Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nefes li me teng bûye!

18/02/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Ji sala 2019`an heyanî 2026`an min jina ereb bi hemû ziraviyan şopand. Jina karker, cotkar, bermal, karmend, rêveber kesekî negot:`Nefes li min teng bûye`.

Sedem çi be jî hemû jinan dixwestin di sazî, tevgerên jin û bi Rêveberiya Xweser re bixebitin. Ew cara yekem bû projeyekê destûr dida jin bixebitê, têbikoşe û hebûna xwe diyar bike. Jin li wan herêman gihîştin asta bûn rêveberên sazî û navendan. Di hemû desteyên Rêveberiya Xweser de ciyê xwe di sîstema Hevserokatiyê de girtin. Li wê civakê gihîştina jin a asta ku bibe rêveber û civakê birêve bibe, firsetekî mezin bû.

Jinên hevjînên wan wefat dikin an jî ji hevjînên xwe cûda bûne, ji civakê kesek xwedî li wan dernakeve. Malbata bav jî tiştekî nade wan û xwedî li zarokên wan dernakevin. Tenê di nava sîstema Rêveberiya Xweser de dikarîbûn cî bigrin. Gihîştibûn asta sazî û meclisan birêve bibin. Ne tenê bi nav rêveber bûn, li hemberî mêr têdikoşiyan, êdî rê û rêbazên mêr li hemberî jinê lêpirsîn dikirin. Bi sedan li hevdû kom dibûn, pirsgirêkên jin dinirxandin û li çareseriyê digeriyan.

Sîstem bi ketina HTŞ`ê ya wan herêman hilweşiya. Jin dibêjin ew fetisîne û bê nefes mane. Her gaveke HTŞ`ê li kolanên Reqayê, çeteyên DAIŞ tîne bîra wan. Saet 07:00 sibehê heyanî saet 12:00 li dibistanên Reqayê ayetên Quranê datînin. Piştî wê heyanî nimêja eşayê saet 07:20 li mizgeftan berdewam dikin. Li hemû kolanên Reqayê quranê belav dikin. Mîna ev çend sal bûn her kes ji dînê Islamê dûrketiye û bûne kafir. Bi hemû gavên xwe re bibîrtînin ku Reqa berê paytexta DAIŞ`ê bû û êdî divê jin xwe bikşînin qilifê xwe û dernekevin. Balkêş nemînin ku saziyeke bi navê polîsên exlaqî çêbikin da ku jinan bişopîn in û wan ceza bikin.

Li bajarê Tebqa, Reqa û Dêra Zorê êdî wê sîstem û civak di bin navê adetan de hîn zêdetir êrîşî jinan bikin. Jinên ku di saziyên xweser ên jin û bi Rêveberiya Xweser re xebitîne, êdî wê bidin aliyekî. Di nava civakê de cî ji wan re nîne, sîstem jî wê her tim weke dijmin li wan binêr e.

Jin di dîrokê de gelek caran hatiye şikandin, niha jî li ser asta cîhanî sîstemên dagirker êrîşî jinê dikin. Li Rojava, Îran û Tirkiyê êrîşî şoreşa `Jin, Jiyan, Azadî` dikin. Di encama êrîşên HTŞ`ê jin li Tebqa, Reqa û Dêra Zorê şikestin. Jinên ku di asta rêxistinî, rêveberî, pîşeyî de gavên mezin avêtibûn, niha li ser hemûyan hat ferz kirin ku bibin hemşîre, mamoste, bermalî û dirûnker. Bi sedan ji wan bê karin û nikarin pêdiviyên xwe yên malbatî pêk bîn in.

HTŞ`ê xebatên jin li ser xwe xeter dît û bi van êrîşan re dawî li xebatên jinên Ereb anî. Ji ber vê yekê hemû xebatkarên jin ên Tebqa, Reqa û Dêra Zorê tengav bûne û dibêjin em dixeniq in. Gotina xeniqandin dema ku jin bikar tîne tê wateya ew bi saxî hatiye kuştin û destdirêjî rûmeta wê kirin e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.