Ayşa Silêman/ Dêrik
Serokê Eşîra Teya Hewas Cidî’i diyar kir ku ev tevlîheviya ku li Rojava rû dide komploya duyemîn ya 15’ê Sibatê ye, hêzên hegemon dixwestin bi van êrişan careke din vîn û hêza gelê kurd bişkînin.
Di derbarî rewşa Rojava û nakokiyên ku di navbera netewan de derdikeve Serokê Meclisa eşîran a herêma Rojhilat Hewas Cidî’I bersiva pirsên rojnameya me dan, hevpeyvîn wiha bû:
-Hêzên Hegemon di vê demê de dixwazin sîstema nijadpersetiyê ya ku bi salan têkoşîn li hember wê dihat kirin vejîn bikin û tevlîheviyê di nav netewan de derxin, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ev rewşa ku di Sûrî de rû da ye pilana wê jiderve hat kirin. Ji ber ku Sûrî nikare lîstokekî bi vî rengî bike, ev lîstokek navdewletiye serpereştiya wê Emerîka, Tirkiya, Firensa û Qeter dike. Ji ber ku ew sîstema biratiya gelan û jiyana hevbeş qebûl nakin di Sûrî de pêk were. Armanca bingehîn ji van êrişan şerê tunekirina Netewa Demokratîk dikin, nahêlin ku Rojhilata Navîn di cîhanê de rola xwe bilîze. Ji ber dema ev sîstem cihê xwe bigre û ser lingê xwe bisekine wê tu rola dewletên ji derve di vê herêmê de nebe. Mixabin dewletên ku qaşo pişta me bûn û xwe dikirin hevalbendên me cihê xwe di vê kompiloyê de girtin û li ser gelê kurd pilanên qirêj pêk anîn. Dixwazin peymana Saykis-Picot careke din di herêmê de pêk bînin. Hêviyên me hebûn ku wê di vê sala nû de hemû gel cihê xwe di vê herêmê de bigrin û bibin xwedî maf. Lê careke din lîstokên nû li ser gelê kurd pêk anîn û xwestin îradeya wan bişkînin.
-Rewşa ku li herêmê rû dide ji bo ku pêşî li van provakasyonan bên girtin, erka ku dikeve ser milê Rûsipî û Eşîran çîye?
Em wek serokê eşîrê bi roleke mezin rabûn û erkê ku dikeve ser milê me, me di vê qonaxê de pêkanî, ji sala 2011’an ve me destê xwe dirêjî hemû eşîr, rûspî û serokên eşîrên ereban kir û me dixwest em Sûriyeke wekhev, demokrat ku hemû netew cihê xwe têde bigirin û li gor herkesî be, ava bikin. Lê mixabin dewletên derdor ev yek qebûl nekirin û li dijî wê xwestin sîstemekê din pêkbînin û komplo pêk anîn. Ev komplo ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpêkir paşê berdewam bû heye Meskena û Dîrhafir heya gihişt nêzî Hesekê, çavê wan lêbû ku vê komployê berdewam bikin heya ku bighêje deriyê Fîşxabûr. Lê berxwedaniya gelê kurd, eşîrên kurdan û herçar parçên Kurdistanê yên ku li hemberî vê sîstemê rabûn ser piyan, vê yekê hişt dewletên ku kompilo pêkanîn gavekî şûnde bavêjin. Niha hin lihevkirin çêbûne di navbera Hikumeta Demkî û QSD’ê de, da ku ev rewşa ku herêm têre derbas dibe bi dawî bibe. Em bi hêvîne ku ev yek here serî, lê mixabin dagirkeriya Tirk her dixwaze destê xwe yê qirêj bike di nav vê lihevkirinê de û tevlîheviyan derxe. Di heman demê de dagirkeriya Tirk rola herî xirab dilîze di nav eşîrên ereban de û mixabin gelek eşîr hene ketine bin bandora lîstoka wê de, dixwazin di navbera Kurd û ereban de nakokiyan derxin.
Wek eşîrên kurdan di vê rewşa ku rû dayî de me gelek kar kir, eşîra Teyan ji bo şervanên ku êvaran derdikevin nobetê û li seranserî xetên leşkerî li derdora bajar û gundewarên wê cihê xwe digrin, 200 doşek, kurik, betanî, esfinc, 600 gorên sûf li wan belav kirin. Di heman demê de bi 60 melyonê sûrî me pêdiviyên xwarinê kirîn û radestî Meclisa bajarê Dêrik kir da ku li koçberan belav bikin. Herwiha me pêdivî komkirin û radestî komînên gunda kirin da ku li koçberên ku li gundan dimînin belav bikin, li kêlek wê nexweşxaneya leşkerî ya bajarê Dêrikê pêwîstiya wê bi betaniyan hebû me 50 betanî ji bo wan rêkirin. Di heman demê de hin pirojeyên din jî li pêşiya me hene, niha me pere kom kirine da ku em li malbatên şehîdan belav bikin. Herwiha bi sedan xortên eşîra Teya bi çek û rext kirîne û amade ne ji bo şer niha him li bajêr him jî li gund derdikevin nobetê digrin. Ev kar tenê eşîrek pê radibe, lê dema hemû gelê kurd destê xwe bikin destê hev de wê helbet gelek kar û xebat were kirin.
ji bo vala derxistina komployê erk û berpirsiyartîya ku dikeve ser milê gelê kurd. Çiye.?
Erkê ku dikeve ser milê gelê kurd yekîtiya gelê kurde, me bang dikir bi biratiya gelan û jiyana hevbeş ji ber ku ev sîstemeke herî pîroze di felsefeya Rêber Apo de. Lê ev felsefe di nav gelê ku bi hezarê salan di dibistanekî de hatine perwerde kirin û mezin bûne li ser esasê kuştin, talan kirin, destdirêjî û firotina jinan ne mumkine felsefeya biratiya gelan qebûl bikin. Ya girîng li gel me ew e ku em destpêkê di nava xwe de biratiya gelan pêkbînin ku em biratiya gelê kurd pêk bînin û berfireh bikin. Heya ku em vê felsefê bidin qebûl kirin divê em ji mala xwe dest pê bikin û nû berê xwe bidin cîranê xwe. Gelê ku bê şaristanî be û ne xwedî zihniyeteke vekirî be wê tucarî bi rehetî biratiya gelan qebûl neke. Pêwîste em hemû gel û eşîrên xwe li dora xwe kom bikin da ku bingeha me xurt bibe û dewlet hisaban ji me bike. Heger herçar parçeyên Kurdistanê li hember vê planê derneketiba û xwe nekiriban yek, wê gelê kurd rastî qirkirin, kuştin û talankirinên mezin hatiba. Îro hêza bingehîn gel e lewma hêviya me ji hemû partiyên me yên siyasî ku gelê xwe li dora xwe kom bikin da ku rê nedin dewletan ku lîstokan li ser gelê kurd pêkbînin.






