İsyan Karadeniz
Peyva azadî yê ku cara yekem di tabletên Sumerî de bi şeklê jinên li ser çiya hatiye xêz kirin û bi peyva Amargi di wateya vegera cewher û dayikê hatiye bi nav kirin ji me re gellek tiştan dibejê. Nasnameya jinê azad çi ye û li ser kijan esasan pêk tê Rêber APO pênaseyek Wiha tîne ziman; ‘‘Azadiya jinê, cewhera rizgariya çînî, qewmî û olî ye. Ji ber vê yekê, min li navenda projeya xwe ya azadiyê, projeya azadiya jinê bicih kir û weke xebata herî giranbûha dît.’’
Di name ya xwe ya ji bo jineolojî de jî Rêbertî tîne ser ziman êdi ev proje bi Jineolojî ve gihiştiye encamê û êdi dive were pratik kirin. Bi Nasnameya jina azad xwe zana kirinê, xwebun û vegera cewherê xwe ve misoger dibe. Mina peyva Amargî yê, di serî de wek Ş. Zilan û bi hezaran jinên ku di çiya û deştan de ji bo nasname xwe ya jin û civakê têdikoşin şember dibe. Jina azad jinên ku her cure sepandinê pergala mêr dewlet red dike û di nasnameya xwe ya jinê de her tim bi israr dijî û dide jiyin.
Rêber Apo ji bo şember kirina xwebuna jinê hevsengiya hebûn, xwebûn û têşe girtinê anî ser ziman û 5 rêgezên birdoziya rizgariya jinê pêşxist. Bi rêgeza yekemin a welatpareziyê ve jin girêdanbuna xwe ya bi ax û welatê xwe dike bingeha hebunê, bi rêgeza duyemin a vina azad û fikrê azad ve pêşxistina aqlê jin û xwebun û bi rêgeza sêyemin a rêxistin kirinê ve saz kirin û mayinde kirina vî û ji bo parastin û xwedî lê derketinê van nirxên ku hatin avakirin jî têkoşin kirin û herî dawî jî bi pîvanên etik û estetikê ve hunandina van rêgezan ve têşe girtina formula efsunî ya jin, jiyan, azadî ve nasnameya jina azad were afirandin.
Di vê nuqteyê de, analîza Rêberê Apo a li ser jinan rênişanek peyda dike. Gotinên wî yên li ser têkoşîna jinan a ji bo azadiyê ev in: “Rastiya kolektîf a cewhera gerdûnî tevgera jinan e,” û dîsa, “Jin gerdûn bi xwe ye; mêr ji wê dûrketinek e, gerstêrkek dûrketiye. Jin, e ku yekem car ziman çêkir da ku bi zarok re biaxive. Jin, e ku çandê hildiberîne. Jin, e ku zayîna civakê gengaz dike. Pîrozî û xwedayî aîdî wê ne.” Ev gotin balê dikişînin ser navnîşana têkoşînek hevpar li dijî tarîtiya kuna reş a zîhniyeta serdest a mêran ku jinan dikişîne hundur. Li dijî zîhniyeta gerdûnî ya serdest a mêran ku jinan feda dike û bi awayekî sîstematîk paşguh dike, jinan di tevgera rizgariya jinan de serdema yekîtiya kolektîf, ku bi rêya Jîneolojiyê kûr bûye, da destpêkirin. Jinan di serdemek ku bi têkoşînê dest pê kir de, gavên yekem ber bi Xwebûnê ve avêtin, ku prensîbên jinan temsîl dike. Ji bo jinan, gihîştina Xwebûnê tê wateya gihîştina evîn û rastiya azadiyê. Prensîba bingehîn di evînê de ew e ku jin xwe bigihîne Xwebûnê û winda neke. Ev tam ew serdema ku sembola şoreşa jinan, avakirina civakek demokratîk û hevgirtina felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ye.






