Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şengal û Başûrê Kurdistanê di ihtîmala êrişan de ye’

18/02/2026
in ROJEV
A A
‘Şengal û Başûrê Kurdistanê di ihtîmala êrişan de ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Hevseroka MXDŞ Cîhan Celo diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê alozi bidomin, bê guman wê êriş li ser Şengal û li Başûrê Kurdistanê jî werin kirin, lewra gerek civak, keç û xurtên me seferberiya li Rojavayê Kurdistanê ji xwe re bikin mînak ku ew jî li ax, şervan û hêzên xwe xwedî derkevin, ji bo em dîsa rastî fermaneke din neyên.   

Piştê êriş û aloziyên ku li Rojavayê Kurdistanê rû dan, Rewşa Şengal û Başûrê Kurdistanê jî di metirsiyê de ye. Divê çarçoveyê de Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Planek navneteweyî li ser gelê Kurd tê meşandin, hûn vê yekê çawa dinirxînin, bi taybet êrişên li ser Rojava sedemên xwe çibûn?

Pêvajoya ku niha Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, pêvajoyeke pir giran e, bi taybet li ser kêmnetewên ku li vê erdnîgariyê jiyan dikin. Ev pêvajo bi zexta dewletên navneteweyî li ser gelên vê herêmê tê meşandin. Ji ber wê jî zor û zehemetiyên ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, bandora wê li ser gelên ku tê de jiyan dike, heye. Ev komplo û êrişên li ser van kêmnetewan têne kirin, ne ji niha ve dest pê kiriye, lê ji destpêka dîroka Kurdan ve komplo û êriş li ser vî gelî heye. Ji ber wê gelê Kurd her tim bi berxwedaniya xwe hatiye naskirin. Herwiha piştî derketin û belavkirina fikrê Rêber Apo yan jî avakirina PKK’ê, gelê Kurd bûn xwedî rol û statuyek ku navê wan li cîhanê hat belavkirin. Lê ev êrişên ku niha li ser gelên Sûriyê tê meşandin bi taybet gelê Kurd, berdewamiya komploya sala 1999’an ku wê demê çawa xwestin fikrê azadiya Kurdistanê, gelê Kurd an jî mafê gelê Kurd di wir de bifetisîne, niha jî wisa dixwazin. Komploya li ser Rêber Apo hat kirin, Rêbertî bi destê dewletên navneteweyî hat girtin û xistin zindanê de, eyînî ew dewletên ku wê demê ew komplo li ser Rêbertî meşandin, niha jî komplo li ser gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê didin meşandin ku di ecamê de ewqas şehîd çêbûn. Lewma bêhêvîtî ji aliyê gelê Kurd li hemberî van dewletan hat nîşandan, lê berxwedanî hat kirin.

Di van êrişan de keda QSD’ê ya ku 14 salan daye, li herêmên wek Reqa,Tepqa û Dêrezorê ji aliyên hindek kesên Ereb ve xayîntî lê hat kirin, taybet ji gel û eşîrê wê herêmê û ji Kûalîsyona Navnetewî ve jî xayîntî lê hatin kirin. Lê yekîtiya Kurdan di wê rewşa ku Rojava di nav tirs û hêviyê de mabû derket holê, her kes li seferberiya ku Rêveberiya Xweser ragihand ji bo xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê, xwedî derket, ev yek jî hemû hevsengî guhertin ku hişt her kes li gelê Kurd xwedî derbikeve. Herwiha zanibin ku êriş li kîjan parçeyê Kurdistanê ser çi destkeftiyên Kurdan were kirin û keda şehîdên Kurdistanê werin tunekirin, wê gelê Kurd bi milyonan rabû. Ji ber wê jî niha em dibînin êrişên hat kirin, rawestiyan û hikumeta colanî bê çare bû lihevkirinê bike, ne ji ber ew dixwestin, lê wan hêzek dît derveyî hêza leşkerî ew jî hêza gelê Kurd a li welat û derveyî welat e, dîtin ku gelê Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye. Ji ber wê jî ev berxwedanî dîsa gelê Kurd bi serxist. Ya herî girîng em karin bêjin dibe ku di aliyê siyasî de hinekî firkir ji hevdû cuda bin, em a gel bi hev re rabûn. Bi taybet tevlîbûna keç û xurtên Başûr, Bakur û Rojhilat li seferberiya hate ragihandin û xwîna vî gelî nav hev dû de hat dayîn ji bo parastina bajarê Kurdan, dîsa yekîtiyek hat avakirin ew yekîtî wê were parastin, ji ber ku xwîn bi hev dû re hatiye rijandin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku niha ji bo Iraqê tên veguhestin, ev çete li ser gelê Şengal, Kerkûk û Mexmûr metirsiyeke çawa dide avakirin?

