Navenda Nûçeyan
Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew ji bo bicihkirina keştiya duyem a li Rojhilata Navîn amadehiyê dikin.
Ev pêngav di demekê de tê ku îdareya Donald Trump zextên xwe yên li ser Tehranê zêdetir kirine da ku wê neçarî îmzekirina peymaneke nû ya li ser bernameya nukleer bike.
Li gorî agahiyên sê berpirsên Emerîkayî ku ji rojnameya Wall Street Journalê re axivîne, Pentagon ji bo îhtimala êrişeke leşkerî ya li Îranê amadehiyê dike, heger dan û standin bi ser nekevin.
Sêşemê, Serokê Emerîkayê Donld Trump ragihand ku ew şandina keştiya duyem a balafiran a ji bo herêmê dinirxînin û amaje pê kir ku dibe ku fermana fermî tenê di nava çend demjimêran de derkeve.
Amadehiyên leşkerî
Berpirsan diyar kir ku eger biryar were dayîn, keştiya şer a “USS George H.W. Bush” ku niha li qeraxên Virginiayê rahênanan dike, dê were şandin û di nava du hefteyan de bigihe cihê armancê. Ev keştî dê tevlî keştiya balafiran a “USS Abraham Lincoln” bibe ku niha li herêmê ye.
Adara 2025’an jî ji bo operasyonên li dijî Husiyên Yemenê du keştiyên balafiran ên Emerîkayê li Rojhilata Navîn hebûn.
Dan û standin an bijardeya leşkerî?
Ev bipêşketinên leşkerî piştî civîna çarşemê ya Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya li Koşka Spî tên.
Trump piştî civînê di daxuyaniyeke li ser medyaya civakî de got: “Min tekezî li ser berdewamiya dan û standinên bi Îranê re kir da ku em zanibin peyman çêdibe yan na. Min ji Netanyahu re ragihand ku bijardeya me ya yekem peyman e lê heger nebe, divê em li benda encaman bin.”
Tevî zêdekirina hêzan û pergalên parastina asmanî yên li herêmê, Trump ji rojnamegeran re got: “Wextê me yê zêde heye û em ne bilez in, niha dan û standinên me yên baş bi Îranê re hene.”
Piştî ku Trump nîvê meha kanûna paşîn a borî biryara êrişa li Îranê rawestandibe jî, li gorî medyaya Emerîkayê, wî ji artêşa welatê xwe daxwaza bijardeyên “biryardartir” kiriye da ku di qonaxa paşerojê de miameleyê bi Tehranê re bikin.
Xalên sereke yên nakokiyên di navbera Trump û Netanyahu de li ser danûstandinên Îranê çi ne?
Netanyahu hewl dide ku danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de berfireh bike da ku bernameya mûşekên balîstîk a Îranê jî di nav de bigire, di heman demê de Trump bi eşkereyî biryar nedaye ku çarçoveya danûstandinan berfireh bike, tenê nîşan dide ku îhtîmala nîqaşkirina mijara mûşekan heye.
Îsraîl ji rêkeftineke nûkleerî ya sînorkirî ditirse ku tenê li ser dewlemendkirina uranyumê bisekine û xetên xwe yên sor ên din paşguh bike, di heman demê de Washington rêbazeke ku pêşî li ser kontrolkirina bernameya nûkleerî ya Îranê di astên dewlemendkirina aştiyane de disekine red nake.
Îsraîl dixwaze ku her rêkeftinek bidawîanîna piştgiriya Tehranê ji bo alîgirên wê yên li herêmê, wek Hizbullaha Lubnanî, Hûsiyên li Yemenê û komên çekdar ên alîgirên wê li Iraqê di nav xwe de bigire, lê Washington niha tenê li ser mijara nûkleerî disekine herwiha pabendbûnek zelal nîşan nedaye ku peymanê bi tundî bi mijara alîgirên herêmî ve girêbide.






