Pêjder Altan
Me di gotara xwe ya hefteya bihorî de anîbû ziman ku ev êrîşên dagirkirî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di esasê xwe de li hemberê hemû gelan bû, me wek e versiyonekê komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê 1999’an de ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan encam bibû pênase kiribû û me sedemê wê jî bi zimanekê zelal danîbû holê.
Li vir di hêla rêbaz jî dikarin vê yekî serî zêde bikin; Pêvajoya komployê ya ku bi êrişa li ser Helebê dest pê kir û destkeftiyên Kurdan li Rojava dike hedef, ne tenê dînamîkeke “şerê navxweyî” ye; ev yek, guhertoyeke nûjenkirî ya komploya kûr a navneteweyî ye ku rehên wê diçin sala 1998’an, heta Peymana Edeneyê. Ew dîwarên ku duh bi destê Husnî Mubarek û Suleyman Demirel hatibûn hûnandin, îro bi destê amûrên cîhadîst ên mîna HTŞ’ê û fîgurê Trump ji nû ve tên bilindkirin. Nexşeyên bi xwîn ên Rojhilata Navîn careke din li ser masê ne; vê carê murekkeba pênûsan bi boriyên petrol û gaza xwezayî tê dagirtin.
Dema em li pêvajoya dîrokî dinêrin, em dibînin ku her gava meşa azadiyê ya gelê Kurd, bi jeopolîtîkaya enerjiyê hatiye xwestin ku were astengkirin. Pêvajoya ku ji projeya Bakû-Tîflîs-Ceyhanê (BTC) heta herikîna Şîn (Mavi Akım) dirêj dibe, hewildana binaxkirina daxwazên statuya Kurdan e di bin van boriyên mezin de. Bêdengiya Rûsyayê ya “ji xatirê Mavi Akımê” û îro jî bikaranîna Rojava wekî “karta bazariyê” ji aliyê DYA’yê ve ji bo qutkirina Tirkiyeyê ji Rûsyayê, du rûyên heman pereyî ne. Hêzên sermayeya gerdûnî, Kurdan li ser rêyên enerjiyê wekî “asteng” dibînin. Lê belê rastiyek heye ku ew ji bîr dikin: Îradeya azadiyê ya gelan, ji tu boriyên enerjiyê ne kêmtir e.
Konsensûsa navneteweyî ya ku di 6’ê Çileya 2026’an de şênber bû, careke din îspat kir ku tifaqa li dijî Kurdan çiqas pragmatîst û bêprensîb e. Meşrûkirina HTŞ û pêkhateyên wê -yên ku ji heman koka îdeolojîk a kiryarên 11’ê Îlonê ya kuleyên cêwî tên- ji aliyê Washington û Enqereyê ve, cewherê emperyalîzmê kurt dike. Ne tesaduf e ku Enqere bi hesreta “Li benda Godot” li benda Trump ma. Ew zîhniyeta ku rê li ber dagirkirina Kerkûkê vekir û rê da operasyonên Efrîn û Serêkaniyê, îro jî HTŞ’ê wekî “enstrumaneke NATO’yê” dixe qadê.
Têkiliya DYA’yê ya bi Kurdan re “taktîkî” ye û ev rastî careke din bi rûtî li ber çavan e. Hevkariya stratejîk her tim bi Enqereyê re tê kirin ku hem endama NATO’yê ye hem jî bi nasnameya xwe ya Îslamî di projeya “Îslama nerm” de wekî model tê dîtin. Pistepistên li civînên Parîsê yên li pişt deriyên girtî, diyalogên çareseriyê yên di navbera QSD û Şamê de sabote dikin û rejîmên cîhadîst li ser herêmê ferz dikin.
Îro herêm ji erdhejên siyasî re ducanî ye. Nimûneya Îranê nîşan da ku ew rejîmên ku tenê pişta xwe didin fuzeyan û çekan, lê têkiliya xwe bi gelên xwe re (Kurd, Azerî, Belûç, Ereb) qut kirine, çiqas lawaz in. Şerê 12 rojî yê di Hezîrana 2025’an de îspat kir ku hêza bingehîn ne teknolojî, îradeya civakî ye.
Hevpeymaniya AKP-MHP’ê jî di nav heman şaşvaziyê de ye. Pergaleke ku mûçeyekî birçîbûnê ji gelê xwe re rewa dibîne û bi mîlyaran dolaran ji komên cîhadîst û operasyonên leşkerî re xerc dike, nikare li ser piyan bimîne. Divê gotina Marx a qedîm bi bîr bînin: “Gelên ku gelên din diçewisînin, nikarin azad bibin.” Polîtîkayeke derve ya ku li ser dijminatiya Kurdan hatiye avakirin, Tirkiyeyê azad nake; berovajî vê, wê ber bi rizîbûneke civakî û îflasa exlaqî ve dibe.
Wekî Encam; hêzên emperyalîst wê her tim li pey Lozanên nû û nexşeyên dabeşkirinê bin. Lê belê gelê Kurd bi mîrasa ku ji nifşê 68’an girtiye, ev sînor ji mêj ve derbas kirine. Ev dînamîka ku ji Helebçeyê, ji şerên Kendavê û ji her cûre dorpêçan bi hêztir derketiye; îro jî wê hêviya dîrokî ya ku ji Komuna Parîsê heta Berxwedana Vîetnamê dirêj dibe, di dilê xwe de hildigire.






