Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tevî pêşxistina pêvajoya aştiyê, komploya navneteweyî berdewam e

15/02/2026
in ROJEV
A A
Tevî pêşxistina pêvajoya aştiyê, komploya navneteweyî berdewam e
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo her dem bi têkoşînê vala hatiye derxistin. Niha jî piştî têkoşîneke demdirêj ji şerê çekdarî Rêber Apo banga aştiyê kiriye, da ku rê li ber pêvajoyeke nû ya siyasî veke, lê tevî pêşxistina pêvajoyê jî komplo bidawî nebûye, pergala işkence û qirkirinê dewam dike, lewma kirîz û pevçûnên Rojhilata Navîn dewam dikin.  

Rêber Apo di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya bajarê Rihayê ji dayik bûye. Zarokatiya Rêber Apo li gundê Amarayê derbas bû. Rêber Apo, di Îlona sala 1958’an de li gundê cîran ê bi navê Cîbînê dest bi dibistana seretayî kir û domahiya 5 salan li vê dibistanê xwend. Di Payiza 1963’an de li navçeya Nîzîp a Dîlokê dest bi dibistana navîn kir û domahiya 3 salan li vir xwend. Piştre di sala 1966’an de Lîseya Pîşeyî ya Tapo Kadastroyê ya li Enqerê qezenc kir û li vir xwend. Rêber Apo di nava malbat, heval û her kesî de balkêş bû, herwiha ji ber ew bi hizreke cuda bû, ji aliyê her kesî ve dihat heskirin.

Rêber Apo bi ramaneke azad li hemberî înkara gelê Kurd rawestiya

Rêbertî di temenekî biçûk de dest bi lêgerîna rastiya jiyana xwe kir, li ser wê bingehê gelek xebat da meşandin. Herwiha ji ber ramanên wî azad bûn, bindestiya dewletê qebûl nekir û li hemberî înkar û tunekirina gelê Kurd rawestiya. Rêber Apo di zanîngehê de bi çend hevalên xwe re pirsgirêka Kurd ji dîrokê ve girt dest, li ser wê esasî dest bi xebatê kir. Herwiha fikir û ramanên ku ew li ser dimeş e, ne tenê ji bo dewleta Tirkiyê, lê ji bo hemû dewletên ku xwe li ser qirkirin, tunekirin û kuştina gelan didin avakirin, metirsî bû, ji ber ramanên Rêber Apo “Azadî, Wekhevî, Demokrasî, Hevjiyana Azad, Hevgirtina Gelan û Aştî” ye. Lewam Rêber Apo bû armanca navdewletî ku dewlet li hemberî ramanên wî rawestin û planên xwe bi awayekî rehet berdewam bikin. Lê Rêbe Apo bi hemû hewldanên ku li hemberî wî hatin kirin, xebata xwe neda rawestandin, berûvajî wê ramanên xwe kir malê giştî gelên bindest ên cîhanê. Ji bo wê komploya navdewletî kete tevgerê de.

Destpêkirina komployê

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo komployeke navneteweyî hat meşandin. Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst û hevkarên wê, nexasim dewletên neteweperest ên herêmê, di komployê de cih girtin. Di destpêka komployê de Rêber Apo ji Sûriyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de hat girtin. Rêber Apo nêzî 19 sal li Rojhilata Navîn derbas kirin, lê belê dewleta Tirk a dagirker gef li Sûriyê xwarin ku bi mûşekan êriş bike û xaka Sûriyê dagir bike. Ji ber vê Rêber Apo ji Sûriyê derket. Li pêşiya Rêber Apo tenê 2 rê hebûn, yan berê xwe bide Çiyayên Kurdistanê û di encamê de deriyê qirkirinê li ber gelê Kurd vebe. Yan jî ew berê xwe bide Ewropayê û li wir bi awayekî demokratîk û siyasî têbikoşe. Lê belê gelek aliyên cîhanî û herêmî di komployê de bûn hevkar. Dewletên mîna Amerîka, Brîtanya û Îsraîl bi hemû rêbazan li ser Rêber Apo zext dikirin.

Armacên dîlgirtina Rêber Apo têkbirina lêgerînên çareseriyê bû

Komploya ku bi hevkariya hêzên herêmî û navnetewî hat plankirin, wek yek ji encamên hewldanên ku pirsgirêka Kurd kûr bike û lêgerîna çareseriyê têk bibe, hat pêşxistin. Hêzên ku sed sal beriya niha sînorên Rojhilata Navîn diyar kirin, vê carê li dijî paradîgmaya netewa demokratîk a ku ji gelan re jiyaneke alternatîf pêşkêş dikir, ketin nav liv û tevgerê. Bi gotineke din; ji bo pergala netew-dewletî hebûna xwe biparêze û îxtîmala veguhastina demokratîk ji holê bê rakirin, komploya navnetewî ket meriyetê.

