Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi pêşengtiya Tevgera Jin, xebat û çalakiyên gel li Ewropayê bi bandor dibin

15/02/2026
in JIN
A A
Bi pêşengtiya Tevgera Jin, xebat û çalakiyên gel li Ewropayê bi bandor dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Endama Tevgera Jinên Kurd ya Ewropayê TJK-E Kezban Dogan da zanîn ku bi êrişên li ser Rojava re li Ewropayê seferberî hat îlankirin û got, “Çawa ku li her derê Kurdistanê jina Kurd pêşengiya şoreşê kiriye, li Ewropa jî di bin sîwana TJK-E de jina Kurd pêşengtiyê ji jinên Kurd û Ewropî re dike.”

Tevger û rêxistinên jinên Kurd li Ewropayê bi awayekî herî bi bandor di nava xebatê de ne. Girêdayî xebatê Tevgera Jinên Kurd bi giştî li Ewropayê her wiha ji bi Şoreşa Rojava Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd li Almaniya her wiha endama Tevgera Jinên Kurd ya Ewropayê TJK-E Kezban Dogan bersiva pirsên Rojnameya me dan.

Tevgera jin li Ewropayê ji demeke dirêj ve xebatêbn şênber ji bo jin û doza gelê Kurd dide meşandin, gelo ast û naveroka xebatê xwe li Ewropayê hûn dikarin binirxênin?

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê di sala 2013’an de hatiye avakirin, lê belê beriya wê di sala 1987’an de bi avakirina Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan ku yekemîn Tevegra Jin ya Kurd Ii Almaniyayê hatiye avakirin. Ji wê demê û heyanî niha xebatên xwe ji bo jin û doza gelê Kurd dane meşandin û her çûye berfirehtir bûye. Çawa ku berê di bin sîwana YJWK’ê de karê xwe daye meşandin, her wiha dema bûye PAJK û piştre bûye YJK ku hemû jî ji bo yek armancê hatibûn avakirin. Di 2013’an de êdî sîwana xwe ya xweser a giştî TJK-E dan avakirin û di bin wê sîwanê de li welatan tevgerên xwe birêxistin kirin.

Bi vê yekê niha li Ewropayê, li Iskendenafiya, Siwîsra, Almaniya, Holanda, Belcîka, Firansa û li Îngelterayê di bin sîwana TJK-E de xebat tê meşandin. Dîsa li Ewsturaliya, Kanada, Qubrusa Roma û herwiha li gelek cihên din ev xebat tê birêvebirin. Weke ku me aniye ziman xebatê wê girêdayî Kurdistanê bû û di heman demê de torê rêxistinê yên bi jinên cîhanî re, rêxistinkirin bû. Di tora rêxistinanê de gelek pêşketin çê bûn bi taybet bi Şoreşa Jinê re.

Ji bilî van xebatan TJK-E gelek kampaniya pêş xistin mînak (Em ne namûsa tu kesî ne, bedena me ya me ye- Kuştina jin polîtîk e- Tîrêjên rojê- kampaniya komkirina îmzeyan ji bo CPT derbarê rewşa Rêber Apo de, her wiha komkirina îmzeyan ji bo darizandina Erdoxxan derbarê kuştina jinan de) û gelek kampaniyayên nîtalîk hatin pêş xistin. Kampaniya ji bo Rêbertî gelek deng veda bi deh hezaran kes tevlî bûn. Her wiha ji bo banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê Banga Aştî û Civaka Demokratîk rolekî sereke me leyîst. Çawa ku li her derê Kurdistanê jina Kurd pêşengiya şoreşê dike, li Ewropa jî di bin sîwana TJK-E û sîwanê welatan de jina Kurd pêşengtiyê dike. Her wiha pêşengtiya jinên Ewropî jî dike ku di blatforman de dighîjin hev, hem mijarên Kuridstanê û him jî mijarên doza azadiya jin ji xebatên wê yên sereke ne.

Ji bo Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi rojan e gel li Ewropayê li ser piyane ku vê yekê bandora xwe li ser guhertina dengeyên siyasî û raya giştî avakir, xebatên we yên di vê çarçoveyê de çi bûn?

Bi êrişên 6’ê Çileyê re ku ji Helebê dest pê kir û piştre ber bi giştî Rojavayê Kurdistanê ve hat ku ev êriş ji aliyê HTŞ’ê û komên çeteyan ve hatin destpêkirin. Weke TJK- Ewropa bi lez û bez rewşa awerte û seferberî hate îlankirin.

Ez dixwazin vê jî bînim ziman ku em di dema bîranîna her du komkujiyên li Ewropa yên Ii ser jinên pêşeng hatibû kirin de bûn, ya 25’ê Kanûnê 2022’an. Her wiha 2013’an ya li ser şehîd Sekîne û rêhevalên wê bûn. Dîroka êrişan bi rasthatina dîrok û dema van komkujiyan re ji me re bi wate tê. Bi taybet lidarketina civîna li Parîsê û îmzekirina wê peymanê li wir, gelek bi wate ye. Ji ber bi sala ye em ji Hikumeta Firansayê hesabdayîna pêkanîna komkujiyên ku pêk hatine de dixwazin. Em vê dibêjin rol û bersiva Firansayê di êriş û kiryarên li ser jin û gelê me de bi taybet di van demên dawiyê de hatine kirin, rolekî eşkere û zelal e. Piştî we qaşo behsa peyman û muzekereyan dike lê belê gavên yekemîn yên komkujiyan li wir hatine destpêkirin.

