Can Yûsif
Hunermend Elî Mensûr stûneke hunerî ya bilind û bejneke afrînerî ya bêhempa ye. Hunermend Elî Mensûr xem û derdên gelê xwe bi gotin û awazên xwe yên ji dil ên berxwedanê hilgirtiye û stran û awazên xwe kiriye çiraya ku riya gelê xwe ronî dike.
Di dilê Cizîra Sûriyê de, ku dîrok nalîna axê û nebeza mirovatiyê himbêz dike, Amûdê bi serbilindî li ser axa bav û kalan û xewnên nifşan rûdine, bajarekî ku mîrata Sûbarîyan, Mîtanîyan û Hûrîyan di xwe de hildigire, her tim bûye û hîn jî maye dergûşa nivîskar û helbestvanan û minareyek ronî ji bo huner û çanda Kurdî.
Ew bajarê şaristanî û dîrokê ye, mêrga lêborîn û jiyana hevbeş ya di navbera ol û ayînan de ye, ku paşeroj tê de bi roja îroyîn re digihêje hev û dengên dîrokê bi pistîna axê re diherike, da ku bajar pêdar bimîne, şahidê berxwedana gelê xwe û afirîneriya wan e; bajarek ku bi huner û helbestê mîna ava kaniya diherike û bi mîrata xwe pê şîn dibe, wekî ku dayik bi zarokê xwe yê yekem re şa dibe. Tevî bi rûbara xwe biçûke jî, lê Amûdê bi comerdî û ruhê xwe pir mezin e, çawa ku kulîlk piştî baranê li ser xakê şîn dibin, herwiha Amûdê helbestvan û hunermend tîne dinyayê, mîna (Rifet Darî, Yûsif Çelebî, Muxbîr Bavê Ciwan, Daûd Edwanî, Demir Elî û yên din).
Di yek ji taxên wê yên kevnar de, hunermendê Kurd Elî Mensûr, di 1’ê Adara 1966’an de, ji dayîk û bavek Kurd (Hemo û Zeyneb) di nav malbateke neteweyî ya kedkar de ku ji pênc bira û şeş xwişkan pêk tê, hatiye dinyayê, dê û bavê wî ew bi nirxên rûmetê, xwedîbûn û dilsoziya bi ax û welat ve mezin kirine. Elî Mensûr di maleke nefsbiçûk û ji evînê tijî mezin bûye û dengvedanên stranên gelêrî ku ji qirika bavê wî diherikîn, bi xwe re çîrok û xewnên mirovan hildigirtin, mîna ku awazên serdemê bin, ku bîranîna bajêr vedihûne û di zarokatiya wî de hesreta awaz û peyvan hişyar dikir.
Wî zarokatiya xwe di nav kuçeyên teng ên Amûdê, taxên wê yên gelêrî û bazarên wê yên kevnar de derbas kir, ku li ber dengê firoşkaran û awazên çûkan şiyar dibû û di şevên dirêj ên zivistanê de li ber dengê çîrokên dapîran, li ber germahiya malbatê û ronahiya kêm a çirayê radiza.
Di nav şûnwarên sînemaya wê ya şewitî de ku hîn bêhna laşê zarokên wê yên bêguneh jê dibare û di nav wêraniyên Girê Mozan, Şermola û Çaxir Bazarê de, hişmendiya wî ya yekem dest pê kir û li wir ji hewesa xwe ya ji bo sazbendî û stranbêjiyê îlham girt û ji dengên zengilên Dêra Mar Eliyas, wî awazên xwe yên yekem vehûnand û ji vedenga lavijên mizgefta wê ya mezin strana xwe ya yekem çêkir.
Li Amûdê her tişt distire: Bayê li zeviyan, tûtûta trênên derbasbûyî, pistîna daran û hêsirên dayikan, ji vê sirûda gerdûnî, wî hişmendiya xwe ya hunerî û çandî vehûnandiye û mûzîk di xwîna wî de mîna nebza ku qet namire diherike.
