Hafiz Ahmet Turhalli
Gelek demên grîng hene ku berpirsiyariyên giran li kesayetan û civakan tên barkirin. Carna ew kesayet an jî ew alî amadene lê gel ne amadeye û carnajî gel amadeye, lê kesayet an kesên xwe weke berpirsiyar destnîşan kirine û karkirine ne amadene. Ev demên dîrokî divê rolên ku dikevin ser aliyan ew rol werin leystin. Ji ber wê Ereb dibêjin (EL-FURSETÛ-XENÎMETUN) Firsend xenîmetin divê jê sud were girtin. Gelê Kurd ku gelê herî qedîm yê rojhilata navîne ji mafê xwerêvebirinêve bêpar hatiye hiştin. Xaka wî hatiye perçekirin û ser çar dewletan ve hatiye dabeş kirin. Sîstema cîhanê ya brêvebirinê ya wê demê nedixwest Kurd bibin xwedî statû. Bi kurtasî sîstema nuh ya cîhanê biryar dan ku Kurdan bikin qurban û ji dîrokê bi yek carî rabikin. Milletê Kurd ev rewş nepejirand û kete nav liv û tevgerê. Ji sed salî zêdetire ku Kurd liber xwe didin û doza mafên xweyê rewa dikin. Divê dîrokê de gelek caran serhildanên pêşketî pêşxistin û heta radeyekî maf bidest xistin. Komara Mehabatê û destkeftên ku beşên dîtirde hatin bidestxistin. Piştî têkçûna serhildanan qirkirin û kujeriya dagirkeran bi dijwarî li ser gelê Kurd dihate pêkanîn. Kurd weke herêman, mezheban, olan û eşîran serhildan pêşxistin. Têkoşîna gelên me jî bê navber berdewam kir.
Di dîroka gelê mede ku beşê herî biçuk Rojavayê welatê meye, rihekî berxwedêr yê netewî yê weha gelemperî di dîroka Kurd û Kurdîstanêde pêşneketiye. Divê mirov vî rihê giştî tenê bi serdema globalîzmê û bandorên wê şîrove neke. Ji ber dendikê rihê globalîzmê kapîtalîzme û hişmendiya kapîtalîzmê dabeşkirina kesayeta miroviye. Em dibînin ku hişmendiya kapîtalîzmê bandoreke neyînî li ser mirovahî pêkaniye û dendika civakê kû malbat perçe perçe kiriye. Sîstemekî takekesî avakiriye û naxwaze civakekî rêxistinkirî li ruyê zemîn bimîne, bi gotina Kurdî pergala „Bav ji xwere law jixwere“ avakiriye. Divê serdema ku kapîtalîzm têde yek „Îlahiya“ xwe avakiriye û jixwere hîç şîrikekî qebul nake. Rojava divê serdema globalde di nava miletê Kurd de, rihekî Kurdî û Kurdîstanî çand û yekîtiya gelê Kurd li hemû cîhanê şênber kir. Li hemû beşên Kurdistanê û li hemû cîhanê Kurd bi yek dengî rabûn ser piya û ji cîhanêre gotin; em livirin, em hene û emê her hebin.
Bi têkoşîna gelê Kurd re heqîqeteke dîtir derket holê kû hûn bi yek dengî berxwe bidin, hûnê karibin sîstema hov, ya Kapîtalîzmê jî bandor bikin û politikayên wan yên kirêt biguherînîn.
Dema yekîtiya we avabibe û sîyasetekî eqlane were meşandin hûnê karibin bibin xwedan statû.
Neha ji hemû hûz û kesayetên dilsozê miletê Kurd tê xwestin vê yekîtiya kû li kolanan hatiye amadekirin mezintir bikin û eqlane tevbigerin. Tê dîtin ku vê yekîtiya gelê Kurd, dijminên Kurdan tirsandine û ew xistine nava fikaran.
Divê Kurd ji hemû gotarên û kiryarên perçekirinê durkevin û zêdetir lihevdû xwedî derkevin.
Kê baweriya wî çidibe, ramanên wî çidibin bira bibin, divê ji bo vê yekîtiyê geştir bike kar bike. Ji zimanê me bigre heta karên biçûk divê hessasiyeta yekîtiya gelê Kurd weke ferz were destgirtin. Divê ev rewş ji bo hemû kesayet û aliyên Kurd baş were zelal kirin, ger ev ferza neyê pêkanîn, karên berê hatine kirin hemû dê pûç bibin. Dem dema Kurd û Kurdistanê ye.






