Volqan Elî
Me dixwest bersiva vê pirsê bi neyînî bidin. Lê mixabin îşaretên niha li ser erdê xuya dibin zêde alîkarî nadin me.
Mijar yan jî pirsgirêk çi ye? Di rojên me yên dawî de kî dikeve înternetan an jî berê xwe dide ekranên televizyonan bi mijarek ku madeyê mirovan dixelîne û dinyaya mirov ya manewî reş û tarî dike re rû bi rû dimîne: Dosya Epistein… Epstein wilo bû, Epistein çilo bû!.. Bi rêveberiya vî zilamî di cezîreyekê de wekî cihê gerûgeştê cihek tê çêkirin. Li wê derê bigire ji xwarina goştê mirovan heta bi destdirêjiya li zarokan, gemar û qirêjiyek nayê bîra mirovan ji bo zewqûsefaya çend dewlemendan tê meşandin.
Ji niha de çendîn kesên bi vê qirêjiyê bûne yên di nava desthilatdariya Ewrûpa û dewletên cuda de îstîfa kirin. Ji Barrack bigire heya navê Davutoğlu, Erdoğan… derbas dibe tê de. Mînak navê Barackê min û te bi temamî pênc sed (500) caran derbas dibe. Di bernameyeke înternetê de dibêje, “Barack ji Epistein re dibêje, ji min re zarokan bişîne”. Dîsa li gorî vê bernameyê Barrack dostê herî baş ê Epistein bûye. Jixwe Barack ji bo ku van zarokan li bexçê gulan bigerîne naxwaze!
Eger tu li bernameyên înternetê yan jî li ekranê telvizyonan binêrî tu yê riya mala xwe jî wenda bikî. Na, em wê nabêjin! Di bernameyên li van cihan têne çêkirin de hin rastî hene, lê ne hemû. Hin rastiyan dibêje, temam. Dîsa jî mirovan bi temamî sergihayî nake.
Eger ev mijara Epistein bi temamî ne projeyeke rêxistinên îstixbarî be, eger wisa jî be encam nayê guherîn, wekî sê olên ezmanî (Musewî, Îsawî û Îslam) dibêje, roja qiyametê nêzîk bûye! Ma çima nebe, Xwedayê mîhrîban û dilovan ne ji bo ku mirovên wekî Epistein dem û dewrana xwe tê de bigerînin, dinya û heftê û heft hezar alem afirandiye!? Angu em ê rastî û heqîqetê ne tenê lî internet yan jî telvizyonan bibînin, di nava rûpelên dîroka mirovahiyê û dîroka olan de hê baştir bibînin. Kêm maye tiştê ku bi serê bajarên Sodom û Gomora hatî, yanî qiyamet, were serê dinyayê.
Li gorî vê dîrokê em dibinîn ku çi bi serê dinyaya wê serdemê hatiye: Serdem serdema Hz. Îbarahîm e. Îbrahîm ji mêj ve ji Rihayê mişaxtiyê welatê Kenan bibû. Xwedayê mîhrîban di cih de dîtibû ku Hz. Îbrahîm li van erdan singê konê xwe dikole. Her diçû qebîleya Îbrahîm konên xwe zêde kir û navê Xweda li dinyayê belav kir. Lê zêde di ser re neçû, di ber vê re mirov, êl û eşîr, qebîle û bajaran rû lê kirin ku ji riya Xweda, heq û heqîqetê derkevin. Ji nav van du bajar hebûn ku bi nav û deng bûn: Sodom û Gomora… Li van her du bajaran bigire ji fitne û fesadê, dizî û talanê, heta bi destdirêjî û têkîliya cinsî ya di navbera zilaman de ketibû her deverê û şûna exlaq, rêz û hurmetê girtibû. Derew û îxtîkarê, pûtperestiyê şûna heq, heqîqet û Xweda girtibû. Xwedayê dilovan biryara xwe dabû ku xezeba xwe bişîne ser van herdu bajaran. Li ser vê yekê banî Hz. Îbrahîm kir da ku wî agahdar bike: Lewra malbata Lûtê kurê Harran li van bajaran yekî dijiya.
