Ayşa Silêman/ Dêrik
Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku ket sala 27’an de wê bi îrade û hêza gelê kurd ku bi salan berxwedaniyê dikin wê kompiloyê têk bibin.
Di 15’ê Sbata sala 1999’an de bi pilanên navneteweyî û kompiloyeke qirêj Rêber Apo dîl girtin û xwestin piroje û pilanên wî bişkînin. Lê gel kurd bi têkoşîneke bê hempa felsefeya Rêber Apo berdewam kirin û xeta azadiyê bernedan, lewma dewletên hegemonîk careka din dixwazin bi rê û resmên nû kompiloyê li ser gelê kurd pêk bînin û wan di qirkirinan re derbas bikin.
Di derbarê 15’ê Sbatê Endamê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Minawir Ebdo û Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf ji Rojnameya me re axivîn.

Bi riya kompiloyê dixwazin hêza gelê kurd bişkînin
Endamê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Minawir Ebdo da zanîn ku kompiloya 15’ê Sbatê şermezar dikin û wiha got: “Kompiloya ku hat kirin di sala 1999’an de ne tenê li ser Rêber Apo ye lê li ser tevahî mirovahiyê ye, dewletên hegemonîk bi riya vê kompiloyê dixwazin hêza gelê kurd bişkînin û hemû pirojeyên ku gelê kurd bi ked û têkoşîn bi rêvebirîn û bi serxistîn dixwazin vala derxin. Dewlet dizanin dema pirojeya netewa demokratîk bi ser bikeve wê berjewndiyên wan pêk neyê lewma di roja me ya îro de dixwazin komployeke din pêk bînin ku bi riya wê nakokiyan di navbera kurd û ereban de derxin û gelê kurd di qirkirinan re derbas bikin. Ji ber dema nakokê derkevin di navbera kurd û ereban de wê sed salê din şer di navbera wan de dewam bike. Lewma pêwîstî heye ku hemû ol û netewên cîhanê baldar bin ji bo vê lîstok û komployê û xwe bikin yek da ku bikaribin vê yekê bidawî bikin. Bangewaziya me ji tevahî gelê kurd re ew e ku xwe bikin yekdest û yekîtiya xwe xurtir bikin da ku kompiloya li ser Rêber Apo û gelê kurd bişkînin, ji ber ku hat dîtin di vê dema dawî de gelê kurd bi berxwedaniya xwe ji cîhanê re isbat kirin ku kes nikare îradeya me bişkîne.”

‘Bi saya felsefeya rast û durist em ê biserbikevin’
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf anî ziman ku ew kompiloya ku di şexsê Rêber Apo de hatî kirin heya roja îro berdewame û wiha got: “Desthilatdaran Xaça Sor, Yûnisêf û Saziyên Mafê Mirovan çêkirin ji ber ku gel bixapînin û bi riya van saziyan jî dixwazin rûyê xwe spî bikin. Li ber çavê herkesî hat dîtin ku çawa komplo li ser Rêber Apo pêk anîn da ku rê li pêşiya pirojeyên xwe yên qirêj vekin, ji ber ku piroje û pilanên Rêber Apo derfet nedida wan ku kuştin û qirkirinê li ser gelê kurd pêk bînin. Lê tê negihiştibûn ku Rêber Apo dîl girtî bê jî, wê piroje û pilanên wî birêve biçin û bi ser bikevin, lewma careke din komployeke din niha li ser gelê kurd pêk tînin da ku ev piroje bidawî bibin. Lê bi saya felsefeya rast û dirust wê gelê kurd bi ser bikeve û wê ev kompilo têk biçe, ji ber ku dema Rêber Apo diaxive hemû cîhan jê bandor dibin . Li ber çavên herkesî ye ku çawa gelê kurd keramet û rûmeta gelan parast û tucarî kes ji malên wan dernexistine. Lewma em bi hêz û îradeya gelê xwe bawerin û heya dawiyê em ê li ser felsefeya Rêber Apo bin heya ku ev komplo bişke.”






