Gulîstan Xalid
Di êrîşa şeşê çileyê de ku ji aliyê çeteyên HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve li ser Rojavayê Kurdistanê pêkhat , me careke din dît ku bi riya van çeteyan hêzên komploger li aliyekî êrîşî gel dikin, komkujiyan pêktînin û nijadperestiyê dikin, li aliyeke din li hemberî jin jî bi awayeke taybet kiryarên hovane û bê exlaq pêş dixin. Di van êrîşên çeteyan de em dîsa bûne şahidê hişmendiyeke ku hefnîkî girtiye û hêrseke mezin li hemberî jina kurd dijîn. Çima ev hêrs û çima bi taybet jina kurd; Jiber di van salên şoreşê de jin di her alî de rola xwe leystin, di warê parastin, di qada siyasî, civakî û diplomasî de, jin meclis û rêveberiyên xwe di hemû qadan de bi rêxistin kirin. Ev jî hêzbûyîna civaka ku bi pêşengtiya jin ve şoreşê pêş dixe dida nîşandan. Weke mînaka Hevrîn Xelef hevseroka Partiya Sûriye Pêşeroj ku di dema sala 1919 de êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi destên çeteyan bi awayeke hovane hate qetil kirin, li Şêxmeqsûd jî bedena jina şervan ku ji ciheke bilind ve hate avêtin û li Reqa jî jineke şervan ku piştî şehîd dibe keziyê wê hate jêkirin, dide nîşandan ku ev çeteyên wekîl û berdevkên hêzên komploger çiqas bertekeke zanistperest bi qilifeke olî, moderin û nijadî xwe pêçandine li hemberî azadiya jinin, civakê ne .
Li gorî van çeteyan û vê hişmendiya kufikgirtî gereke jin tu car azad nebe, jin were mulkkirin, firotin, mejiyê xwe bikar neyne, dengê wê dernekeve, rûyê wê xuya nebe, vîna xwe nebe…û hwd. em bi hişmendiyeke ku dixwaze pêşketina civak û jin paşve vegerîne û jiyaneke rezîl û rizyayî dîsa li ser civakê bi hovîtî ferz dikin. Bifikirin ku ev HTŞ ku niha li ser desthilatdariya sûriyeye û jê re dibêjin desthilatdariya demkî ne tenê dixwaze Sûriye di warê siyasî bi desthilatdariyeke merkezî be, dixwaze ku hemû civakên di hindirê Sûriye de vegerîne jiyana çaxên navîn û xirabtir jî. Ev hişmendî îro xeteriyeke pir ciddiye ji bo tevayî gelê Sûriyeye. DAIŞ ku ji Sûriye hate paqijkirin bi HTŞ re dîsa zindî dibe. Ji mirov re wiha tê ku DAIŞ rewabûna xwe bi naveke cûda derdixe pêş.
Civaka kurd li Rojava bi tenê jî bimîne ewê teslîmî vê hişmendiyê nebe û heya ku ferdek xwe hebe jî ewê li hember vê hişmendiyê di hemû waran de têkoşîn bike. Gel xwedî vê sozê û vê seknê ye. Gelê kurd ne li hember Entegresyonê ye, û tu pirsgirêka gel ku bi gelên herêmê re jiyan bike tuneye ku ji xwe heya niha jî wiha bûye, tu carî gelê kurd bi tenê di erdîngariyekê jiyan nekiriye. Hêrsa gel li hemberî hişmendî û kiryarên çeteya ya li hemberî jinan zêdetir bilind bû û israra wê ya berxwedanê jî bi van dîmenan re zêdetir derkete pêş. Jiber ev civak azadiya xwe di azadiya jin de feam kiriye û ji bo vê civakê jin pîroze. Elbette gelê kurd di tevayî Sûriye de rola pêşengtiya sistema demokratîk û Sûriyeke demokratîk ku bi hemû pêkhateyên xwe ve armanc digirt girte ser milê xwe, ji bo vê jî gelek bedel da. Gelê ku xêrxwaziya hemû gelan dixwaze îro bi tenê jî bimîne ewê dev ji armancê xwe bernede, lê rastiyeke wiha heye, mîna ku Gandî dibêje: ger ku xencer di pişta te debe tu ancax bi derxistina vê xencerê re destpêkê mijûl bibe. Îja weke vê mînakê di rewşa heyî ya li Rojavayê kurdistanê û civaka kurd de jî tê jiyan kirin. Ger ku xencer di pişta wê de be û heya ku vê xencerê ji pişta xwe dernexe ewê nikaribe xencara di pişta hawirdorê xwe de jî derbixîne. Ev xencer ewê ancax bi berxwedanî, yekîtiya gelê kurd û pêşengtiya jinan ve were derxistin. Ji lewma gel bi sekna xwe jî îfade dike ku ew ne li dijî entegresyonê ye, ew ji hişmendiya çeteyan re dibêje na û di hişmendiyeke azad de bi israre.






