Lîloz Hisên/Qamişlo
Li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ji ber barana dijwar ku di rojên borî de bariya, rêya demikî ya axî ku bajar û gundewarên wê yên rojava dighîne hev hilweşiya û rê qut bû.
Di rojên dawî de li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê baraneke dijwar bariya. Ji ber baranê asta ava çemê Xabûrê bilind bû. Di encamê de rêya demikî ya axî ya bajar bi gundewarên rojava ve girê dide, qut bû. Pira ku li ser rêya M4 par ji ber birûskê hilweşiyabû. Şaredariya Gel a Til Temirê neçar mabû ku li şûna wê rêyeke axî çêke heya ku pirê sererast bike.
Pira bazirganiyê ya herî girîng a herêmê ye
Pira Til Temir ya rojava gundewaran bi bajêr ve girê dide, di encama barana dijwar a ku bariya hilweşiya, vê yekê hişt ku gund ji hawîrdorê qut bibe û tevgera çûn û hatinê li ser şêniyan zêde bike. Pira Til Temir di serdema Mantada Fransayê hat ava kirin, ew wekî damara sereke ya bazirganiyê ye, ji ber hilwişandina wê barê çûn û hatina welatiyan û gihaştina şêniyan ji bo erdên wan giran kir. Hilweşandina pirê aloziyeke rastî ya jiyanî ye, ne tenê qutkirina rêyekê ye.
Pira Til Temir ji girîngtirîn pirên li herêmê ye, ew dikeve li ser rêya bazirganiyê ya M4 ku Îraqê bi herêmên rojhilatê Sûriyê ve girê dide, heta Heleb, Şam û beravê dirêj dibe, herwiha bajarê Til Temir bi herêmên derdorê ve girê dide.
Hilwişîna pirê barê şêniyan giran kir
Serokê Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Gel a Til Temirê Abdulah Hesen destnîşan kir ku ji berî 90 salî ev pir ji hêla Mantada Fransayê hat ava kirin, ew ne tenê rêyeke ku hin aliyên herêmê bi hev re girê dide, lê ew damareke sereke ye ku rojhilat bi rojava girê dide herwiha ji bo bazirgan, xwendekar û cotkaran rêya sereke ye ku rojane tê de derbas dibin û wiha berdewam kir: “Bi hilweşîna vê pirê, şêniyên gundên nêzîk neçar dimînin rêyên dirêj ku 50 kîlometre derbas dike, bigrin.”
Abdullah Hesen behsa girtina tedbîrên piştî hilweşîna Pirê kir: “Di destpêkê de, Pir rojavayê bajarê Til Temirê ku gundewarê rojava bi navenda bajêr ve girê dide ji ber birûskê hilwişiya, di encamê de pir ji xizmetê derket ji ber hilweşandina beşê rojhilat bi giştî. Bi awayekî lez şaredariyê dest bi lêkolînkirina çareseriyên awarte kir, ji bo jinûve sererastkirina pirê û vegerandina wê ji bo xizmeta gel di heman demê de pilan hat danîn ji bo xîtabkirina saziyên girêdayî mîna van pirsgirêkan.”
Dîtina çaeseriyên awarte
Tîmên şaredariyê li beramberî pira rûxiyayî dest bi vekirina rêyeke alternatîf kir. Dirêjahiya rêyê 700 metre bû. Herwiha rê bi kevirên şikestî hat sererastkirin da ku wesayîtên sivik û navîn bikarin tê re derbas bibin.
Hesen Abdullah wiha anî ziman: “Ev proje di dema borî de bi awayekî serkeftî xizmet ji herêmê re kir, lê di encama lehiyên ku li herêmê çêbûn di vê dawiyê de beşek jê hat hilweşandin. Kampaniya avakirinên leşkerî di dema heyî de careke din Pir sererastkir, di rêya zêdekirina derbasgehên sereke û niha pir bi awayekî normal di xizmeta gel de ye” Derbarê ji nû ve avakirina pira Til Temir, Serokê Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Gel a Til Temirê Abdullah Hesen wiha got: “Ji nû ve avakirina pirê ne ji xebatên şaredariyê ye, lê ji kar û xebatên Desteya Giştî ya Rêyan e, di vê çarçoveyê de şaredariyê têkiliyên xwe pê re çêkiriye, em bi hêvî ne ku proseya ji nû ve avakirina pirê di nava pilanên xebatên desteyê de be ji bo sala 2026’an, da ku bi awayekî guncav were sererastkirin.”
Derbarê girîngiya vê pirê de, Abdullah Hesen wiha diyar kir: “Pir li ser rêya navneteweyî tevgereke çûn û hatineke mezin nîşan dide, şaredariya gel û kampaniya avakirinên leşkerî lêkolîn dikin ku çareseriyeke demikî li ser pirê bi xwe deynin, ku di destpêkê de beşê ku hatiye hilwişandin dagirin da ku di demekê de bikeve xizmetê, ji bo ji holêrakirina diyardeya hilweşîna beşa axî ya ku hatiye çêkirin, ku ji ber baran û lehiyê çêdibe.”






