Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Îranê; Zêdetirî 200 jin hatin kuştin û 7 bijîşk û hemşîre hatine girtin

18/02/2026
in JIN
A A
Li Îranê; Zêdetirî 200 jin hatin kuştin û 7 bijîşk û hemşîre hatine girtin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Ev serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji çar serhildanên berê yên 2017, 2019 û 2022’an cuda bû, ji ber girseya gel bi hemû hêza xwe tevlî dibe. Tê de hedefgirtina jin bi awayekî sîstamatîk hate kirin ku heyanî niha zêdetirî 200 jin hatin kuştin ji wan du bijîşk in. Her wiha 7 doktor û hemşîreyên jin hatine girtin.

Jinan di serhildana Çileya 2026’an a li Îranê de roleke navendî û wêrek lîstin, mil bi mil bi mêran re sekinîn û pir caran di pêşengiyê de bûn. Di vê serhildanê de jinên ciwan û pîr, dayik û keçên wan, yên temenê wan ji 13 heta 66 salî bû; hemşîre û jinên malê, xwendekar û endezyar; jinên ji her herêm û pêkhateyê, her wiha piraniya dayikan bi destê zarokên xwe girtine û birina qadên berxwedanê.

Careke din jinan serkêşî ji serhildan û xwepêşandanan re dike. Wan dirûşmeyên ‘mirin ji Xameneyî re, mirin ji dîktator re, û ku ev sal dê bibe saleke xwînrijandinê ku Xameneyî dê tê de bikeve’, berz kirin.

Ew gelek caran bi hêzên Kirmaşanê û hêzên din ên tepeserker ên rejîmê re rû bi rû bûn da ku wan neçar bikin ku paşve vekişin. Lê belê; li ber topên avê sekinîn, kolan girtin, paşve gav neavêtin û gelek ji wan ji bo wêrektiya xwe bedela herî mezin dan.

Serhildana qehremanî ya jin û mêran li Îranê bi hovîtiyeke zêde re rû bi rû ma, ji ber ku xwepêşanderên ku li seranserê welêt kolan tijî kirin rastî komkujiyeke pir xirab hatin.  Hêzên hikumeta Îranê weke ku ev gel ne gelê wê ye tevgeriya û nêz bû. kolanên Îranê ji xwîna gelê sivîl tijî bûn. bi fermana Xameneyî hêzên hikumeta Îranê biryara gulebarandinê li ser gel bi mabesta kuştinê dest pê kirin. Sekvan li ser baniyan û malan danîn û rasterast hiş û mejiyê sivîlan bê cudakarî ku jin e, mêr e, mezin e yan bi biçûk e.

Li gorî îtîrafkirina Xameneyî bi xwe, bi hezaran kes hatine kuştin. Li gorî Rêxistina Mucahidînên Gel a Îranê (PMOI/MEK), zêdetirî 50’î hezar kes hatine girtin. Rêxistinê her wiha navên hezar û 5 kesên ku di dema serdegirtina tund a rejîmê ya li ser serhildana Çileya 2026’an de jiyana xwe ji dest dane belge kir û weşand. Di nav qurbaniyên ku nasnameya wan hatiye diyarkirin de 125 jin û 65 zarok û ciwan hene. Lê belê dibe ku hejmara qurbaniyan ji viya zêdetir be ku her roj bi dehan kes têne kûştin û girtin.

Lîsteya navên jin û keçên ku di serhildan û xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine kuştin

Di vê çarçoveyê de, Komîteya Jinan a Meclisa Berxwedana Neteweyî ya Îranê lîsteya jin û keçên ku di serhildana Çileya 2026’an a li Îranê de di têkoşîna azadî û wekheviyê de jiyana xwe ji dest dane, belav dike.