Xaniyên ji heriyê û bazarên qelebalix dibistana wî ya yekem bûn, ew ji dengên wan fêr bû ku her awazek ruhek heye û her dengek bandorek li ser dil û wijdan dike, li wir, di navbera bêdengiya keviran û qerebalixa jiyanê de, ew têgihişt ku mûzîk ne şahiyeke, lê hişmendî, bîranîn û zimanê mayînê ye. Wî qonaxa seretayî, amadeyî û navîn di dibistanên Amûdê de xwendiye, lê hewesa wî ya kûr ji huner û stranbêjiyê re bû sedem ku di pola yazdehan de dev ji dibistanê berde û jiyana xwe ji hunera neteweyî ya pabenîdar terxan bike û di rêya afirandin û melodîkirinê de bidome, huner wekî peyamek bo nasname û berxwedanê hilgire û dengek bo evîn, azadî û mirovahî ragihîne. Meyla wî ya hunerî û hezkirina wî ji bo mûzîk û stranbêjiya Kurdî di temenekî biçûk de dest pê kir û hê heşt sal derbas nekirbû, dema ku yekem awazan di kûrahiya dilê wî de rûdiniştin, hestek bedewiyê di wî de şiyar kirin û sira deng û stranê jê re îlham kirin.
Ew ji jîngeha hunerî ya derdora xwe û ji dengê bavê xwe, dengbêjê gelêrî yê ku di gewriya xwe de vedenga zeviyan, êşa gel û şahiya dawetên wan hildigirt bandor dibû, ku çîrokên kevn jê re digot û stranên mîrasê yên bi hesret û rûmetê tijî gihandin wî, bi vî awayî raza hunerê û wateya xwedîbûnê jê re hişt. Di destpêkê xwe de ew nêzîkî dibistana dengbêjên gelêrî bû, ku bingeha hunera Kurdî ya resen danî bû di bin bandora dengên dengbêjên kevnar yên navdar mîna (Şakiro, Rifet Darî û Ezedîn Şedadê de) maye.
Paşê ji kaniyên “Aram Tîkran û Mihemed Şêxo” zanistên dengbêjî û meqamên mûzîkê fêr bû, ew deng bûn ronahiyek ku rêya hunerê jê re ronahî kir û xetîreyek ku riya wî ya ber bi resenî, nûjenî û afrîneriyê ve ronî kir. Di sala 1975’an de dest bi karê hunerî kiriye û ji wê demê ve rêyeke dûr û dirêj a evîn û tevlîbûnê ji awazê vehûnandiye. Di destpêka xortaniya xwe de tevlî koma Serxwebûn dibe û piştre tevlî koma Mehabadê dibe û di sala 1987’an de bi komek hevalên xwe yên wekî (Şiyar Agirî, Bengî Agirî, Hekîm Sefqan, Peywan Arjîn, Rêber Agirî, Sefqan Orkêş û Mehmûd Mihemed û hwd), koma Agirî – Amûdê damezrandin ji bo vejandina konserên hunerî, bûyerên neteweyî û cejnên Newrozan.
Komê yanzdeh albom ji stranên şoreşgerî û folklorî belav kirin û Elî Mensûr bi deng, awaz û saza xwe di hemûyan de beşdar bû, ji ber ku di jenandina çendîn amêrên mûzîkê dizane û baş bi kar tîne wek: Tembûr, baxleme, dîwan saz û derbekê ” ritimê”. Di sala 2010’an de li Ewrûpayê wek hunermendekî serbixwe derketiye meydanê, dengê xwe ji çiyayên welat ber sirgûnê ve gihand û ji bîranînê ber bi hesretan ve biriye û bi berdewamiya peyama xwe ya hunerî ku wijdan û hêviyên gelê Kurd dihewîne. Bexşîn û afirîneriya wî tenê li ser sînorên lêxistin, stran û awazdanînê ranewestiya, berfireh bû û gihişte nivîsandina helbestan bi zimanên Kurdî û erebî, ew helbestvanek bû ku berî peyvê binivîsîne guhdida nebza axê û berî ku awazê derxîne li êşa welat guhdar dikir, wî helbest bi rastîya hest û germahiya tevlîbûnê vehûnand û bi dengekî ku jê êş, welat û evînê diherikî, awaz danî û stirand, gotinên wî neynika giyanê bûn û stranên wî delîlên bîranîna milet bûn.
Ji berhemên wî yên helbestî û stranbêjiyê yên herî berbiçav:
1- Ewrek
2- Heyya Ya Gerîlla.
3- Namirin Şehîd
4-Dayê, heyya zexridî
5- Gelek nemaye — Ey welat, tu rizgar bî.
Di heyama xebata xwe ya hunerî de, wî zêdetirî 200 stran di navbera kevneşopî, hestyarî û welatparêzî de pêşkêş kirin, ji bilî bi dehan vîdyoklîpên amedekir pê pirtûkxaneya hunerî ya Kurdî dewlemend kir, bi rêya wan reseniya mîras û ruhê nasnameya Kurdî dest nîşan kir û wî awazên xwe vehûnandin ji xêzên dilê xwe yên tijî evîn û hesret, da ku awazên wî bibin vedenga hestan û bîra ax û mirovan.
