Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Partiya Yekîtiya Suryanî rêbazên leşkerî yên hikumeta demkî red dike’

15/02/2026
in ROJEV
A A
‘Partiya Yekîtiya Suryanî rêbazên leşkerî yên hikumeta demkî red dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Endamê Desteya Cîbicîkar a Partiya Yekîtiya Suryanî Gebriyêl Şemiûn da zanîn ku ew rêbazên leşkerî yên hikumeta demkî li hemberî gelê Sûriyê red dikin û got, “Hikumeta demkî rê li pêşiya xîtaba kîndariyê û şerê taybet nagire. Divê hemû gelên Sûriyê di amadekirina destûra nû de hevkar bin.”

Silogana hikumeta demkî ya Sûriyê li hemberî gelên Sûriyê ji destpêka ku hatiye serdesthilatê ‘Kuştina li ser nasnamê ye, Yekrengiya Sûriyê, pêkanîna komkujiyan li ser gelên Sûriyê ye û hwd… Ji qirkirina Elewiyan, heyanî Durzî û gelê Kurd, piştî êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev siyaset hatiye û tê meşandin. Ev hikumet projeyeke din ji bilî ya xwe qebûl nake.

Derbarê siyaseta hikumeta demkî ya Sûriyê li hemberî gelên Sûriyê bi taybet gelê Kurd endamê Desteya Cîbicîkar a Partiya Yekîtiya Suryanî Gebriyêl Şemiûn ji rojnameya me re axivî.

‘Partiya Yekîtiya Suryanî rêbazên leşkerî ya Şamê qebûl nake’

Gebriyêl Şemiûn diyar kir ku Partiya Yekîtiya Suryanî rêbazên şer û leşkerî yên hikumeta demkî li ser gelên Sûriyê red dike û wiha got: “Hikumeta demkî ya Sûriyê hewl dide sîstemeke navendî li hemberî Sûriyan ferz bike, me dît ku çawa dijminatî dijî Elewî, Durzî, Xiristiyan û di van demên dawî de li ser Kurdan pêkanî. Ev yek nabe sedema aramî û çareseriyê li Sûriyê. Dê baştir be dema ku nêzîkbûna ji pêkhateyên Sûriyê yên cûda bi riya diyalogê çêbibe û di wê çarçovê de mafê hemû gelên Sûriyê misoger bibe. Partiya Yekîtiya Suryanî rêbazên leşkerî yên hikumeta demkî ya Sûriyê li hemberî gelên Sûriyê red dikin û  anîne ser ziman ku wan her tim tekez dikir ku divê ev hikumet berê xwe bide çareseriya siyasî, danûstandin û aktîvkirina Peymana 10’ê Adarê û paşê peymanên din ên ku pêkhatin. Me gelek caran ji hikumetê re got ku çareserî bi rêya diyalogê ye.”

‘Hikumeta demkî rê li pêşiya xîtaba kîndariyê û şerê taybet nagire’

Şemûn anî ziman ku hikumeta demkî rê li pêşiya xîtaba kîndariyê û şerê taybet nagire û wiha domand: “Taktîka şerê taybet a ku hikumeta demkî dişopîne, beşek ji planên cuda ye ku ew xwe dispêre ferzkirina li ser hemû herêmên Sûriyê. Ew bi giranî bi şerê çapemenî û medyaya civakî ve girêdayî ye û me ti helwestên hikumetê nedît ku li hemberî kîn û nefretê rabûye an jî rê li pêşiya wê girtiye, tevî ku di ragihandina destûrê de li ser vê mijarê bend hene û her di mersûma 13’an de jî mijar pêşîgirtina li hember kîndariyê hatiye tekzkirin. Di pratîkê de li ser erdê, me nedîtiye ku hikumeta demkî rê li ber vê xîtaba kîn û nefretê girtiye.”

‘Destwerdana dewleta Tirk rewşa Sûriyê aloz dike’

Gebriyêl da zanîn ku destwerdana dewleta Tirk di karûbarên Sûriyê de rewşa Sûriyê aloz dike û wiha pê de çû: “Ji me re zelal e ku di hemû sazî û karûbarên Sûriyê de, bi taybetî di warê siyasî û leşkerî de destwerdana dewleta Tirk heye. Destwerdan her tim tiştekî neyînî bû li ser rewş û aramiya Sûriyê. Di danûstandinên derbarê Peymana 10’ê Adarê de jî destwerdaneke neyînî hebû, ji ber ku astengî ji Şamê di bin zexta dewleta Tirk de dihat. Ev rola Tirkiyê zêdetirî salekê ye, her tim piştgiriyê dide hikumeta demkî li dijî pêkhateyên Sûriyê, di nav de jî li hemberî Kurdan siyasetek dijber dimeşîne.”

‘Divê hemû gelên Sûriyê di amadekirina destûra nû de hevkarbin’

Endamê Desteya Cîbicîkar a Partiya Yekîtiya Suryanî Gebriyêl tekez kir ku divê gelên Sûriyê bi hev re destûreke nû û mayînde amade bikin û wiha bi dawî kir: “Em dikarin bigihêjin Sûriyeke demokratîk bi rêya nenavendî û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan bi beşdarbûna rastîn a van pêkhateyan di rêvebirina welat de pêktê. Divê hemû gelên Sûriyê di amadekirina destûrekî nû û mayînde ya Sûriyê de hevkar bin û divê hemû hêzên siyasî yên demokratîk xwedî bandor bin. Ev tekane riya çareserî ye ji bo misogerkirina aramiya welat û ev yek baştir e ji sîstemeke navendî ku bi tena xwe Sûriyê bi rê ve dibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.