Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Kes nikara jinê biparêze ji jinê pê ve’

15/02/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Kes nikara jinê biparêze ji jinê pê ve’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Rêveberiya giştî ya Trafîka Rojava Mîdye Xelîl da zanîn ku piştî Rêveberiya Xweser seferberî îlankir hemû endam û rêveberiyên trafîkê bi taybet yên jin çek hilgirtin ser milên xwe û parastina axa xwe kirin û wiha got: “Kes nikara jinê biparêze ji jinê pê ve.”

Bi pêvajoya şoreşa Rojava re û bi îlankirina projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ku bi pêşengtiyan jin hatî destpêkirin û didome, jinan ji hemû pêkhateyan di her qadan de pêşengtî kirin û roleke çalak ji bo avakirina civakake exlaqî û polîtîk lîstin. Yek ji navendên sereke ku jin berşdarî bûye û tê de xebat daye meşandin jî Polîsên Tirafîkê bûn. Li hemû herêmên firatê û Cizîrê jinê cihê xwe di xebata tirafîkê de girt û dikarîbû ku di warê rêxistinkirina herêmê de pêşangtiyê bike.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya giştî ya Tirafîka Rojava Mîdye Xelîl ji Rojname ya me re axivî.

‘‘Endamên tarfîkê ya jin çek hilgirtin ser milên xwe’’

Mîdye Xelîl diyar kir ku di tirafîkî de jin cihê xwe di hemû beşan de digire û wiha got: “Di 18’ê Çile de Rêveberiya Xweser ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herwiha ji ber nêzîkbûna xeteriyê seferberiya gîştî îlankirin. Tevahî gel bi hemû qad û saziyên xwe yên sivîl û leşkerî tevlî vê seferberiyê bûn. Herwiha hemû gelê herêma Cizîr û Kobanê ev berpirsyarî hilgirtin ser milên xwe û seferber bûn. Di heman demê de hemû endam û rêveberiyên Tirafîkê bi taybet yên jin piştî bangawaziya seferberiyê xwe birêxistin kirin û seferber bûn. Di hemû qad û kolanan de endamên tirafîka jin cihê xwe di nava vê seferberiyê de girtin. Tevî ku karê Trafîkê tenê rêxistinkirina rê û erebeyên di nava bajaran de bû, lê tevî vê jî endamên tirarfîkê yên jin çek hilgirtin ser milên xwe ji bo parastina ax û gelê xwe bikin. Di vê demê de û bi taybet hevalên tirafîkê yên jin di milekî de parastin dikirin û di milê din de jî xebata xwe ya rêxistina kolan û bazaran berdewam dikirin.”

‘‘Bi tevlîbûna jinê re rêxistin û parastin xurtirbû’’

Mîdye Xelîl destnîşan kir ku di herêma Cizîrê de endamê tirafîkê yên jin di hemû bajaran de cihê xwe digirin û wiha pê de çû: “Berî ku hikumeta demkî ya Sûriyê êrişî Tebqa, Reqa, Dêrezor û herêmên dîtir bike û derbas bibe, endamên jin yên tirafîkê cihê xwe di van herêman de jî digirtin û xebata xwe dimeşandin. Karê tirafîkê, karekî ji bo xizmeta vê civakê ye, lê dîsa jî ji ber êriş li ser herêm û destkeftiyên me, hemû endam û rêveberên jin yên tirafîkê li Kobanê û Cizîrê herkesî çek rakir û bi gelê xwe re di nav parastinê de ye. Di dema niha de tenê me ceza sekinandiye, lê xabatên me yên rêxistinkirina rê û pêkanîna biryara qedexeya derketinê berdewame, di kar û xebata ku tê meşandin de jin roleke çalak dilîzin. Herwiha li ser esasê banga Rêveberiya Xweser a seferberiyê em tevlî parastinê bûn û me cihê xwe di nava parastina taxan de girt. Di hemû navendên tirafîkê yên bajarê Qamişlo de jin cihê xwe digirin. Dema ku hevalên jin li kêlekî hevalên mêr di kolanan de bin rêxistinkirin bêhtir pêktê, di milê gel û ajokeran de jî bi rêzdarî li hember hevalên jin tevdigerin.”

‘‘Kes nikara jinê biparêze ji jinê pê ve’’

Rêveberiya giştî ya Tirafîka Rojava Mîdye Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî ku Rêveberiya xweser seferberî îlankir di hin mijaran de me zehmetî kişandin, di mile tirafîkê de û bi taybet di rêxistinkirina bajar de di rojên destpêkê yên îlankirina seferberiyê re tevlîhevî çêbû. Lê dîsa me xebatê xwe domand û kontrol kir, di sibehê de tirafîka jin cihê xwe di nava xebata rêxistinkirinê de digre û bi êvarî jî tevlî meclîsa taxê û komînan parastinê dikin.  Eger jin di nava xebata tirafîkê de be an jî di nava xebatên dîtir de be û li kuderê be jî, kes nikara jinê biparêze ji jinê pê ve.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.