Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Du komployên ji bo tinekirina Kurdan

15/02/2026
in ROJEV
A A
‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyen

Piştî Komloya 15’ê Sibata 1999’an ku di kesayeta Rêber Apo de hewldan Tevgera Azadiya Kurd ji holê rakin, di 5’ê Çileya 2026’an de li Parîsê cara duyem komployek navdewletî li dijî Rêber Apo û gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêkhat. Lê her du komplo jî bi têkoşîna Rêber Apo û yekhelwestiya gelê Kurd a li her çar beşan û Ewropayê carek din hat valederxistin.

Di nava 27 salên borî de ji bo tinekirina Tevgera Azadiya Gelê Kurd û destkeftiyên netewî yên Kurdan, dagirkerên Kurdistanê û dewletên hegemon ên cîhanê du komloyên mezin li dijî gelê Kurd pêkanîn. Ew jî Komloya 15’ê Sibatê û Lihevkirina 5’ê Çile ya Parîsê bû ku her du komlo jî bi berxwedan û têkoşîna Rêber Apo vala hatin derxistin û têkbirin. Emê di vê dosya xwe de balê bikşînin ser her du komployan.

Komloya yekem: 15’ê Sibat

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de 36 welatan ku di nav de Ingilîstan, Amerîka, Îsraîl û Tirkiye û saziyên îstixbaratî hebûn, dest bi danîna planek mezin li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û hemû cîhan lê qedexe kirin.

Herî dawî di 15’ê Sibata 1999’an de li ber balyozxaneya Yewnanîstan ya li bajarê Nayrobî ya Kenyayê Rêber Apo dîl hat girtin û veguhestin Tirkiyeyê. Ji wê demê ve di Girtîgeha Îmraliyê de di jêr tecrîdê de ye. Rêber Apo li ser vê komloyê wiha dibêje; “Dixwestin ez dest ji doza gelê Kurd berdim yan jî xwe bikujim, lê min rêya sêyem hilbijart, ew jî têkoşîn bû.”

Ji wê demê ve Rêber Apo di hûcreya take kesî de li berxwe dide. Îmraliyê veguherand navenda têkoşîna azadiyê. Li wêderê bi dehan pirtûk ni vîsî û pêşkêşî gelan kir.

Her wiha Rêber Apo bi banga 27’ê Sibata 2025’an ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li Îmraliyê dest bi pêvajoya aştiyê kir û hewl da carek din xwişk û biratiya gelên herêmê vegerîne ser rêya wê ya dîrokî. Ev pêvajo hîna jî didome.

Komloya Duyem: Lihevkirina Parîsê

Dema ku di 4’ê Çileya 2026’an de şandeya Rojava ji bo bicihanîna xalên lihevkirina 10’ê Adarê ya di navbera QSD’ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de li Şamê bûn, di 5’ê Çile de bi plana îstixbarata Ingilîstanê çavdêriya Amerîka, Fransa û dewleta Tirk, li Parîsê civînek di navbera Îsraîl û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de pêkhat.

Di vê civînê de ji bilî dabeşkirina xaka Sûriyeyê, nexşeyek ji bo ji holê rakirina tevayî destkeftiyên Kurdan hat danîn ku Rêber Apo vê yekê wek komloya navdewletî ya duyem bi nav dike. Dema kêr gihişt ser hestî û metirsiyek mezin li ser gelê Kurd çêbû, Rêber Apo carek din yekser xwe ji bo gelê xwe kir mertal. Endama Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê Pervîn Buldan li ser helwesta Rêber Apo ya li dijî vê komployê diyar kir ku Rêber Apo ji vê komloyê pir bi aciz bûye û wek komployek mezintir ji ya 15’ê Sibatê pênase kiriye.

Li vê derê Rêber Apo dikeve nava danûstandinan, peyam ji dewleta Tirk, DEM Partî, QSD û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re dişîne û dibêje, ger ev plan û êriş li ser Rojava berdewam bikin wê komkujiyên mezin li herêmê çêbin û ewê xwe ji pêvajoya aştiyê vekişîne û hertişt têkbiçe.

Herî dawî bi hewldanên Rêber Apo û piştgiriya gelê Kurd pêşî li komployê hat girtin û cara duyem komploya navdewletî ku metirsî li ser tevayî Rojhilata Navîn çêdikir, hat têkbirin.RojNews

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.