Hêvî Keleş/ Qamişlo
Xelkên Efrîn yên ku koçberî bajarê Qamişloyê bûn gotin ku wan ewlehî li herêma Cezîrê dîtine, ku piştî koçberbûna wan ji deverên wan ew hembêz kirine û tekez kirin ku tevî vê yekê jî, daxwaza wan vegereke bi ewleye.
Di zivistana dijwar de, dema ku serma dikeve nav dîwaran û bêhna xwe dide, xelkê koçber ê Efrîn û Şahbayê li cihên ku hema bêje bê germkirin û navendên ku ji sermaya şevê an jî ji dijwarbûna bayê naparêze, çîrokeke berxwedanê ya rojane dijîn. Malbat li dora hêviyeke biçûk a ji bo germê dicivin. Li vir, êş ne tenê bi germahiyê, lê bi giraniya li bendêbûn û xewnên paşxistî yên li pey banekî ewle û zivistanek kêmtir dijwar tê pîvandin. Ev xelkê koçber ji mafê xwe yê jiyanê bêtir tiştekî naxwazin, germahî ji bo parastina xwe û ewlehî ji bo sivikkirina dijwarbûna koçberiyê.
Êşa bi sed hezaran sivîlên ku neçar mane ji bo ewlehiyê ji malên xwe birevin, xerabtir dibe. Li bajarê Qamişlo, bi sedan malbatên koçber di şert û mercên mirovî yên dijwar de di navendan de dijîn, di şert û mercên jiyanê û derûnî yên dijwar de ne û li benda çareseriyên ku ewlehî, aramî û mafê vegera wan bo deverên xwe yên resen garantî dikin in. Kesên ku bi zorê ji navendan hatine koçberkirin, ji ber koçberî û bêîstîqrariya dubare, azara şert û mercên derûnî û jiyanî yên dijwar dikişînin, digel tirsên zêde yên li ser pêşeroja zarokên xwe, yên ku ji van şert û mercên mirovî yên dijwar herî zêde bandor dibin.
Di vê çarçoveyê de, koçberên bi navê Mihemed Reşîd, Emekl Omer û Mêdiya Osman ku li navendan li bajarê Qamişlo, bi taybetî li Dibistanan dijîn, êşa xwe ya berdewam ji ber koçberiya bi zorê anîn ziman û ji Rojnameya me re axivîn.
Şert û mercên dijwar ên jiyanê û rewşa derûnî

Mihemed Reşîd anî ziman ku koçberî êşeke mezin da wan û ew her tim ji bo jiyana zarokên xwe ditirsiyan û wiha got: “Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku ji bo vegera me ya bi ewle ji bona warê me mudaxele bikin û em spasiya gelê Kurd ê li her çar perçeyên Kurdistanê dikin ku li kêleka me sekinîn. Me ji ber dubarebûna koçberiyê gelek êş kişandiye û em bang li rêxistin û rayedarên peywendîdar dikin ku ji bo vegera me ya bi ewle kar û xebatê bidin meşandin. Me gelek êş kişand, bi taybetî jî zarokên me di şert û mercên dijwar de dijîn, tevî ku pêdiviyên bingehîn hene û em hêvî dikin ku şer biqede da ku em bikaribin vegerin malên xwe. Em bi zorê koçber bûne, Rêxistin tenê tên ku navan tomar bikin û piştre diçin û navegerin, ev paşguhkirin bandoreke kûr a derûnî dike, nemaze ji ber nebûna derfetên kar, pere û kêmbûna elektirîkê, av û xwarinê. Em bi zorê koçber bûn, koçberbûna min li Helebê, paşê ji Efrîn, paşê li herêma Şehba û di dawiyê de li Qamişlo dest pê kir. Vegera ji bona Efrîna di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê de ne ewle ye. Gelek kesên ku hewl dan vegerin hatin girtin an jî hatin kuştin, ev jî dihêle ku em ji tirsa li ser malbata xwe venegerin cih û warên xwe heta ku çete ji wir bêne derxistin û aramî pêk were.”
‘Em rojan dihejmêrin da ku vegerin malên xwe’

Emel omer diyar kir ku ew rojên xwe dijmêrin bi hêviya ku vegerin warên xwe Efrînê, ji bona ku êşa wan biqede û wiha berdewam kir: “Dibistan bûye warê ku malbat lê dimînin, ode niha malên me ne, em li heman cihî radizin, xwarina xwe çêdikin, serê xwe dişûn. Destav hindik nebaş in, sîstema kanalîzasyonê nebaşe. Elektrîk heye, av jî heye, lê av têra pêwîstiyê me nake, ew ji tankên ku li derve hatine danîn diherike, ji bo vexwarin an serşuştinê ne guncaw e. Dayik ji bo çêkirina xwarinê sobeyên gazê bikar tînin, herwiha zarok bêhnên qirêj ên bi dûmanê dikişînin ku xetereyek li ser wan çêdike. Rewş nebaşe, em nikarin qutiyek gazê bikirin, sobeya gazê dûmanê derdixe û xeteriya wê mezin e, ji ber ku bi bilindbûna germahiyê re îhtîmalek mezin heye ku ev sobe biteqe, ku bibe sedema gelek karesatan.”
‘Kurê min nexweşe û derman peydanabe’

Mîdiya Osman anî ziman ku Ji ber çar caran bi zorê ji Efrînê hatiye koçberkirin, di dema koçberiyên xwe yên dubare de wêraniyeke berfireh dîtiye û hêviya xwe ji bo bidawîbûna şer û vegera malê anî ziman û got: “Em hêvî dikin ku rêxistinên navneteweyî li kêleka me bisekinin û alîkariya mirovî bidin me. Rêwîtiya koçberiyê tijî trajedî bû, ku me di rê de şahidiya wêraniyê kir û rewşa me gelek nebaşûbû. Em hêvî dikin ku şer biqede da ku em bikaribin vegerin malên xwe. Kurê min nexweş e û ez nikarim wî bighînim nexweşxaneyê û derman jê re peyda bikim, me êşên giran di jiyana koçberiyê de kişandin û pêwîstiya me bi alîkariya lezgîn ya mirovî heye, bi taybet jî ji milê tenduristî ve. Em bang li gelê Kurd dikin ku li kêleka me bisekinin û piştgiriyê bidin vegera me ya bi ewle ji bona warê me.”