Dem di ser re neçû, firîşteyên Xweda agahî dan Îbrahîm. Hz. Îbrahîm xwe gihand hizûra Xwedayê mihrîban. Îbrahîm tije dil bi rehm bû. Ruxmî her tiştî nedixwest xezeba Xwedayê dilovan li van bajaran biqelibe û ji Xweda re got; “Ya Rab eger li vî bajarî pêncî kesê bawermend hebe ma tu yê dîsa bikî qiyamet”. Xweda dibeje; “eger pêncî kesên bawermend hebe ez ê xezeba xwe neşînim û nekim qiyamet”. Hz. Îbrahîm difikire ku ewqas kesên bawermend û salih di nava mirovan de nemane. Lewra ji Xwedayê heftêûheft hezar aleman re dibêje; “na eger çil kesên bawermend û salih mabin ma dîsa tu yê bikî qiyamet?”. Bi vî şiklî Hz. Îbrahîm dadikeve heta bi deh kesan. Ji Xwedayê xwe dipirse ku 10 kesên bawermend û salih li bajêr mabin ew ê dîsa bike qiyamet yan na!
Xwedayê mîhriban ji Hz. Îbrahîm re dibêje, “eger 10 kesên bawermend û salih mabin ez ê nekim qiyamet”. Îbrahîm ji hizûra Xweda dûr ket û berê xwe da welatê xwe.
Li van bajaran li yekî (Sodom yan jî Gomora) Lût, kurê Harran (Harran birayê Hz. Îbrahîm e) û malbata xwe dijiya. Xweda ji bo ku biceribîne, du firîşteyên xwe di cismê du xortên lihevhatî de dişîne vî bajarî. Ev herdu firişte li mala Lût dibin mêvan. Zaxran û enterên ji rêderketî yên Sodom (yan jî Gomore) wan dibînin ku ew çûne mala Lût. Bê exlaq û tolazên bajêr didin pey hev û ji bo ku destdirêjî lê bikin herdu firîşteyan ji Lût dixwazin. “Ji Lûtre dibêjin me bihîstiye ku du xortên bedew hatine mala te. Wan bide me, karê me bi wan heye!” Lût dibîne ku niyeta wan xirab e, ji wan re dibêje; “binêrin, tiştê ku hûn dibêjin ne di olê me de û ne jî di exlaqa me de tine. Du keçên min ên ciwan hene, destê ti zilaman bi wan neketiye. Li şûna her du xortan, ezê herdu keçên xwe bidim we”. Lê ji rêderketiyên Sodom (yan jî Gomora) vê qebûl nakin! Ji Lût re dibêjin, “tu dixwazî me bixapînî. Em ê çi ji keçên te bikin, em bi wan xortan hewce ne!” Xweda çavên wan kor dike û ji ber vê nikarin deriyê mala Lût vekin: Ji wan her du firişteyên xwe re aşkere dike ku ji Lût re bêjin, “her kî be mirovên bawermend û salih bide pey xwe û bêyî ku li pey xwe binêrin berê xwe bidin çiya û terka bajêr bikin”. Lê mixabin Lût ti kesî salih peyda nake, ji bilî hevsera xwe û du keçên xwe yên ciwan.
Di encamê de ji ezmanan kurkut û agir dibare, erd diqelişe û bajarê ji rê derketî di nava agir û pêtê de tine dibe. Lût bi hevser û du keçên xwe re berê xwe didin çiyê. Lê belê hevsera Lût dilê xwe bi bajêr dişewitîne û li xwe vedigere lê mêze dike. Di cih de dibe teht û zinarekî ji xwê. Lût û du keçên wî yên ciwan bi rênîşaneriya Xweda rizgar dibin!
Cîhana me ya îro, ma naşibe bajarên Sodom û Gomora ku Xweda li wan hatibû xezebê!? Vê ne tenê em dibêjin, sê milyon belgeyên dojeha ku Epistein ava kiribû îfşa dikin, ku ev tenê goşeyekî biçûk ê vê dojehê ne. Jixwe qet ti kes nikare zilamên Epistein û dojeha wî biparêze. Lê belê rewşa cîhana me ya ku ji bo dojeha Epistein û hezar gunehên din bê deng dimîne dişibe rewşa hevsera Lût!