Di nav stranên wî yên herî girîng ji awazên wî ku bandorek mezin li ser wijdanê gel hiştine:
1- Şehîd Qeherman ( peyvên Beşîr Mela).
2- Şêx Meʿşûq ( peyvên Beşîr Mela).
3- Ewrek ( peyv û awazên wî ).
4- Efrîn ( peyvên Adnan Qamişlo).
5- Îro Dengê Apo ( peyvên şehîd Rojda).
Gelek hunermend û komên hunerî yên Kurd ji kaniyên afirîneriya wî vexwartine û wî awazên herî xweş ên ku bi tiliyên xwe yên zêrîn verêsane pêşkêşî wan dikirin, awazên wî bûne pirek di navbera resenî û nûbûnê de, ruhê çiyayan, bihnxweşiya mîrasê û hesreta bîranînê hildigirin.
Ji berhem û awazên wî yên herî navdar ku ji bo hevalên xwe yên hunermendan û komên hunerî çêkirine:
1- Efrîn (gotin: Adnan Îbrahîm — stran: Hesen Dêrikî)
2- Tenûra Sar û Bê Deng (gotin: Beşîr Mela — stran: Bengî Agirî)
3- Çem bo lehî ji ber xwînê (gotin: Şehîd Yûsif “Birûsk” — stran: Şehrîvan)
4- Kuştin û Lêdan (gotin: Beşîr Mela — stran: Komê Agirî)
5- Mezin Apo (gotin: Hekîm Sefqan — stran: Xemgîn Bîrhat)
6- Nûbar û Ciwamê (gotin: Beşîr Mela — stran: Danîş Botan)
7- Abo Doze (gotin: Azer Şiwêş — stran: Komê Agirî)
Ew beşdarî gelek şevbuhêrkên stranbêjyê û ahengên neteweyî û cejnên Newrozê bûye û li ser sehn û di stûdyoyên tomarkirinê de bi navên ronahî li esmanê hunera Kurdî re civyaye, mîna: Aram Dîkran, Daûd Edwanî, Hikmet Cemîl (Bengîn Efrîn) û Canê…hwd.
Bi wan re, wî tabloyên mûzîkê yên cûr be cûr, ceribandin û yekîtiya hunerî zindawer afirand, wî ji awazên xwe zimanekî ku sînor û zaravayan derbas dike vehûnand û tevî parçebûna erdnîgarî, wijdanê yek gelî tîne ziman.
Wî bi evîneke ji dil bi wan re beşdarî stranbêjî û awazdêneriyê dibû û di wê baweriyê de bû ku hunera Kurdî tenê bi rihê hevkarî û dilsoziya bi kokên ku dengê wî û dengê wan hemûyan şîn dike, geş dibe. Hunermend Elî Mensûr ne hunermendekî derbazbûyî bû di dîmena Kurdî de, lê ew dengekî netewperwer ê resen bû ku nalîna çiya û hêviyên gundan di gewriya xwe de hilgirtibû û wî distrand ji bo evîn û welat, ji bo azadî û rûmetê, ji bo şoreşê û şehîdên ku bi canê xwe rêya elendê ronî kirin. Tevî ewqas dijwarî û bobelatên ku li ser bajarê wî de hatîn, ew wefadarê axa xwe û dilsozê koka xwe ma. Wî tu carî dev jê berneda, lê li wir wek dara sindiyanê ya kevnar pêdar ma û tembûra wî di destê wî de, her quncika Amûdê bi stranên xwe dihejand, di dilên westayî de hêviyek diçand û bi gelê xwe re digot: “Em Li ber xwe didin û em li virin, em Rojava bernadin.”
Elî Mensûr ne tenê hunermend, awazdêner û muzîkjenek bû, lê ew çavkaniyek awaza ya na miçiqe û şemaleka afrîneriyê ya ku ronahiya wê qet venamire, hîn jî di asta herî bilind a bexşîna hunera xwe de ye, dinivîse, saz lêdixe û awazan çêdike û bi eşqeke bêwest û rawestandin distire.
Gelek hunermend û komên Kurd ji çavkaniyên wî ya xweşav vexwartin, ewê hostayê hest, rêhevalê rêya afrînerî û dengekî zindawer di bîranîna gelê Kurd de hertim bimîne.