TJK-E bi hemû sîwanên xwe li her derê Ewropayê bi seferberiyê re kete nava xebatê de. di heman demê de me got ku em ê di karê dîplomasiyê de xweser bin lê di xebatên giştî û çalakiyan de bi hemû welat û tevgerên xwe re kar bidin meşandin. Êdî piştî 7’ê Çile li her derê Ewropayê çalakî hatin destpêkirin. Ger em bala xwe bidnê di wê demê de bangkirina Almaniya ya fermî ji bo Colanî hate kirin. Li hember vê yekê berteka gelê Kurd, berteka Tevgera Jin, haştag belavkirin û çalakiyên ku hatine lidarketin her wiha gelê Alman berteka xwe nîşan dan; hêşt ku ew ziyareta Colanî bo Almaniya ya 19’ê Çile bê taloqkirin.

Lê belê me got ku ev divê bê rawestandin ne ku bê paşdexistin weke ku hûn dibêjin, hev du bikujin piştre em ê hevdîtinên xwe pêk bînin. Ji xwe rola Ewropa li hember gelê Kurd diyar e, ji roja ku di Lozanê de Kurdistanê parçe kirin, polîtîkayên wê diyar in. Ji bo wê berteka gelê Kurd li diyasporayê bi taybet li Ewropa, bê hempa bû. Her roj ev sekin tê domandin, heyanî ku aramî ava nebe û statuya Rojavayê Kurdistanê neyê bidestxistin wê ranewestin. Ji ber ger statu neyê standin wê her tim ev pilan û êriş bên domandin weke ku çawa di dîrokê de her wiha kirine.

Bê guman xebatê me ne tenê di asta çalakiyan de hatiye meşandin, di aliyê dîplomasî û çandî de gelek xebat û têkilî hatin kirin.

Gelo di Ewropayê de we çiqas dikarî li ser raya giştî bi çalakî û xebatên xwe bandorek bida avakirin, her wiha ji bo Rojavayê kurdistanê ruhekî çawa derket holê?

Li vê derê yekêtiyeke netewî ya yekbûna ruhê gelê Kurd derket holê. Her çar parçeyên Kurdisatnê li vir bûn yek. Di 24’ê Çile de li bajarê Kolnê çalakî çê bûn, di nava sê rojan de bi sed hezaran kes daketin meydanan. Di wan çalakiyan de ne tenê gelê Kurd hebûn, dosên gelê Kurd, piştgirê doza gelê Kurd li cîhanê her wiha kesên ku xwe ji Şoreşa Rojava re berpirsyar didîtin derketin. Di heman demê de tevger û kesayetên Homanîst, Komunîst, Anarşîst, Sosyalîst û Famînîst jî derketin. Ji bo wê yekê mirov dikare bibêje, pilan û projeyên ku li Parîsê hatine kirin, bi berteka gel têk birin.

Hêjayî bêrxistinê ye ku ji aliyê Kovareke Almanî ya herî bi nav û deng nivîsek derbarê Ew keziya jina Kurd ya ku ji aliyê serçeteyekî ve hatiye birîn, hat belvkirin. Ev nûçe bi naveroka ku di mejiyê mirovan de nakokiyan bide çêkirin, derket. Weke ku ew por nehatiye jêkirin, ew por ne rast e û ne xwezayî ye. Sernivîsa wê jî wiha bû (Çawa mirov dikare bi keziyeke derewîn, cîhanê biguherêne) bû. Weke ku ew zilam ji rêzê ye, ew çûye xweringehekê û ew kezî li ser masê dîtiye, yanî ew çek û rexta li ser wî nedîtine, gotinên wî di wê dîmenê de nedîtine. Xwestin tê de QSD’ê tewanbar bikin û wan çeteyan weke ku gelek paqij in û demokratin bidin derxistin.

Ji bo wê yekê me dest bi xebatê xwe kiriye, li ser medya dijîtal me haştag belavkiriye. Di aliyê hiquqî de em kar dikin ku em çawa rastiya vê kovarê ya ku bi dijberiya xwe li hember gelê Kurd û nûçeyên derewîn dixwaze rastiya biguherîne, derxînin holê û dozê lê vekin. Em vê mêjî û hişmendiya baviksalar baş nas dikin, dixwazin HTŞ’ê bi awayekî demokrat derxînin holê.

Li Ewropa çalakiyên girseyî li hember hemû cureyan tê domandin. Her wiha wê di 14’ê Sibatê de ji bo komploya li ser Rêber Apo de wê çalakî bên lidarxistin wê di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û ji Rojava re statu” wê bên lidarxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.