Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Veguhestina DAIŞ’ê; derbaskirina bombeyekê ji Sûriyê ber bi Îraqê ve

15/02/2026
in POLÎTÎKA
A A
Veguhestina DAIŞ’ê; derbaskirina bombeyekê ji Sûriyê ber bi Îraqê ve
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Piştî 10 salan ji şerê koalisyonê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê, êdî bermahiyên wê yên girtî tên veguhestin bo Îraqê. Ev veguhestin jî mîna bombeyekê ku dibe li Îraqê biteqe, divê Başûrê Kurdistanê, PDK û YNK’ê jê re hişyar bin!

Mijara veguhestina DAIŞ’ê di navbera Sûriye û Îraqê de gelo veguhestina erdîngariyê an vegeranedina kaosê ye?

Ji dema ragihandina têkçûna DAIŞ’ê bi destê Şervanên QSD’ê li Sûriyê di sala 2019’an de, nîqaş li ser çarenûsa bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê an jî çawaniya zindîkirina wê li deverên cuda yên Îraqê û Sûriyê, ranewestiyane. Li Îraqê bi zêdebûna êriş û operasyonên DAIŞ’ê li parêzgehên wekî Diyala, Kerkûk, Selahedîn û Enbar, di heman demê de piştî êrişên HTŞ’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hem jî rizgarkirina çeteyan û malbatên wan ji kampan pirseke kevn ji nû ve derket holê. Ew e ku çima çeteyên DAIŞ bi destên Koalisyona Navdewletî û Amrîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi Îraqê tên veguhestin?

Pilana CENTCOM a Amerîkî?

Amerîka û Koalîsyona Navdewletî bi berdewamî her veguhestina organîzekirî yan jî piştgiriya rasterast an neyekser ji DAIŞ’ê re red dikin.  Sûd ji xweza û erdnîgariya dijwar a sînorê Sûriye û Îraqê tê girtin û bikaranîn. Îraq heta niha zêdeyî 2 hezar 225 kesên DAIŞ’î wergirtiye, Amerîka bi riya balafirên xwe ev kesên xwedî fikrên radîkal ji Rojava derbasî Îraqê kirin, qaşo Hevpeymana Navdewletî di çarçoveya ‘Pilana CENTCOM’ a Amerîkî de dibêje cihên ku li Roava yên çeteyên DAIŞ’ê tê de girtî bûn ne ewle bûn. Amerîkayê di daxuyaniya xwe de gotibû li Îraqê wê çeteyên DAIŞ’ê di deverên bi ewle de werin bicîkirin. Lê pirs ev e ku çima çeteyên Sûriyê li Sûriyê neman, ma ne hikumeta demkî ya Sûriyê tevlî koalisyonê bûbû û erka wê ew e ku mijara DAIŞ’ê bişobîne û li ser raweste? Ango wê hikumeta demkî (HTŞ’ê) vê mijarê bi rê ve bibe, lê eşkere ye ku Hevpeymana Navdewletî dixwaze DAIŞ’ê li Îraqê bide vejînkirin.

Tişta ku welatên herêmî nekir, QSD’ê pêkanî

Şîrovekarên leşkerî destnîşan dikin ku çola Sûriyê û rojavayê Îraqê yek ji deverên erdnîgarî yên herî tevlîhev li Rojhilata Navîn e. Ev devera vekirî, kêmbûna mirov û hebûna eşîrên Ereban ku hin ji wan xwedî fikrên paşmayî ne, li ser sînorê Îraq û Sûriyê dibe faktor ji bo rêxistin bi hêsanî tevbigere. Li pêş hêzên herêmî tiştekî zor e ku DAIŞ were tunekirin, lê ji bo Amerîka û hêzên Hevpeymana Navdewletî tiştekî herî hêsan ku DAIŞ bi temamî were tunekirin. Berxwedaniya ku QSD’ê li hemberî DAIŞ’ê kir efsûnî bû, ruxmî ku QSD’ê temenê wê 10 sal bû, lê dikarîbû rêxistineke cîhadîst têkbibe û wan di girtîgihan de bi cih bike û ewlekariya herêmê biparêze.

