Solîn Mihemed/ Qamişlo
Rêveberê Beşa Telasemiya û Penceşêrê ya Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd Ehmed Hacî diyar kir ku ji ber kêmbûna dermana rewşa nexweşên penceşêrê nebaş e û got, “Ji 25 cure demanên kîmyawî, tenê 5 cure li cem me maye.”
Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê yekem nexweşxaneye ku tê de beşek ji bo nexweşiya penceşêrê hatiye vekirin. Lê di dema dawî de ji ber êriş û dorpêça li ser Rojava pêdiviyên nexweşxaniyê bi taybet dermanên penceşêrê pir kêm bûne, lê tevî wê jî nexweşxane nexweşan pêşwazî dike.
Di derbarê mijarê de rêveberê Beşa Talasemiya û Penceşêrê ya Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd Ehmed Hacî ji Rojnameya me re axivî.

‘Nêzî 805 nexweşên penceşêrê di nexweşxaneyê de tên dermankirin’
Ehmed Hacî diyar kir ku di dema heyî de nêzî 805 nexweşên penceşêrê li Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd tên dermankirin û wiha got: “Ev nexweşxaneya me, yekem nexweşxaneye ku li Rojavayê Kurdistanê bi beşekî penceşêrê hatiye vekirin. Ji destpêkê de û heya niha nêzî 805 nexweşên penceşêrê li nexweşxaneyê xwe tedawî kirine. Bi taybet di dema dawî de ji ber rewşa ku çêbû nexweşan nikarîbûn berê xwe bidin Şamê û xwe tidawî bikin, di heman demê de tu cihê din tune ne ku nexweşên penceşêrê berê xwe bidê nê, lewma wan berê xwe dan nexweşxaneya Heyva Sor A Kurd. Ji bo nexweşiya penceşêrê gelek tişt pêwêstin, lê defetên me tune ne ku em peyda bikin. Tişta ku ji me tê em dikin û bi nexweşan re dibin alîkar. Rojan e ji 20 heya 40 nexweşî serdana nexweşxanê dikin. Lê dema ku rewş ne baş be tenê ji 5 heta 10 nexweşan serdana me dikin.”
‘Ji ber zêdebûna buhayê dermanên penceşêrê em nikarin bikirin’
Ehmed anî ziman ku ew niha zêde nikarin dermanên neweşiya penceşêrê bînin ji ber ku gelekî buha bûne û wiha berdewam kir: “Dema berê ji sedî 70’ê dermanên nexweşiya penceçêrê li ba me hebûn. Lê niha derman ji sedî 30’ biha bûn e û me nikarîbû ku em dermanan bînin. Ji xwe tu rêxistin alîkariyê nadin nexweşxaneyê, tenê Heyva Sor A Kurd rahiştiye barê nexweşxaneyê. Di heman demê de gelek derman buha bûn e, em nikarin peyîda bikin. Di vê rewşa dawî de ji sedî 70’ê jî derman li nexweşxaneyê neman e. Dema berê 25 cur dermanên kîmyawî hebûn lê niha tenê 5 cure mane. Ji ber girtina rêya Şamê em ji aliyê peydakirina dermanan ve gelek zehmetiyan dibînin û ev derman li herêmê peyîda nabin. Hem jî Ji ber buhaya derman em nikarin bikirin ji ber ku gelekî dermanên penceşêrê buha ne û derfetên me tune ne. Niha jî derman têra hemû nexweşan nakin.
‘Heya derfetên xwe yê dawî em ê alîkariya nexweşan bikin’
Ehmed Hacî di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa nexweşan û wiha bidawî kir: “Di aliyê derman de em kêm in, ji ber vê em di her alî de xwe digihînin kesan ji bo ku alîkariya nexweşan bikin. Lê belê heya ku dilopek derman di derziyê de li ba me hebe em ê ji bo van nexweşan kar bikin. Heya ku derfetê me hebe em ê xwe bi xwe nexwşxaneyê rabikin. Ji ber ku gelek kes ji ber rewşa xwe ya madî nikarîbûn tedawiya xwe bikin û gelek kes nikarîbûn bi riyan de herin, îro em wek Heyva Sor a Kurd ji ber rewşên wan erka me ye ku em alîkariya wan bikin. Em bi hêvî ne ku di demên pêş de jî hin bi nexweşxaneyê re bibin alîkar ji bo ku em karibin hemû dermanan ji van nexweşan re peyîda bikin.”






