Mihemed Seydi
Hefteya duyem a meha Sibatê ya sala 2026’an ji bo Kurdan pêvajoyeke nû bû ku derket holê. Li Amerîka pêşeroja Kurdan li Sûriyê hat gotûbêjkirin û li Ewrûpa jî li ser girîngiya parastina Kurdan dengdan li parlementoyê hat kirin. Ev mijar piştî êrişîn li ser Rojavayê Kurdistanê gelekî girîng bûn. Yên ku dixwestin Kurdan tune bikin, bişkînin û bidin ji bîrkirin, li dîwarên bilind qelibîn û man sekinî. Çawa ku Keştiya Taytenîk li çiyayê Bûzê qelibî û têk çû, plana dewleta Tirk û Ebû Mohammad El-Colanî ya têkbirina Kurdan têk çû. Dixwastin ku dengê Kurdan qut bikin, lê Kurd li her deverê bûn lehî û li her deverê derketin û vê jî hişt her kes bi tişta bi serê Kurdan pêk tê haydar bibe û vê jî gelek siyasetên dewletan tazî kirin .
Ebû Mohammad El-Colanî û li pişt wan jî dewleta Tirk wiha ji xwe bawer bûn ku ji ber tawîz dane Israîlê, ew ê karibin komkujiyan derheqê Kurdan de pêk bînin û wiha derbas bibe. Li ser vê plana Colanî û Tirkiyê, Rêveberê Navenda çavdêriya Mafê mirovan a Sûriyê Ramî EbdilRehman di destpêkê ve hişyarî da û got ku bela xwe li Kurdan nedin û mijara Kurdan ne wiha ji rêzê ye. Bi vî awayî xwe ceribandin û encam derketin holê. Raste ku dewleta Tirk û DAIŞ’ê û hin erebên ku li pêyî serokên Eşîrên Ereb yên Reqaa û Dêrezorê ketin pêyî kuştina Kurdan, lê di dawiyê de yên ku tawîz dan ne Kurd bûn, lê belê Şam bû. Niha jî hîne zêdetir ketine nava tirsê ku careke din ceza li ser Şamê werin birîn, ji ber pir bi zelalî û eşkere li nava siyaseta Amerîka de Kurd bûn rojev.
Li aliyê din, di 13’ê vê Sibatê de Mezlûm Ebdî fermandarê QSD’ê û Îlham Ehmed rêveberiya desteya karên derve ya Rojava li Mûnihê derketin pêşiya ekranan û bi gelek berpirsên Ewrûpî û Amerîkî re civiyan. Ev derketin ji bo dewleta Tirk ku li pişt tunekirina Kurdan e re bû supriz û ew ne li bendê bûn ku wê hîn zêdetir nûnertiya Kurdan were qebûl kirin û pêşwazî kirin. Ji her kesên ku digotin vaye Amerîka yan jî Koalisyonê Kurd û QSD firotin e re bû bersiv. Kurd hevalbendin û hebûna wan li herêmê bingehe ji bo dawîbûna terorê. Di demekê de ku nûnerê Amerîka yê Sûriyê Tom Barack ku wekî berdevkê Tirkiyê û Colanî tevdigere digot êdî rola QSD’ê qediya ye, pêşwazîkirina serokê Franca Emmanwêl Mackron ji Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re bersiv bû ku Kurd bi gotinekê yan jî bi planekê naqedin û ev peywendiya bi Kurdan re ne taktîkî û dem kurte, lê belê stratejîk û demdirêje.
Lewma, pir girînge ku Kurd bala xwe bidin diplomasiyê û zanibin baştir tevbigerin. Herwiha di aliyê ragihandinê de jî divê êdî ji qaşilê ku çêkirine derkevin û rola Kurdan, daxwazên wan û girîngiya wan bi cihanê bidin naskirin. Nabe êdî Kurd piştî ewqas bedel û qurbanî bimînin li ber deriyan û bi dizî biaxivin, lê divê diplomasiya wan û ragihandina wan li her derî bide. Her kes divê karê ku li ser milê wî dikeve baş pêk bîne da Kurd nebin qurbana planên pişt dîwarên ku derî lê hatî girtin. Êdî cihan Kurdan pêşwazî dike û divê dezgehên Kurdan jî derdê Kurdan bi zimanekî zelal bidin bihîstin.






