mehê li Şamê dema civîna lihevkirina peymana 18’ê Çileyê bûn, Tom Barrack bi helwesta xwe dida xuyakirin ku di Komploya duyem de erkdar e. Daxwaza Mazlûm Ebdî ya seknandina van êrişan red dikir. Zextan dida ku peymana teslimiyetê bide îmzekirin.

Li hemberî hemû  gef û bêedebiyê Mazlûm Ebdî got; ez ê herim gelê xwe biparêzim.

Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an ji Şamê derket, Mazlûm Ebdî jî bi wê helwestê 19’ê Çileyê ji Şamê derket. Rêber Apo derbasî Ewrûpa bû li çareseriya dopirsa Kurd geriya. Tom Barrackê demê Clinton li Ewrûpa bi du Rêber Apo ketibû û dixwest pêşî li lêgerîna çareseriya pirsa Kurdistan bigire. Dixwest ku dewletên Ewrûpa li Abdullah Ocalan xwedî dernekevin. Lê Kurdistaniyên Ewrûpa li Roma li dora Rêber Apo xelekek parastinê çêkirin.

Mazlûm Ebdî dema ji wan re got; “Ez teslimiyetê qebûl nakim” û vegeriya Kurdistan, seferberî hat îlankirin. Li derveyî bajaran şervan, di nav bajaran de herkesî çek girt û li seranserê cîhanê Kurd, Kurdistanî û dostên wan daketin qadan. Herkes di nobeda parastina Rojava de bû.

Li qadên berxwedana parastina Rojava her wek ‘Kongreya Neteweyî ya Kurdistan’ hat lidarxistin. Herkesî aliyên xwe yên siyasî, rêxistinî, partî û kesayetî danîn aliyekê û bi yek deng û rengî li kolanan bûn. Rêber Apo jî li Îmrali bi pêşbînî şerê hêzên komploger yê ku dixwazin di navbera gel, bawerî û mezheban de bidin destpêkirin, dît. Midaxlekir. Ji bo pêşîgirtina komployê, biryara peymana 30 Çileyê da.

Dema Kurdan li qadan kongreya xwe ya yekîtiya Netewî pêkanîn, hêzên navnetewî jî ketin nav liv û tevgerê. Zext dan ser hikumeta Şamê da ku li gor peymana 30’yê Çilyê tevbigere.

Kurd bi têkoşîna xwe ya salan a li dijî Komployê bûbûn xwedî ezmûnek. Dîsa gel û Rêber Apo ev komplo jî vala derxistibûn. Pêşî li şerê nav gelan girtibûn. Rojava ji felaketên mezin parastibûn. 14 roj piştî vê peymanê di 13’ê Sibatê de ji balefirgeha Hewlêrê, ji rêveberiya xweser 2 rêwî di balafira Munîhê de bûn, ew jî Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bûn.

Belê Konferansa ewlekariyê ya li Munîhê bûn. Konferansek gelek girîng ku ji lîderên gelek welatan, serokomar, serokwezîr beşdarî vê konferansê dibin. Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed jî li vê konferansê bi van lîderanre civîn lidarxistin û hevdîtin pêkanîn.

Di civîna Davosê de, Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney, bersivek waha dide gefên Trump; “Hêzên hevbeş divê bi hev re tevbigerin, ji ber ku heke em ne li ser maseyê bin, emê di menuyê de bin” Têkoşîna Rêber Apo ya 27 salan Kurd ji menûya Komployê derxistibû û li Munîhê, li dora masê dabû rûniştandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.