Lîloz Hisên/Qamişlo
Wekî beşek ji hewildanên parastina qadên kesk, Nivîsgeha Park û Darçandiniyê bi rijandina Gubreya NPK li ser daran li çend cihan xebata xwe ya meydanî didomîne.
Nivîsgeha Park û Darçandiniyê hewildanên xwe ji bo parastina qadên kesk bi rijanandin Gubreya NPK li ser daran li çend devran xebatên xwe yên meydanî bi armanca baştirkirina mezinbûna daran, xurtkirina kokan û tenduristiya giştî ya daran, ku bibe sedema parastina bedewiya bajêr û domdariya keskbûna wê, berdewam dike.
Ev gav beşek ji planeke berdewam e ji bo lênêrîna daran û zêdekirina karîna wan a li hember şert û mercên avhewayê, ji bo tekezkirina girîngiya qadên kesk û rola wan a jîngehî û şaristanî.
Derbarê vê mijarê de Rêvebera Nivîsgeha Park û Darçandiniyê Wan Misewer ji rojnameya me re axivî.

‘Ji bo enerjiyeke baş bidin daran gubre tê rijandin’
Rêvebera Nivîsgeha Park û Darçandiniyê Wan Misewer wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di vê demê de weke her salê dema destpêka şaxkirinê ye, ji ber ku şaxên daran ên nû derdikevin, herwiha dema çalakirin û mezinbûna daran e. Lewma me Gubreya NPK rijanand da ku enerjiyeke baş bidin daran di destpêka mezinbûna wê di meha Adarê de.”
Biryara rijandina gubreya NPK li gorî lêkolînekê ji hêla pisporan hat dayîn, Wan Misewer wiha anî ziman: “Payîna NPK li gorî perspektîfên çandiniyê ji hêla endezyarên çandiniyê hatiye pejirandin”
Ev yek diyar dike ku cure û mîqdara gubreyê bi awayekî lêkolînkirî hat hilbijartin, lê piştî şêwirmendiya bi pisporan re li gorî, cureyê darê, temenê darê, cureyê axê û pêdiviyên demsalî.
Rêjeya hêmanan di gubreyê de
Wan Misewer ji bo zêdekirin û rêjeya hêmanan di nava gubre de wiha anî ziman: “Rêjeya hêmanên ku li gubrê hatin zêdekirin ya Nîtrojen ji sedî 20, herwiha rêjeya Fosfor û Potasyûm heman yek e. wekî din hêmanên biçûk jî hatin zêdekirin.”
Nîtrojen (ji bo mezinbûna pelan), Fosfor (ji bo xurtkirina kokan), Potasyûm (ji bo xurtkirina darê) lê hat zêdekirin. Herwiha hêmanên biçûk wekî Hesin, Zînk, Manganez û Sifir. Ev bi mîqdarên piçûk pêwîst in lê ji bo pêşîgirtina li zerbûn û mezinbûna qels girîng in.
Awayê rijandina gubre
Wan Misewer diyar kir ku gubre bi awayê sîstematîk (erdî) hat rijandin û wiha got: “Ji ber ku bi vî awayî gubre ji kokê tê kişandin, zêdetir bi bandor e û mayîndetir e.”
Gubre di axê de tê danîn û ne li ser pelan tê reşandin, ew ji hêla kokan ve tê kişandin û di hundirê nebatan de tê veguhestin. Ji ber vê yekê jê re sîstemîk tê gotin, ji ber ku ew dikeve nav pergala navxweyî ya nebatê de. Ev rêbaz bandortir e herwiha bandora wê dirêjtir e û bi mercên hewayî bi hêsanî nayê bandorkirin.
Rêvebera Nivîsgeha Park û Darçandiniyê Wan Misewer wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Ev gav wekî gavekê ji bo baştirkirina rûbera nebatan ya domdar e, şaredariyê berî niha gubreya organîk di payîza sala 2025’an de bi kar anî bi rêjeyeke sînordar di heman demê de wê heman gubre bê bikar anîn ji ber ku alternatîfeke başe ji yên kîmyewî.”
Gubre NPK çi ye?
Gubreya NPK gubreyek tevlihev e ku ji sê hêmanên sereke yên bingehîn ji bo mezinbûna saxlem ya nebatan, pêk tê wekî: Netrojen ji bo mezinbûna pel û şaxan, Fosfor ji bo xurtkirina kokan û kulîlkan û Potasyûm ji bo zêdekirina qidreta nebatan li ser mezinbûnê û baştirkirina kalîteya fêkiyan.
Ev gubre di destpêka demsala mezinbûna nebatan de, wekî dawiya zivistanê û destpêka biharê tê bikar anîn, dema ku dar û nebat dest bi çalakbûnê dikin û şaxên wan vedibin.
Gubreya NPK ji bo piraniya nebatan, wekî darên zeytûnê, darên sêvan, darên behîv û sebzeyan guncav e, bi şertê ku ew bi mîqdarên guncav û li gorî perspektîfên teknîkî were bikar anîn da ku zirara neghêje jîngehê.