Ekrem Bîrkzî (dayikek ji du zarokan re ye)- Robîne Emînîyan- Ayda Heyderî- Zehra Bahlolî Bor- Nazlî Can Bror- Mansora Heyderî (dayîkerk ji du zarokan re)- Solmaz Sehranî Daryan- Negîn Qedîmî- Zehra Benî Emriyan- Klala Mehmudî Azar- Zehra Muradî- Arzû Medenî- Barmiyad Şad Bcarkanî- Ernîka Debax- Semîn Ristemî (Hemşîre û dayîka du zarokan)- Ayde Eqîlî- Meiyîde Muradî Kiya- Nstrn Zerea Miniş- Xezal Agay Lendî- Arzû Ebdî (dayîka du zarokan)- Muna Hiseyînî- Zehra Baqirî (dayîka du zarokan)- Ferzane Tewekulî (Dayika du zarokan)- Brîsa Neqîbî (dayika du zarokan)- Zîbe Destcerdî (dayika zarokek 8 mehî û du canî bû)- Soniya Salihî Rad- Nesîm Bor Exanî- Meryem Salihî Siyawşanî- Şebnem Ferdosî- Sehbae Reştiyan- Zehra Fedlî- Sara Behbodî- Şeile Stude (du canî)- Sanam Bor Babaî- Mebîne Behiştî- Fatîme Ezetî- Nercis Ilmî- Nediye Deştî- Melîka Şehrodî Destîb- Îlham Zeynelî- Tîba Rîdaî (dayika du zarokan)- Mehna Dokoşkanî- Fatîma Tebîbî- Nîlovir Mesudî- Sadîqa Celalî- Zehra Mihemed Bor- Brwana Xocendî Bor- Meryem Hiseynî- Naznîn Esmî Xanî- Stayîş Sozan Abadî- Sona Yekta- Esel Şefîyî- Fatîma Ebdelî- Zehra Azadbor- Sîma Mosoyî- Feîza Mstan- Cemîle Şafîyî- Şkofa Ebdî- Naznîn Zehra Salihî- Hacar Îshaqî- Parîsa Leşgerî (dayika du zarokan)- Nîhaye Rehîmî Deştî- Reha Tacan- Neger Ecem- Leyle Eşnebesendî- Îlîna Hectî- Nesteren Ebdî- Îlîna Bahramî- Kîmîya Kemiyab- Zehra Şamay Zade- Erfa Bîgî- Nadiya Xoşfekran- Semîra Xanî- Sumeye Rîdaî- Fatîma Borsadahî- Yalda Caferî- Parasto Carahiyan- Mehîn Rihmetî- Sema Îsmayîlî- Esîne Hisîniyan- Bihar Şadmehrî- Sogand Emanî- Biharan Tahêr Xanî- Azam Hisenî- Ridwan Ebdî- Tîna Nor Elî- Teniya Ebasî—Rozîra Rox Zade- Nestren Leşgerî- Barya Galafend- Zeyneb Ferd- Naznîn Seyidî- Semîne ebdî- Sayîna Nîzam Dost- Feyîze Hiseyînî Necad- Diyana Biharî- Fetîma Hatim Sengerî—Muna Esmî (dayîka zarokekî)- Masoma Ibrahîmî- Fereşte Recebî Exbaş (dayika du zarokan)- Îlha Nurî- Mehsa Dezfolyan Kermanşahiyan (Bijîşka diranan)- Stayîş Şeqiyî- Rozêta Hecî Zade- Seher Felah- Leyla Şukrî (dayika sê zarokan)- Malak Rdwiyan (dayika sê zarokan)- Bihar Babaiyî (dayika sê zarokan)- Bantiya Giyasî- Fatîma Îmam Dost- Nîrvana Ehmedî- Zehra Necfî (du canî)- Enûşa Hemîdî- Melîne Esedî- Şehla Kakaiyî- Enîsa Hoşeng Kşkolî- Radiya Rihmanî- Safora Caferî- Fatma Sultanî- Gulse Şerîfî- Zehra Mehmedî- Perwîn Ezîzî (Hemşîre)- Melîka Şahmeradî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ev nav dibe hemû jinên hatine kuştin di nava xwe de nehewîne û ev lîste wê her bi demê re bê nûkirin.