Koalsyonê destê QSD’ê berda… cihê gumanê ye!

Ji destpêka ku QSD’ê ava bû û beriya wê jî berxwedaniya YPJ, YPG û YXK’ê şervanên Kurd şerê komên cîhadîst û di nav wan de çeteyên DAIŞ’ê kirin. QSD û YPJ’ê bi hemû beşên leşkerî bi lehengî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastin. Gelê Kurd di çavên dunyayê de bi saya berxwedaniya QSD û YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê hatin naskirin. Ji ber vê lehengiyê hêzên Hevpeymana Navdewletî destek da QSD’ê da ku şerê DAŞ’ê bike. QSD’ê bi dil û can şerê DAIŞ’ê kir daku ewlehiya Sûriyê, Rojava, gelên herêmê û tevahiya mirovahiyê biparêze. Destwerdana hêzên Koalisyonê û bi taybet Amerîkayê di Sûriyê de ji bo berjewendiyên aborî, siyasî, istxbaratî û hwd… bû. Lê di piştperdeya siyaseta koalisyonê ya van her 10 sanlên dawî de hat tekezkirin ku ew nehatibû da ku herêmê ji terorê biparêze. Koalisyon erka ku jê hatibû xwestin pêkbîne, pêkanîna Rojhilata Navîn, lawazkirina Îran û Rûsya bû, rûxandina rêjîmên girêdayî Îran, pêkanîna projeyên aborî. Bi pêkanîna êrişên dawiyê li ser Rojava ji hêla hikumeta demkî û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve, êdî hêzên Hevpeymana Navdewletî got erkdariya QSD’ê di warê şerê li dijî DAIŞ’ê de nema. Nema!? Gelo çawa nema û hîna bi sedan şaneyên veşartî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çolistana Sûriyê hene. Bi hezaran DAIŞ’î û malbatên wan di kampan û girtîgehan de ne. Siyaseta Amerîka û hêzên Koalsyonê li hemberî QSD’ê û nedestekdayîna wan ji QSD’ê re di demekê de ku çeteyên DAIŞ’ê dîse li Sûriyê aktîv bû, hem jî bilindbûna asta xeteriyê li mirovahiyê, tekez kir ku ew naxwazin DAIŞ’ê tune bikin, lê dixwazin ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Veguhestina DAIŞ’ê bo Îraqê ji bo çi ye?

Yek ji analîzên ku di çapemeniya rojavayî de herî zêde tê nîqaşkirin, têgeha ‘veguhastinê’ ye, veguhestina DAIŞ’ê ji Sûriyê ber bi Îraq. Wekî tê zanîn hîna tevgera DAIŞ’ê li Îraqê heye, ruxmî ku li Sûriyê li ser destê QSD’ê hatibû têkbirin, niha dîse ev çeteyên ku di girtîgihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, tên veguhestin. Bi veguhestina çeteyan du armancên dûr ên Amrîkayê û koalisyonê hene. Armanca dûr ew e ku baskên Îranê bi temamî werin birîn, piştî ku Amerîka xwe li Îraqê bi saya şerê DAIŞ’ê bi cih bike. Armanc ne tesfiyekirina DAIŞ’ê ye weke ku Amerîka û Hevpeymana Navdewletî dibêje, lê belê zindîkirina DAIŞ û bikaranîna wê ye. Armanca din ew e ku DAIŞ li dijî Başûrê Kurdistanê were amadekirin.

2000 çeteyên Tirk di nav girtiyên DAIŞ’ê de gihatştine Îraqê!

