Navenda Nûçeyan
Ji bo xurtkirina hevkariya di warê parastinê de di navebra Siûdiye û Somaliyê lihevkirineke hevkariya leşkerî hat raghandin.
Somaliyê û Erebistana Siûdî piştî îmzekirina muzekereyekê ji bo xurtkirina têkiliyên leşkerî û ewlehiya herêmî derbasî qûnaxeke nû ya hevkariya parastinê bûne, ev yek li gorî daxuyaniyên fermî yên ku ji hêla her du hikumetan ve hatin raghandin, hat diyar kirin.
Lihevkirina hevkariya leşkerî ya di navbera Wezîrê Parastina Somaliyê Ehmed Moallim Fiqi û Wêzîrê Parastina Erebistana Siûdî Emîr Xalid bîn Selman de hate îmzekirin. Liehvekirin ji aliyê Wezareta Parastina Somaliyê ve li ser medyaya dijîtal X’ê hate ragihandin. Wezaretê da zanîn ku lihevkirin wê hevkariya di warê parastina navbera her du welatan de xurt bike.
Lihevkirin di 9’ê Sibata 2026‘an de ji hêla berpirsyarên peybilind di Wezareta Parastinê ya Somaliyê û Siûdiyê hat îmzekirin. Ev lihevkirin veghurandineke îstratîjîk a girîng di siyaseta Somaloyê ya parastinê nîşan dide. Di heman demê de rola ewlehiya Siûdiyê di Qoça Efrîqiya û herêma Deryaya Sor de destnîşan dike.
Çarçoveya îstratîjîk û herêmî
Lihevkirin piştî ku Îsraîlê Somalîland nas kir, Somaliyê vê yekê weke binpêkirinek ji serweriya xwe dibîne. Li gorî analîstan, Erebistana Siûdî piştgiriya xwe ji bo yekparçeya axa Somaliyê ji nû ve piştrast kiriye, helwestek ku nêzîkbûna stratejîk a di navbera her du welatan de xurt kiriye.
Rêveberiya Mogadişuyê hê jî vê herêmê weke xaka xwe dibîne. Pispor dibêjin ku li pişt vê pêngava Îsraîlê Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî heye û ev yek dewleta Somaliyê lawaz dike.
Hikûmeta Somaliyê di meha Çile de hemû lihevkirinên ku bi Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî re îmze kiribûn, betal kiribûn. Qoçê Efrîqayê, ji ber cihê xwe yê stratejîk ê di navbera Behra Sor, Okyanûsa Hindê û Kanala Siwês de dibe sedema reqabeta di navbera welatên Kendavê de.
Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî tê sûcdarkirin ku çekan dide hêzên çekdar ên li Sûdanê, di heman demê de jî li Bendera Berberayê bi sed milyon dolaran îstîsmar kiriye û li herêmê hebûna xwe ya leşkerî xurt kir. Erebistana Siûdî jî hevalbendê xwe yê berê Abu Dabiyê bi taybetî ji ber polîtîkayên Sûdan û Yemenê bi tundî rexne dike.
Rageşiya di navbera her du welatan de li gel bombekirina sewqiyateke çekan ya tê gotin ku ji Mîrnîşînên Riyadê ber bi Yemenê ve diçû, derketibû asteke şer û pevçûneke eşkere.
Bendên sereke yên hevkariyê
Li gorî daxuyaniyên fermî, muzekereya lihevkirinê çarçoveyeke birêxistinkirî ji bo hevkariya parastina dualî datîne, rêkeftinên ewlehiyên yên nefermî û berê derbas dike. Lihevkirin li ser çar mijarên sereke disekine:
Avakirina kapîsîteyê û perwerdeyê: Ji bo hêzên Niştimanî yên Somaliyê wê Siûdiyê bernameyên leşkerî yên pêşketî dabîn bike, bi armanca bilindkirina amadebûna paratîkî, xurtkirina mekenîzmeyên fermandariyê û baştirkirina standarên pîşeyî.
Ewlehiya deryayî: Her du alî wê ji bo xurtkirina ewlehiya Deryay Sor û Kendava Edenê hevkariyê bikin, bi balkişandina li ser parastina dergehên keştevaniyê yên navdewletî ji qaçaxtiya çekan û çalakiyên ne qanûnî.
Li dijî terorê: Lihevkirin xurtkirina parvekirina agahiyên îstxbaratî herwiha hevahengiya hevbeş ji bo li hember tevgerên ciwanan bisekinin û ji xeynî wê ji gefên çekdarî li Somaliyê û herêmê, dihewîne.
Piştgiriya teknîkî û lojîstîk: Wê Siûdiyê alavên leşkerî û teknîkên parastinê ji bo piştgiriya hewildanên Somaliyê di dabînkirina warê hewayî û xurtkirina serweriya wê ya herêmî, bike.