Komploya navneteweyî ya ku li ser Rêber Apo bi destê dewleta Tirk û gelek dewletan ve hat kirin, bi heman armancên wê komployê, niha jî bi destê hikumeta demkî ya Sûriyê êriş li ser gelê Kurd tên kirin, herwiha ne tenê êriş in, di heman demê de ferman û qirkirin li ser gelê Kurd tê plankirin. Lê ji bo seferberiya Rojavayê Kurdistanê ku gelê Kurd li tevahîya Kurdistanê û li derveyî wê rabûn, hevsengî guhertin hiştin ku her kes li gelê Kurd xwedî derbikeve, encam jî li ber çave, êriş li ser heremên  Kurdan hat rawestandin. Lê ji nû ve avakirina DAIŞ’ê û zindîkirina wê hem li Sûriyê, hem jî veguhestina wê ji Sûriyê ber Iraqê ve, xeteriyên wê li ser gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê heye, bi taybet ji bo Şengalê. Ji ber tola DAIŞ heye ku ew hewl bide tola xwe ji Şengalê hilîne, lê wê êriş bi çi awayî li ser Şengalê bê kirin ne diyare. Dibe ku DAIŞ ne bi rengê hovitiya di 2014’an de li ser Şengal were, ji ber di sala 2025’an de efuya giştî ji aliyê hikumeta Îraqê ve hat derxistin û ew insanên ku di zindanê de heta bi DAIŞ jî di wê efuyê de hat derxistin, herwiha gelek kes di nav hêzên leşkerî yên dewleta Iraqê de, fikrê DAIŞ hembêz dikin. Lewra dibe ku êrişên li ser Şengal were kirin, ne bi destê hêzên terorist be, lê dibe ku hikumeta Îraqê bi ser gelê Şengalê de bê. Ev êriş jî wê li ser îrade û hêza ku di Şengal de hatiye avakirin, taybet hêza ku li hemberî DAIŞ’ê şer û berxwedanî kiriye û şehîd daye, DAIŞ di vê derê de têk birin werin kirin. Em a ew li hêviya encamên lihevkirina di navbera hikumeta Colanî û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ne. Li Rojavayê Kurdistanê alozî derbikevin, bê guman wê êriş li ser Şengal û li Başûrê Kurdistanê jî bikin.

Berxwedana gelê Kurd di vê qonaxa niha de di çi astê de ye û pêwîst e ji bo her rewşekê amadekariyên gelê Kurd çi be? 

Berya hertiştê lazime  yekîtiya Kurdan were avakirin, da ku Kurd hemû bi hev re li hemberî her êrişeke ku li ser wan tê, bisekinin û li hev xwedî derbikevin. Em gelê Êzidî her tim para me di êriş, qirkirin û fermanan de duqatî gelê Kurd ên misliman e. Ji ber carekê bi navê ol û baweriya me êriş li ser me hat kirin, carek din jî ji bo zimanê me, vê carê jî heger êriş li ser Şengal û gelê wê were kirin, bê guman li vê derê yê ku di 2014’an li me xayîn ketin, dîsa li derdora Şengal hene, lewma wekî çawa li Reqa, Dêrazorê û Tebqa xayîntî li şervanên QSD’ê û li Rêveberiya Xweser hat kirin, li vê derê jî bi wî awayî were kirin. Ji ber wê jî pêwîst e gelê me niha xwedî li hêzên xwe yên Êzîdî derkevin, ji ber ên vê axê biparêzin keç û xurtên Êzîdiyan e. Em nikarin pişta xwe bi hêzên ku niha li ser sînorên Sûriyê û Îraqê hene, girê bidin, ji ber 2014’an bi hezaran hêz di vê derê de hebûn, em a ew hêz gel di nava lepên dijmin de hiştin, herwiha Ihtîmala ku êriş ji aliyê wan hêzan ve li ser vê civakê were kirin jî, heye. Lewra gerek civak, keç û xurtên me seferberiya li Rojavayê Kurdistanê ji xwe re bikin mînak ku ew jî li ax, şervan û hêzên xwe xwedî derkevin, ji bo em dîsa rastî fermaneke din neyên.   

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.