Kiryarên li ser kadroyên bijîşkî yên jin li Îranê

Di vê serhildan û xwepêşandanê de rejîma melayan ne tenê serî li tepeserkirina kolanan da, lê di heman demê de nexweşxane jî wekî amûrên zext û kuştinê bi kar anîn. Qutkirina bi zanebûn a amûrên ventilasyonê, pêşîgirtina li dermankirina birîndaran û girtina wan ji nivînên nexweşxaneyê û heta ji hundirê odeyên emeliyatê, avêtina guleyên dilovaniyê li ser birîndaran, û tepeserkirina sîstematîk a bijîşk û karmendên bijîşkî yên ku ji bo alîkariya birîndaran bezîn, hemî sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirina eşkere ya hemî pîvanên exlaqî û qanûnî ne.

Gelek rapor ji bajarên cuda yên Îranê nîşan didin ku hêzên ewlehiyê yên rejîmê, hem di dema sekinandina xwepêşandanan de û hem jî piştî wan, bi berdewamî êrîşî nexweşxaneyan kirine. Di van serdegirtinan de, bijîşk û hemşîreyên ku lênêrîna birîndaran dikirin rastî gef, lêpirsîn an jî girtinan hatin; ev pratîk binpêkirinek eşkere ya prensîbên bingehîn ên karê bijîşkî û mafên mirovan temsîl dike.

Di bava van kiryarên yên derheqê kadroyên bijîşkî hatine kirin de hin ji wan doktor û hemşîreyên jin in jî

  1. Parisa Barkar, bijîşka çavan: Ew ligel hevjînê xwe Dr. Mesûd Abadî Fard Azerî ji ber dermankirina xwepêşanderên birîndar li Qezwînê hat girtin. Derbarê cih û rewşa wan de ti agahî tune ye.
  2. Golnar Naraqî, pispora bijîşkiya acîl li Nexweşxaneya Haşemî Nejad: Ew di 8’ê Çile de hate girtin û ji 29’ê Çile ve li Girtîgeha Qarçaxê ye.
  3. Fatma Avşafrî (Tahran)
  4. Dr. Xezal Amîdî: Ew ji ber ku alîkariya yekem dabîn kiribû ji xwepêşanderên bajarê Abdananê re hate girtin, û ti agahî li ser çarenûsa wê tune ne.
  5. Dr. Farîba Hoseyînî, pijîşkeke diranan a 37 salî ye: Di 2’ê Çile de piştî ku hêzên ewlehiyê ji ber beşdarbûna di xwepêşandanan de bi ser mala wê ya li Şîrazê de girtin, hate girtin. Çarenûsa wê nayê zanîn. Dr. Farîba xwedî dîrokeke girtinê ye ji ber nivîsandina dirûşmeyan û beşdarbûna di xwepêşandanan de.
  6. Dr. Amîna Soleymanî, bijîşk û rêvebera klînîkeke çerm û por li Erdebilê: Ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji ber pêşwazîkirin û dermankirina xwepêşanderên birîndar li wî bajarî hate girtin, û ti agahî li ser wê tune ye.
  7. Dr. Şemsî Abbasalîzadeh, pijîşka jinan û endama fakulteyê li Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Tebrîzê: Piştî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tundî hate lêdan, di dema serhildanê de hate girtin. Li gorî raporên medyaya civakî, dibêjin ku ew beriya demekê hatiye berdan.

Wekî ku berê jî hate gotin, rewşa yasayî û cihê ragirtina gelek ji van kesan hîn jî ne diyar e, û malbatên wan bi berdewamî rastî zext û gefan tên.

Ji bilî navên ku hatine behs kirin, hejmarek hemşîre û karmendên bijîşkî di serhildana Çileya 2026an de bûn qurbanî (kuştin), di nav wan de Samîn Rustemî, hemşîre û dayika du zarokan, û Parvîn Ezîzî, ku navên wan di lîsteya Komîteya Jinan a Meclisa Berxwedana Neteweyî ya Îranê de bûn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.