Komplo, ji aliyê hêzên wekî Amerîka, NATO û hin welatên Ewropî ve hat plankirin û Tirkiye jî wek birêvebirê pêvajoyê bû perçeyê ji vê planê. Armanc ew bû ku têkoşîna rewa ya gelê Kurd bê tasfiyekirin, pêşî li hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn bê girtin û statukoya navendî ya hêzên netew-dewletî bê parastin. Ji ber vê yekê, komplo ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li dijî gelên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn jî wek êrişeke stratejîk bû. Lê Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de li gel şert û mercên tecrîda giran, bi pradîgmaya xwe ya “Civaka Demokratîk” ve di warê bîrdozî û siyasî de komploya navnetewî vala derxist. Bi perspektîfa çareseriyê ve rêbertî ji bo azadiya jinê, hevsengiya ekolojîk û ji bo pêşeroja hevpar a gelan li ser esasên demokrasiyê alternatîfeke bi hêz pêşkêş kir.

Komploya li ser Rêber Apo di encama lîstokên siyasî de pêk hat

Rêber Apo di derbarê komploya 9’ê Cotmehê de wiha gotibû: “Ez dibînim ku Komploya Navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an ez anîme Tirkiyê, çîroka min ji 9’ê Cotmeha 1998’an dema ku ez ji Sûriyê derketim destpêkir. Ji Sûriyê min berê xwe da Yewnanistanê, piştre Rûsya û Îtalya. Piştre ez dîsa vegerîm Rûsya û Yewnanistanê. Di dawiyê de ez li Kenyayê hatim revandin. Min ev bûyera rêzkirî wekî Komploya Navneteweyî bi nav kir, ji ber ku ew di encama lîstokên siyasî, berjewendiyên aborî, xiyanet, tundî û xapandinê de derketiye.”

Hêzên cîhanî xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tunebikin

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, li dijî tevahî gelên Rojhilata Navîn bû û ew destpêka bicihbûna dewletên Rojavayî di serî de Amerîkayê li Rojhilata Navîn e. Piştî dîlgirtina Rêber Apo, Amerîkayê di 2003’an de Iraqê dagir kir, baregehên xwe li gelek deverên Rojhilata Navîn ava kirin û hişt Sûriye neçar be ku Îskenderûn di 2004’an de bide dewleta Tirk a dagirker.

‘Bi dewletên neteweyî kirîz kûrtir dibin’

Rêber Apo dibîne ku siyaseta dewletên neteweyî li Rojhilata Navîn nabe çareseriya pisgirêkên sereke yên niştîmanî û civakî. Berovajî wê ew pirsgirêkan kûrtir dikin, ji ber dewletên neteweyî bi xwe pirsgirêkan diafirîne. Ew ne tenê dewletên Rojhilata Navîn li hemberî hev gur dike, herwiha ew şerên di navbera civakan de xurttir dike.

Têkoşîna Rêber Apo bê navber berdewam dike

Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd di serî de li Kurdistan û Tirkiyê, li her çar aliyên cîhanê bû sedema hêrsek mezin. Bi milyonan kes rabûn serhildanê. Zêdetirî 100 kesan bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ agir berdan bedena xwe. Di ser wê roja reş re ewqase sal derbas bûn. Tevî vê jî Rêber Apo têkoşîna xwe bê navber berdewam kir. Divê bê zanîn ku pergala tecrîda li girava Îmraliyê bi tu awayî mirov nikare ji komploya 15’ê Sibatê cuda bigire dest. Tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin parçeyekî herî mezin ê vê komployê ye.

Rêber Apo li hemberî komploya navnetewî aştî pêş xist

Rêber Apo piştî têkoşîneke demdirêj ji şerê çekdarî pirojeya aştiyê pêş xist, da ku rê li ber pêvajoyeke nû ya siyasî veke. Herwiha li hemberî komploya navneteweyî, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bersiveke xurt bû. Lê tevî pêşxistina pêvajoyê jî komplo bidawî nebûye, pergala işkence û qirkirinê dewam dike. Tenê insiyatîfa pêşketina aştiyê herî zêde bi Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd tê kirin.

