Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên herêma Amediyê yên Başûrê Kurdistanê bombe kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, balafirên şer ên Tirk roja Duşemê saet 10:45 ê dema herêmê bombe li gundên herêma Garê ya navçeya Amediyê ya Duhokê barandin.
Bomberdûman bi hevdemî li dijî gelek gundan hate kirin.
Bomberdûman bi taybetî li gundê Spêndar û derdora wê hate kirin.
Ji ber bomberdûmanê zerar li zeviyên gundiyan bû.
Dewleta Tirk bi rêk û pêk bombeyan li gundên li Başûrê Kurdistanê dibarîne.