Idrîs Henan
Da ku geşedanên îro bên fêmkirin, divê em di roja xwe ya îro de li dîrokê bigerin. Bi gotinek din; li cihê em wenda dikin, divê em bigerin. Heqîqet di wir de veşartiye. Çareserî jî bi metodê re pêkan dibe. Ne wisa be jî, em ê weke mirîşkê serîjêkirî bipirpitin û dê xwîna me vir de wê de bipijiqe!
Ev berpirsiyariyên dîrokî yên gelekî li ber deriyê azadiyê ye. Çi mirov an kom dibe, xwe ji vî erkî bide alî, ne layîqê azadiyê ye. Ancax tenê niqîrê kayê celadan û berxê misteşêr be. Rasthatin nîne, dîrok bi awayên cuda cuda xwe dubare dike. Dibe hîcar leztir an jî pir hêdî be. Dibe jî nepenî û yan jî gelek beloq be. Ya girîng fêmkirin û têgihajtina sedem û aramancan e ku tedbîr û amadekariyên parastina hebûnê werin girtin. Di bin navê mexdûriyetê û qurbaniyê de, dozên neteweyî bi dewletên hegemon ên destwerdanê re nayên çareserkirin. Ti kesek xema me negirtiye. Ancax îradeya azad a têkoşîna neteweyî ya hevpar be. Pratîk û encamên li ser erdê wê yekê dibêjin.
Ji bona her buyerekê îşaretek heye. Reng û şiklê wê çi dibe bila bibe, divê tu fêm bikî û ji hev derxînî. Ti nikarî bî jî, rê bide! Tiştên mezin bi teqînên mezin re dest pê nakin. Ji bona wê jî amadekariyên mezin tên kirin. Valatiyên ewlekarî, zindîkirina şaneyan, vekişînên bêdeng, liv û tevgerên bi guman, biçekirin û ragihandinek hemûyan rewa dike dikeve dewrê. Angu; hemû bineyên dîwarên parastinê ji nav dibin û esasên me texmîn dikir, qewîm in, dilerizînin. Ev hemû îşaret û nîşaneyên rêzgirî yên dubarekirî ne. Sala 2014’an jî ev tablo hebû. Di encamê de bajarên weke Mûsil û Reqa ketin bin kontrola çeteyên DAIŞ. Îro jî heman tablo dubare dibe. Lê bi reng û şêweyek cuda ye. Aktorên wênexêz jî yek in. Îroj tundrewên şerê wan dihate kirin, li ser dika desthilatdariya Sûriyê ne. Çeteyên DAIŞ ji zîndanan hatine derxistin, herêmên berê bi ewle bûn xeter bûne.
Êdî sînor û prensîbên dewleta klasîk a Saykis – Bîko jî hatine binpêkirin, dewlet jî derbasî qonaxa xwe ya herî kirêt bûye û ji bin kontrolê derketiye. Bi awayekî seretayî yê pir bi zanebûn hatiye ferzkirin, tê birêvebirin û di bin maska dewletbûyînê de jî çeteyên DAIŞ û hemû komên tundrew di saziyên wê de rewa dibin û ewlehiya pêkhateyên çandî têk dibin. Lew re jî li her derê êriş û komkujiyan dikin. Ev ji nû ve dîzayinkirina têgeha çors a dewletê ye. Bi gotinek rasterast; amadekariya şerekî topyakûn e. Ji ber vê jî gelek tiştên nayên dîtin hene. Xapandinek gelek mezin a hêzên destwerdanê ye.
Di rewşeke wisa de razan qedexe ye. Çênabe em baweriyek wisa bi civakê bidin iqnakirin ku qaşo her tişt aram e. Baweriyek wisa mirin û tune bûn e. Li cihê me wenda kiriye jî dîrok wê yekê ji me re dibêje; xapandina mezin aramiya berî bahozê ye. Kengê em van rastiyên dîrokî paşguh bikin, wê çaxê em ji dest didin. Kengê rojev were berovajîkirin, zanibe ku dijminê te bi hemû hêza xwe di dewrê de ye ku te qir bike. Kengê hedefgirtin û biçûkirina lîder, nirx, dîrok, destkeftî, pêşeng û sembolên gel werin normalîzekirin, radestbûyîn dibe vebijêrka tekane.
Di van demên hestiyar ên dîrokî û neteweyî de, ji bona parastina destkeftiyên gelekî ku bi sedan sal in di bin nîrê dagirkerî û qirkirinê de dijî, divê em weke xeleka agir nirxên xwe hembêz bikin. Dem ne dema xwetawanbarkirin û sûcdarkirinê ye. Dem dema parastina hebûnê ye. Kesên mirî nikarin li ber xwe bidin. Ên li ber xwe didin jî dikarin zindî bimînin.