Banga Aştiyê

Şert û mercên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, dema Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna 1’ê Cotmeha 2024’an de destê parlamenterên DEM Partiyê girt û di axaftina xwe ya 22’yê Cotmeha 2024’an ya Meclisê de anî ziman ku ji bo ji mafê hêviyê sûd bigre, bila Rêberê Apo were Koma DEM Partiyê ya li Meclisê, bang li PKK’ê bike, PKK jî dest ji têkoşîna çekdarî berde û xwe fesix bike. Di 23’yê Cotmeha 2024’an de piştî 43 mehan Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi Rêberê Apo re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinek pêk anî. Têkildarî gavên Devlet Bahçelî Rêberê Apo di wê hevdîtinê de wiha got: “Tecrîd berdewam dike. Heke şert û merc ava bibin, hêza min heye ku ez pêvajoyê ji zemîna şer û pevçûnê veguherînim ser bingeha hiqûqî û siyasî. Ez xwedî vê hêza teorî û pratîk im.”

Rêberê Apo jî ji bo pêşî li pêvajoyê veke di 27’ê Sibata 2025’an de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Ev bang li cîhanê giştî erênî hat pêşwazîkirin. Li ser bingehê bangê, PKK’ê di navbera 5-7ê Gulanê li du cihên cuda bi tevlîbûna 232 delegeyên 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara xwefesixkirinê girt. Ev biryar ji bo avakirina derfetên aştiyê di qada navneteweyî de wek geşedaneke dîrokî û fersendeke mezin hat nirxandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 26 salan yekem car bi dîmen li ser malpera ANF peyam da û wiha got: “Ez banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk hêj diparêzim” da. Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kadroyên PKK, KCK û PAJK’ê pêk dihat ku 15 jê mêr û 15 jî jin bûn, di 11’ê Tîrmehê de bi merasîmeke dîrokî, ji bo pêşî li pêvajoyê vekin çekên xwe şewitandin. Herwiha PKK’ê biryara vekişandina hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê li cihên ku rîska pevçûnê çêdike da.

Piştî biryara fesxê û şewitandina çekan, ji bo xebatên qanûnî amade bike û raya giştî agahdar bike di 5’ê Tebaxa 2025’an de ji xeynî ÎYÎ Partiyê partiyên ku komên wan di Meclisê de hene Komîsyona Meclisê ava kirin. Komîsyon di civîna xwe ya ewilê de navê “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîlî” li xwe kir û li ser 12 xalên bingeha xebata xwe diyar dike û li hev kirin. Komîsyon piştî civîna yekem li gelek aliyan guhdarî kir. Herwiha piştî pêvajoyê carekê tenê serdana şandeya meclisê ji bo Rêber Apo pêk hat. Lewma jî komîsyona ku ji bo aştiyê pêk bîne hatiye avakirin, heya niha tu gavên şênber neavêtin.

Gelên aştîxwaz xwe li ser perspektîfên Rêber Apo birêxistin dikin

Îro jî ji Rojava heya Bakur, ji Başûr heya tevahiya Rojhilata Navîn gelên demokratîk li ser perspektîfa Rêberê xwe bi rêxistin dikin, li dijî înkar û êrişên pergala netew-dewletan modêlên jiyana nû ya azad kêlî bi kêlî ava dikin. Li gel vê rastiyê û li gel tevî hewldanên çareseriyê yên Rêber Apo, heya niha di şexsê rêbertî de hêviya jiyana hevpar a gelan, hêviya civaka demokratîk û aştiyê tê tecrîdkirin. Qeyran, şer û bêaramiya ku îro li Rojhilata Navîn kûr dibe, nîşan dide ku komplo çawa bi her awayî didome. Ji ber vê yekê jî, ji bo jiyaneke azad û wekhev divê manifestoya ‘’Civaka Demokratîk, Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo wek nexşeriya çareseriyê bê dîtin. Hêzên komploger ji bo gelan şer, hilweşandin, xizantî û dagirkeriyê rewa dibînin. Lê li hember vê pergalê Rêber Apo wekheviyê, jiyaneke azad û demokrasiya rasteqîn pêşkeş dike. Felsefeya Rêber Apo ya ku girîngiyê dide demokrasî, azadiya jinan û ekolojiyê, modêleke hevgirtî pêşkêş dike ku ji sînorên Kurdan wêdetir derbas dibe û di qada navneteweyî de hatiye naskirin. Ji hêla piskolojîk ve, ev prensîb hesreta sîstemeke cîhanî ya dadperwertir û lihevhatî ya ku tê de her dengek kesane û kolektîf tê de girîng e, vedihewîne. Di heman demê de Rêber Apo xwediyê projeya azadî û demokrasiyê ye. Rêberekî ku ji bo azadî û rizgariyê têkoşînên mezin dide. Herwiha xwedî projeya avakirina sîstemeke demokratîk li tevahiya Rojhilata Navîn e. Projeya wî bersiva hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn dide.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.