Raporên çapemeniyê piştrast kir ku di nava operasyona veguhestina çeteyên DAIŞ’ê de di çarçoveya rêkeftinên ewlehî û dadwerî yên hevbeş di navbera Bexda, Washington û Enqereyê de zêdetirî 7 hezar girtî hene. Hejmara kesên ku nasnameya wan Tirkî ye digihêje zêdetirî 2 hezar kesî. Tevî ku gelek ji kesên DAIŞ’î dibe ku Tirk bin, lê nasnameya xwe vedişêrin an jî agahiyên şaş didin. Li gorî nûçeya rojnamevan Halî Gunultas a li ser malpera ‘Kisa Dalga’, pêvajoya qeydkirinê li ser daneyên nasnameyê yên girtiyên di girtîgehên Sûriyê de pêkhatiye. Daneyan nîşan daye ku di navbera Enqere, Bexda û Washingtonê de lihevkirinek heye ku çete ji ber sûcên dijîmirovî û jenosîd derheqê sivîlan li Sûriyê kirin e, ceza bibin. Li vir em tê digihêjin ku kesên nasnameya wan Tirkî ye, ne bi rengekî takekesî tevlî DAIŞ’ê bûne, lê belê bi zanebûn û bi riya MÎT a Tirkiyê ev çete tevlî DAIŞ’ê bûn, di heman demê de kesên Tirk bûne rêveberên DAIŞ’î. Gelek belge hene û di wan belgeyan de hatiye tekezkirin ku destê dewleta Tirk di mijara rêvebirina DAIŞ’ê de heye. Li ser vê bingehê divê di serî de dewleta Tirk ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a navdewletî de were cezakirin.

Divê PDK û YNK’ê yekîtiya xwe pêkbînin li hemberî xeteriyên dema pêş!

Dewletên hegemon, hêzên Hevpeymana Navdewletî, Amerîka, dewleta Tirk û hwd… çi dikin armanc ji xwe re, ango çi siyasetê dimeşînin? Lawazbûna di navbera aliyên herêmî yê hundirê welatan dikin hedef û li ser wê bingehê berjewendiyên xwe yên kûr didin pêkanîn. Berjewendiyên dagirkirinê, berjewendiyên aborî û yên siyasî. Piştî birina çeteyên DAIŞ’ê bo Îraqê metirsî heye ku dîse hebûn û zindîbûna DAIŞ’ê pêkwere. Zindîbûna DAIŞ’ê di destê Amerîka û hêzên Hevpeymana Navdewletî de ye, ne dûr e ku bi planeke îstxbaratî ya Amrîkî DAIŞ bi hêz bibe. Dema ku bi hêz bibe ew ê bibe bela li serê Başûrê Kurdistanê, nexasim li Şengalê. Dewleta Tirk bi dirêjahiya krîza Sûriyê digot ez şerê DAIŞ’ê dikim, di heman demê de bi MÎTa xwe destek dida DAIŞ’ê da ku êrişî gelê Kurd û QSD’ê bike, li hêla din hêzên Hevpeymanê ji bo vê gotinê bêdeng dima, mijara ku ez li ser diaxivim girêdayî destwerdana dewleta Tirk a ku metirsî heye ku di Îraq û Başûrê Kurdistanê de pêkwere û dagirkeriya xwe li ser Başûr berfirehtir bike bi sedema şerê DAIŞ’ê. Birina DAIŞ bo Îraqê mîna bombekê ye, xeternake li ser ewlehiya Başûr, tişta girîn ji Amerîka re dîsa xwe li Îraqê bi hêz bike û tişta li Sûriyê kir ku çawa baskên Îran birîn, li Îraqê jî wiha bike. Ne xema Amerîkayê ye ku tevlîhevî li Başûr çêbibe an na, a girîng xwe bi cih bike. Çawa be ezmûnek li pêşiya Kurdên Başûr, YNK û PDK’ê ye, ezmûn li benda wan e, lewma divê di warê leşkerî de PDK û YNK’ê têkiliyan di navbera hev de xurt bikin. Di warê siyasî de jî divê PDK û YNK’ê bibin destek û sîstema xwe ya federal biparêzin. Di heman demê de da ku hevrêzî pêkwere û gelê Kurd bibin yekdest li hemberî hemû xeteriyan divê PDK û YNK’ê gavan ber bi kongreyeke niştîmanî ve biavêjin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.