Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şervanên YPJ’ê: “Ji bo parastina ax û gelê xwe amadene”

14/02/2026
in JIN
A A
Şervanên YPJ’ê: “Ji bo parastina ax û gelê xwe amadene”
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Şervanên YPJ’ê yên di xeta pêş a Til Hemîsê de diyar kirin ku her çiqas dijmin li hember jin şer bide meşandin, nikare îradeya wan bişkîne, ew ji bo parastina gel û welatê xwe hertim amadene ku li berxwebidin.  

Di 18’ê meha Çile de êriş ji aliyên çeteyên hikumeta demkî bi piştevaniya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin. Ji 18’ê çile de û bi banga seferbariyê ya Rêveberiya Xweser û QSD’ê hemû gel û şervan di nava seferberiyê de ne. Di vê êrişê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji aliyê hikumeta demkî de gelek komkujî bi ser gelê Kurd hate kirin, bi taybet jinên Kurd dikin armanca xwe, hewaldanên qirkirina gelê Kurd û binpêkirina destkeftiyên Şoreşa Rojava hîn jî  berdewame, lê belê li beramberî wê şervanên QSD, YPJ û YPG’ê têkoşînek mezin didin meşandin.

Di vê çarçoveyê de şervanên YPJ’ê yên di xeta pêş a Til Hemîsê de ji Rojnameya me re axivîn.

‘‘Em ê bi keziya xwe li hember dijmin şer bikin’’

Şervanê YPJ’ê Berçem Partîzan da zanîn ku ew weke jinek şoreşger di eniya pêş yên xeta Til Hemîsê de çi êriş werin kirin amadeye û wiha got: “Em weke jinên ku li ser vê axê jiyan dikin ji me tê xwastin ku em li hember dijmin şer bikin, parastina gel û welatê xwe bikin. Êrişên ku niha li ser herêmên me tên kirin dijmin hertin jinê hedef digire. Dijmin hertim li hember jinê tundiyê dide meşandin, her jinek li seranserî cîhanê jiyan dike çi ji pêkhateye Kurd, Ereb û Siryan hertim dijmin dixwaze azadiya jinê têkbibe. Eger çiqas dijmin li hember jin şer bide meşandin, nikare îradeya me bişkîne, li vê derê berxwedaniyek mezin tê meşandin. Em li vê derê bi hezaran hevalên jin hene, eger çi ji me tê xwastin em amadene.

Em li vê derê ne tenê gelê kurd diparêzin, lê belê em parastina hemû pêkhateyan din dikin. Dijmin çiqas dixwaze gelê Kurd tune bike, li beramberî wê gelê me Şerê Gelê Şoreşgerî dimeşîne. Li kêlekî şerê çekdarî dijmin şerê taybet jî bikartînê, dixwaze bi vê rêyê piskolojiya şervan û gel xerab bike. Lê tu carî nikarin piskolijî û molarê me xerab bikin. Berxwedaniya gel û sekanandina wan li pişta şervana moraleke mezin da me. Çawa ku şervan parastina gelê xwe dike, di heman demê de gel bi sekin  û berxwedaniya xwe şervan diparêze. Em jî êrişan natirsin, dijmin ji keziyê me ditirse, eger keziyek hate qutkirin bi hezaran kezî wê hebin. Em ê bi keziya xwe li hember dijmin şer bikin.”

‘‘Em li vê derê parastina mafê hemû pêkhateyan dikin’’

Şervanê YPJ’ê Hele Serêkaniyê destnîşan kir ku ew weke jinek ji pêkhateyê Ereb niha di xeta pêş a Til Hemîsê de parastina hemû pêkhateyan dike û wiha pê de çû: “Ji bo gelê xwe û tevahî jinan em li vê derê têkoşîn dikin. Dijmin bi vê şerî  dixwaze di nava gelê Kurd û Ereb ne nakokiyan derbixwe û parçebûnê çêbikin. Lê ez li vê derê ji pêkhateya Erebin, lê belê ez dixwazin di rêyek rast de bimeşim û parastina mafê hemû pêkhateyan bikim. Çiqas dijmin hewalbide me bixapîne û îradeya me têkbibe nikare. Hikumeta niha tenê parastina pêkhateyekî dike û netewekî tenê dixwaze, lê belê em hemû pêkhateyan di nava xwe digirin û bi wan re em ê yekbûnekê çêbikin. Em ê heya dawî ji bo vê yekê têkoşînê bidin meşandin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.